Dr. Ibrahîm ê Mahmud
Xwendevanên hêja, dibe ku ji gelek kurdan re, bi taybetî ji nifșên serdma me re „Mykonos“ peyvke biyanî ȗ ne nas be! Yan jî gelek kesan jibîr kiribe?! „Mykonos“ Xwaringeheke (Rêstoranteke) Yunanî ye li Berlînê; ev Xwaringeh roja 17.09.1992an bȗ meydana kuștina 4 Têkoșerên tevgera rizgarîxwazên Kurdistana Rojhelat, bi destên Rêjîma Melayên Iranê yên xwînmij:
- Sekretêrê PDK- Iranê (yê wê ҫaxê) Sadiq Șeref Kendî.
- Fetah Abdulî (berpirsê rêxistina Ewropa)
- Homayen Erdelan (berpirsê rêxistina Elemaniya); cihê gotinê ye: ev mirov dostekî minî nêzîk bȗ ȗ me tevî ҫend hevalên din „Hevkariya Rêxistinên kurdistanê li Elemaniya“ damezirand.
- Nurî Dehkurdî (dost ȗ layingerê partiyê bȗ).
Ji bo bîranîna vê bȗyerê, a ku pêwiste qet neyê jibîr kirinê; ez dixwazim „KOMINTAR“* a xwe, bi zimanê kurdî a ku sala 1996an di radio ya Elemanî (WDR-Beșê kurdî) de hate weșandin ê, bên ser kaxwzê, wek ku ҫawa hate xwendin ê (Kopi bi deng hîjî li ba min maye):
Kî wê nirxê xwîna Kurdan li Berlîn ê bi de?!
Navê lokala „Mykonos“ ȗ bȗyera kuștina serokê PDK Iran ê, Dr. Sadiq Șerefkendî ȗ sê hevalên wî li Berlîn ê piștî 4 salan, dîsan li Cîhanê belav bȗ. Lê vê carê ne bi pêșandana her ҫar lașên di xwînê de gevizî ȗ ҫend nȗҫeyên rojnamevanan yên kurt, belê weke sikendaleke (kirîzeke) nav du dweletan de ȗ dêmonstrationa (xwepêșandana) bi hezaran Sofiyên rih dirêj ȗ qirêjî yên rêjîma Iranê li ber deryê Baylozxana Elemaniya li Tehranê; bi avêtina (gotina) solganên „Mirin ji Elemaniya Fașîst re!“ li Cîhanê belav bȗ!
Yekser jî, rêjîma Iranê behsa belavkirina dokumêntan li ser firotina ҫekên Elemaniya yên Xîmî bo rêjîma Sedam Hussên ȗ qirkirina Kurdan li Helebje sala 1988an kir?! Ȗ zirtên (gefên) li darxistina dadgeheke Navneteweyî dijî Elemaniya ȗ kuștina her sê Hakimên dadgeha Berlîn ê, yên ku tawanbarên rastî bi nav kiribȗn, dan!
Sedemên vê yekê ew bȗ, ku Dadgeha elemanî, piștî ҫar salan ji lêpirsîn ȗ lêkolînan, tiliya xwe danî ser birînê ȗ qatilên (kujerên) serkirdaretiya PDK-Iranê 17.09.1992an li Berlînê destnîșan kir! Heftiya buhurî serkêșê proseya bȗyera „Mykonos“ ê Bundesanwalt (parêzerê dewletê) Bruno Jost, rêjîma meleyên Iranê ȗ di serê wan de, rêberê Olî (dînî) Ali Xaminayî ȗ serokdewlet Hașimî Refsencanî weke biryarderên kuștinê eșkere kir!
Loma meleyên îranê hêrz ketine ȗ nema zanin ҫi bikin; ew ji nȗ ve behsa ҫekên xîmî ȗ qirkirina kurdan li Helebj ê dikin?!!!
Serokê dadgeha Iranê Ayetolah M. Jazdî di xutba (gotara) înê de, êrîșeke xwirt bire ser dewleta Eleman ȗ got: „ Ew – yanî eleman- ketine bi tesîra (bandora) dujminên îranê de, yên weke Amerîka ȗ Îsraîl, ȗ proseya „Mykonos“ kirina ҫarҫoveke siyasî ȗ bi rêya wê șerê me dikin…“. Heger mesele wise ye, em jî dizanin di salên 80yêan de, kî ҫekên xîmî ȗ mȗșekên jehrawî dane rêjîma Iraqê ȗ di șerê Xelîcê yê yekem de bi kar aniye ȗ kurd jî bi wan ҫekan kuștine…!“ Bersiva vê yekê, hukumeta elemaniya ȗ șaliyariya (wezareta) derve bi siyaseta xwînsarî, dîpolmasî ȗ „Diyaloga –gift ȗ goyên- rexnegir“ didin! Bê goman hukumeta elemaniya hetanî vê gavê ne ketiye bin fișara (zexta) îranê, ew meselê dȗrî siyasetê dixin ȗ maf didin serxwebȗna dadgeh ȗ yasa (qanȗna) welatê xwe, lê ez xweș bawerim, ku Rêjîmeke weke ya îranê, ku tu mafên mirovan ȗ yasa wekhevî lê tune ye, bikaribin vê yekê fam bike..?!
Em îro șahidê kirîza herdu dewleta li ser heqî ȗ naheqiyê ne, her ҫuqasî zȗ be jî ku em hukum bikin, hêviya min ewe, ku Dadgeha elemanî wê li ser a xwe berdewam be, lê heger hat ȗ ji bo „berjewendiyên bilind yên dewletê“ vê meselê jî (weke gelekêd mayin) bin ҫilik bike? Bi dîtina min, wê ne tenê rastiya edalet ȗ yasa elemaniya bikeve bin pirsê, belê herwise jî, wê ev yek bibe kêmasiyek mezin ji gelê eleman re jî!
Wê pașeroj sipî ȗ reș ji hevudu derbixe: lê tiștî, ku di vê xire-ҫirê hemȗyî de, ez xistime sergêjekiyê de, bê dengiya Kurda ye?!!
Ez baș tê dighêjim, ku têror ȗ rȗreșiya rêjîma îranê ne jibo „ҫavên reș“ yê kurdan bi ser avê ketiye; jiber têrora rêjîma meleyên îranê dijî opozîsiyonê li hundir ȗ der ve jî, ne tiștekî nȗ ye; ev ji aliyekî de, ȗ ji aliyê din ve jî, heger jibo xatirê kurdan ba, wê hîn berî neh salan hukumeta Nemsa (Otrich-Österreich) ew kesên ku, îro dadgeha elemaniya weke xwînrêj destnîșan kirine, wê wan jî ew kes tawanbar kiriba ne; ma ne eynî kes bȗn, yên Dr. Qasimolo, serokê berê yê heman Partiyê li Viyêna (Paytexta Nemsa) bi bêbextî kuștin?!! Heger wê ҫaxê xwîna Qasimlo li boșê ne ҫȗ ba ȗ dewletên Ewropî, meleyên îranê bi cedî ȗ li gorî yasayên xwe siza bidane, îro ev serêș ne dibȗ ȗ navê „Mykonos“ ê jî li Cihanê belav ne dibȗ!
Ҫi sedemên nehênî, yên vê kirîz hebin jî, lê rijandina xwîna kurdan, bi destên qirêj, bȗ hoyê kifșkirina navên qatilan, yên ku di bin „cibeh ȗ șașikên“ sipî de, ȗ bi navê ol ȗ wekheviyê, rȗ yên xwe, yên reș ȗ krêt, di veșêrin.
Loma, bi baweriya min, ji 40 Milon kurd (li hundir ȗ derve) tê xwestin, ku bi hemȗ șêwe ȗ formên alîkariyê, piștgiriya dadgeha elemaniya ȗ biryarên wê bikin; jiber wise diyare, heger ne ev dadgeh ba, wê ev yek jî, weke bȗyera Dr. Qasimlo veșartî bima ba ȗ qatil bi eșkere ne dihatin bi nav kirin ê!
_______________________________________________
* „Komîntar“ formrkr (șêweyeke) ji formên Rojnamegeriyê; ew tenê bîr ȗ baweriya ê rojnamevane ȗ ew di ber gotinê xwe de berpirsiyare. Jiber wê jî rêdaksiyona Radio ew yekser qebȗl nekir; merc ew bȗ ku ez berpirsiyaretiya xwe qebȗl bikim! Mixabin, êdî piștî wê, nivisandina „Komîntaran“ li min qedexe kirin?!! Dr. Ibrahîm ê Mahmȗd
Têbînî: Bêgoman me bi navê „HEVKARI“ gelek salan li pey hev, ev bȗyer bi bîr anî ȗ bi gelek șêwazan protêsto kir!