Hişmend Şêxo : Di bîranîna Şeşem ji koçkirina mamoste Ebdilhemîd Derwîş de

Hişmend Şêxo

Di 24 / 10 / 2019an de gelê kurd û “Tevgera Rizgarîxwaza Kurdistanê” xebatkar û serkirdeyekî mezin oxirkirin ew jî damezrêner û sekreterê partiya me heval Ebdilhemîd Derwîş e.

Mamoste Ebdilhemîd Derwîş hevalekî xebatkar û cefakêş bû , siyasetmedarekî navdar bû di nav gel û tevgera rêzaniya Sûrî , Kurdî , û Kurdistanî de. Herwiha ew serkirdeyekî çalak û bîrbir bû di çareserkirina pirsgirêk û qeyranên Siyasî de.

Mamoste Hemîd jiyana xwe terxî gelê xwe kir û di rêveçûna xwe de karî bû kûrtirîn peywendiyên diplomasî li ser astên sûrî , kurdistanî , herêmî û navdewletî peyda bike , û ma pabend di tekoşîn û xebata xwe de heya bi kêliya dawiyê ji jiyana xwe.

Heval Ebdilhemîd Derwîş Xebatkarekî Kurdistanî bû , bi dirêjahiya salan ji jiyana xwe ya xebatkarî xebat û tekoşîna wî herdem ji bo xizmet berjewendiyên gelê kurd û doza netewî ya kurdî de bû.

Herwiha xwedî rolekî çalak bû di damezrandin û pêşxistina peywendiyên kurdistanî de , û bi hemû şiyana xwe piştgiriya tekoşîna gelê kurd dikir , lê bi mercê taybetmendiya gelê kurd û tevgera netewî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê.

Ey gelê Azadîxwaz

Em di “Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê” de bi rêzgirtin li hember bîranîna Şeşem ji koçkirina hevalê xebatkar mamoste Ebdilhemîd Derwîş radiwestin û bi bîra xwe tînin wek kesayetiyekî siyasî û hişmend ku rola xwe wek serdarekî karîzmî berz li ser asta niştimanî ya sûrî , û li ser asta netewî ya kurdî û kurdistanî û navdewletî de , koçkirina wî di vê qûnaxa rêzanî ya hestiyar û çarenûsî de ziyanek mezin bû ji hemû gelê kurd re.

Mamosteyê min : Bi navê Kurd û Kurdistan û bi navê “Partiya Pêşverû” em soz didin ku emê li pey hişmendiya te bin û emê berdewam bin di xebata xwe ya netewî û karê partîzanî de heya ku gelê me ji dagîrkeriyê rizgar dibe û dighê mafên xwe yên netewî di welatekî Azad û Demoqrat de.

Bavê Axtî tu namirî tê herdem di dîroka gelê xwe de bijî

Sed silav li giyanê te ey endezyarê rêzaniya kurdî li Sûriyê

Heleb / 23 / 10 / 2025 Z – 2637 K

*Endamê Komîta Navendî ya

Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...

Li gorî PDKT’ê, avakirina ku bi navê “Bakur-Rojhilata Sûriyê” tê binavkirin, projeyeke ewlehiyê ya derbasdar û taktîkî ye ku bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye şekilandin. Ev proje di tu qonaxê de mafên neteweyî yên gelê Kurd bi awayekî stratejîk û siyasal garantî nekiriye. Ji ber vê yekê, ku îro pêvajoyekî şikestinê…

Bizava Aştîya Navxweyî (BAN) sazîyeka sivîl e ku ji rewşenbîr, mafnas û akademîsyenên li Kurdistanê û dîyasporayê ne, pêk hatîye; bûyerên xeternak ku li taxên kurdnişîn ên Şêx Meqsûd û Eşrefîyeyê di van rojên dawî da pêk hatin, ji nêz ve dişopîne û bı tundi şermezar dike.
Di van bûyeran da, ev taxên kurdnişîn bi tank…