Ferhad Drê’î
Di korîdorên jiyanê de, li cihê ku xeyal û xwestek bi hevre direqisin, pênûs dilerize.. lêdana wê mîna xuşîna bayekî derbasbûyî di çola bîranînan de winda dibe.
Çi barekî girane hilgirtina peyvan, rijandina mûrekê bo xwînê, û veguherandina mûrekê bo giyanên ku di tariya kaxezê de diqîrin.
Mirin ew afirîda bêwijdan, bi ken li ser xirbeyên bîranînan direqise.
Ew tiliyên xwe yên sar dirêj dike, damaran dixe lêdana mûrek sar , nefesan vediguherîne qeşa .
Çend caran min dîtiye ku ew bi xewnan têr dibe, wan vediguherîne xwelîyê û bi her axînekê belav dibe
Ew dlovaniyê nas nake, ew ji pêvî nemanê nas nake, ew li dora xwe pelên jiyana min yeko yeko tîne xwar .
Evîn, xwezî Hêvî û cewnên rewa wê ji derewa pêve tiştek ne kiriye diyarî
Ew stûyê ku bi gulên sor xemilandî dide ber stûbirekê , qiraxa wê ya kujer li ser stûyên hêviyan cî digire .
Ez
Di her maçekê de xencerek
Di her destdanekê de şûrek Dibînim .
Ma ew xeyal bû ?
Ew ronahiya min pê sûnd xwar ku rêya min ronî bike ..
Yan jî ew dafikek bû, ku ji hêla çarenûsê ve hatibû danîn da ku dilê minî nazik bigire û bavêje nav kûrahiya bêhêvîtiyê ?
Evîn ji bilî şûrvanekî jêhatî tiştek nîne, di serjêkirina bextewariyê de jêhatî ye , û laş bê giyan dihêle û valahiya bêhêvîtiyê de dihejîne.
Di derbarî xerîbiyê de ew darvekirine di ezmanê min de bilind radiweste .
Wan têlên xwe li dora stûyê rojan dipêçe .. bêhna min diçikîne, û giyaê min dikişîne nav cîhanek tevlihevî û windabûnê .
Ez li ku me ?
Û welatê min li ku maye ?
Her gava ku ez hewl didim perçeyên xwe li hev kom bikim, bayek dijwar min belav dike, min diavêje nav widabûnek bê dawî.
Mij her tiştî dorpêç dike, dîtinê tarî dike, û bi her gavekê, ez dibim xeyalek di nav kavilan de, digerim û li ser milên xwe kîsikên bîranînê bi şewat hildigirim .
Û welat, ew peyva ku bi hêstiran hatiye kişandin, ji bilî dozek dawîn tiştek nîne, ku ji hêla mirinê ve berî giyanê xwe radest bikin tê daqurtandin .
Ew ronahiya tarî ye li ser asoya tariyê hêviyên min lawaz dike û dixeniqîne .
Ma ew lêdana dawî a dilek westiyayî ye ?
Yan jî tenê xeyaleke hewl dide min bixapîne ku dawiya vê êşê hebe .
Her ku ez axa welatê xwe tînim bîra xwe, ez di kêleka xwe de kêran hîs dikim, mîna ku ji min re dibêje : “Min her tişt winda kiriye, hetta ev beşa min digot qey neguhêzbare.”
Û tu… tu !
Leylan
Tu bi qasî stêrkên li ezman dûre , lê bi qasî damarê lêdanê nêzîke .
Tu ne mirine, ne evîne, ne xerîbî ye û ne jî welae .
Tu vejîn e .. !
Tu qîrîna bêdengiya diqelêşe.
Di çavên te de ez destpêkek nû dibînim, û di dengê te de ez sirûda bêdawîtiyê dibihîzim.
Tu rizgariya vê êşa bêdawî ye.. Tu ew agirê ku pênûsê ji xewa giran şiyar dike .
Di wê gavê de, pênûs dest bi reqsê dike, û mûrek di damarên wê de rewa dibe .
Ez fêm dikim tiştê min nivîsandiye ji bilî qîrînên êşan nebû, ku di valahiya tunebûnê de perçe perçe bûye.
Lê di kûrahiya vê tunebûna min de, çirûskek hêviya dibiriqe bê gûman tu ye .
Tu ew vejîna ku min ji nû vejîn dike , û dihêle ez helbestek nû binivîsim, an jî rasterast biqîrim .
Helbestek ku li cihê xema pênûsa minî biber dawî diçe , ji nû dest pê bike .