Mehmûd Birîmce bi berhemek nû di bin navnîşana (Nîgaşên xembaran) wêjeya Kurdî dixemilîne

 Dr.Ebdilmecît Şêxo

 Helbestvan Mehmûd Birîmce berhevokeke nû bi (37) helbstan di hundir (102) rûpelan de diyarî giyanên hemû pakrewanên erdheja bê dilovan û di sereta de,birayê xwe Silêman,hevjîna wî,keç û kurê wî dike.

Helbestvan mîna hemû wêjevanên rê-alîst li cîhanê pir bi rewşa civakî, ramyarî ve bi kît girêdayî ye,hemû bûyerên civakî,mirovî,niştimanperwerî di giyanê wî de mîna bahoz û babelîskan radibin û datên,lê ew pir bi hêsanî, dilzarî û bi geşbînî dihûne,erê ew pir caran bi melulî pey û hestên xwe li tevnê dixe,lê ew ne reşbîn e,ew zane ku li hember xişim û bêtaran,tenê berxwedan û pîdarî çareserî ye,ew bi van nêrînên hişmendî  helbestên xwe av dide û xwendevanên xwe bi germî dide xwendin.

Werin em bi hev re melevaniyê di nav kaniya bêzariya helbestvan de bikin û em bi wî re di xemgîniyê de hevpar bin:

Ew li ser bira,jinbira û zarokên wan di bin vê navnîşana jêrîn di hundir (47) malikên  xembar de û bi dilekî şewat peyvên xwe li tevnê dixe.  

   Qet we ji bîr nakin !

Gelo giyanên we li kû niştecî bûne?!

Li kîjan asoyê difirin û diwîçwîçin ?!

     ………

Piştî çûna we ….

Hemî rengên  Buharê  

Kul bûn û tarî girtin..

  …………

Lê erdhejê … ,hovê,bêhestê,bêdilovanê  !

Ma qet dilê te nelerizî

Li ber lehiya  hawar û gazinên  binmalan ?!

Ey pakrewanino…, bêtawanino..!

Koça we agir berda laş û giyanê me.

   ……

Kul û derdên helbestvan hîn di hestên wî de xulmaş jî nebûne,ew qêrîn û hawarên jinên gundê Kaxirê jî dibhîse,ew berxwedana jinên Kurd li hember çeteyên xwînvexwar,mafxwar bi hin malikên zelal û şêrane de dilên xwendevanên xwe geş û hênik dike,serbilindiya jina Kurd di pêvajoka dîrokê de dîsan di ber çavên me re derbaz dike .

Li Kaxira berz û serbilind

(Şêr  şêr in,çi  jin çi mêr in)

Bi destên vala û tazî

Bersiva çek û qurşînan didin

   ….. ).

Lê ev hemû derd û êş nikanin evîna Efrînê di dil de li sêdarê xînin,neyar nikanin bi bêhna genî gulên bajar û kevneşopên me  biçelmisînin,bêhna bav û bavpêrên Kurdan ji Kelha Horî û ji şikefta duderiyê hîn di hişên Kurdan de hewş vedide.

Efrîn …

Çirûska  hêviyên dilê Kurdan e

Neviya Horî û Mîtan e

Ji Nebî Horî ta Endarê

Ta Çiyayê Hawarê û Şikefta duderî

Bêhna mêjûya bav û kalan hildikele.. 

   ….

Helbestvan Mehmûd ne tenê bi dîrok,kevneşop û kelepûra gelê Kurd serbilind e; ew giyanê gelê xwe li Efrînê  bi pêdariyê û ava çema Efrînê  av dide û bi dengê bilind ji neyaran re  dibêje :

Bernadim  Efrîna xwe ez bernadim

Wek şilêra çiyan welatê xwe bernadim.

  ….. )

Û ew hîn bi serbilindî,şehnazî ji dost û dijminan re û bi vîneke hêzdar peyvên zêrîn û jixwebawer dirêse:

Nahêlim Efrîna xwe bi tenê ez nahêlim

Dil û cegerê wê bi mişextiya xwe naşewitînim .

Helbestvan rind zane ku dara zêtunê li Çiyayê Kurmênc çiqas azer û derd ji bi destên neyarên mirovperweriyê dîtine,ew bi daran re jî dipeyve û wireyên wan pir bilind dike.

(……

Tenê ez dizanim çiqas tîran laşê te rizandine

Ez dizanim ku tu ti caran

Bejna xwe ji zordariyê re natewînî.

    …… )

Eger helbestvan çiqas kêşeyên dirantûj û bahozên devbixwîn dibîne û eger çiqas niştimanperwerên Kurdistanê di devên gurên xwînvexwaran de ji îşkence dibin,lê ewê herdem ala azadiyê bi qaserî vîna Çiyayê Araratê      hildide jor:

Doza ax û welatê xwe bernadim

Bi rengên kesk,sor û zer

Bejna xwe dixemilînim.

Diyar e helbestvanê me mînanî gelek Kurdên Kurdistanê ji ber derdê  koçberiyê  dinale û ew hemû xemên xwe li teşiya bêzariyê dixe,lê tenê axa welêt dikane wî dilxwaş û hêmin bike û gulek sor sernûve di dilê wî de şiqin bide.

Li kolanên welatê biyaniyê

Wek kulîkek çelmisî

Min serî bi ser xwe de berdida

Tenê bêhna axa û vegera welêt

Li hest û hizrên min de sîwar bûbûn.

Piştî van hemû derd û bêzariyên ku helbestvan di bin baskên wan de bi dilêrî,pîdarî û geşbînî berxwedanê dike,lê ew nikane dîlbera xwe jî jibîr bike,tu dibêjî qey; dilê wî gulistaneke pir fereh e û ewa bi hemû rengên gulên Kurdistanê hatiye xemlandin,werin em çend malikên vebjartî ji helbesta wî ya di bin navnîşana (were! ) de hatiye bixwînin.

   Were!

Were em semayekê dîwane li dar xin

Li pêlên şahî û kêfxweşiyê sîwar bin

Biskên tav û Heyvê bidoşin

Gazî çivîk û bilbilên dildar bikin

Êdî destê xwe bide min,lê ciwanyarê

Bazdin li ser keviyên çem û deryayê

Were ey keça şeng û çeleng,lê yarê

Şahiyê belav bikin li hemî dunyayê

Ji nû ve birêsin destana Mem û Zînê .

Li dawiyê;em helbestvan Mehmûd Birîmce û hemû evîndarên wêjeya Kurdî bi derçûna vê berhema nirxbuha pîroz dikin û herweha jî em bîranîna (Roja Helbesta Kurdî) di 22.010.an de li hemû helbestvanên Kurdistnê û li dervayî welêt  jî pîroz dikin .

Efrîn:19.10.2025

     xxxxxxxxx

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…

Xizan Şîlan

şev û rojên min

bi nalîn û keservedanên kûr

dibihurin

hinavên şewitî

bûye cîhê gund û bajarên

hilweşiyayî

henasa gewriya fetisî

ji bayê havînên nerm

werdigirim

rengê keskesora derûniya min

çilmisî

li ser axa şaristaniyê

koçberî û derbederî…

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Kîndarî û jehîra li dijî Kurdan di Sûriyeyê de roj bi roj zêdetir xuya dibe، û vê rastî nikare bêkêmasî paşguh bike. Di serdema salvegera rûxina rejîma Esed de، li Şamê xwenîşandanên hatine birêvebirin wisa nîşa dan ku sloganên li dijî Kurdan bi awayekî vekirî û bêşermane…