Silav û xweşî û hin gilî û gazin

Bavê Zozanê

Îro 19.10.2025 Mihrecana

 helbesta Kurdî li bajarê Essen li

 Almaniye ku herdû saziyên me YNRKS û HRRK pê rabûn  bi rêk û pêk hat li dar xistin.

Bêguman ew rêkupêkî û ew  rêxistinkirina we dît encama xebata herî kêm ya mehekê ji kar û ked û westandina komîta amedekar bû.

Wîsa jî derî û dilê me bo hemî rexneyên we vekirîne,ji xwe asta helbestê tevlî ku jimarek baş cihê dilxweşiyê bû û di qûnaxa çavdêrî û balkêşiyê de bûn lê dawî em ne di warê Pêşbirkê de ne ku em pileyan li helbestan belav bikin.

destê we hemiyan sax be karê we tevan pîroz be.

Gazin a min ewe ku pirê helbestvanên berêz ne alîkar bûn bi komîtê re ku pirê wan erê bûna xwe bo beşdarbûnê nişan nekirin ne Erê û ne Na ta xuleka dawî û pirê wan jî helbestê xwe ji komîtê re rênekirin tevlî ku me 5.10 wek roja dawî bo wergirtinê , veqetandibû.

Helbet yên ku helbesta xwe şand in mala wan ava wisa jî yê ne şandin.

Hêjaye gotinê ku çendeke ji helbestvanên birêz  erêbûna xwe bo tevlîbûnê bi  Nayê  gotin lê dawî poşman bûn û hatin helbesta xwe xwendin mala wan jî ava.

Evê yekê  hinekî telîhevî êxista progiramê Mihrecanê lê dîsa bi xweşî derbas bû.

Silav û destxweşî bo wa helbestvanên lêbûrîn xwestin ji ber karê wanî taybet.

Hêviya me ew ku Mihrecanê  tên ,ez nabêjim bila helbestvanên me yên birêz pabendê bi biryaran bikin belê xwesteka me ewe ku  têbîniyan ber bi çav bistînin.

Dûbare mala we tevan ava.

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...

Li gorî PDKT’ê, avakirina ku bi navê “Bakur-Rojhilata Sûriyê” tê binavkirin, projeyeke ewlehiyê ya derbasdar û taktîkî ye ku bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye şekilandin. Ev proje di tu qonaxê de mafên neteweyî yên gelê Kurd bi awayekî stratejîk û siyasal garantî nekiriye. Ji ber vê yekê, ku îro pêvajoyekî şikestinê…

Bizava Aştîya Navxweyî (BAN) sazîyeka sivîl e ku ji rewşenbîr, mafnas û akademîsyenên li Kurdistanê û dîyasporayê ne, pêk hatîye; bûyerên xeternak ku li taxên kurdnişîn ên Şêx Meqsûd û Eşrefîyeyê di van rojên dawî da pêk hatin, ji nêz ve dişopîne û bı tundi şermezar dike.
Di van bûyeran da, ev taxên kurdnişîn bi tank…