Ezîz Xemcivîn
Kesayetiyeka ko pir gotûbêj li ser çê bûne, pir gotegot wek pencereyekê li ber hemû bahozan vekirî be…
Dixwazim çend gotinan ji bo dîrokê derbarê evê kesayetiya Kurdperwer û hezkerê welatê xwe pêşkêş bikim…
Seydayê Tîrêj ji min re got: „di mirina Xweda ji wî razî be têkoşer Hecî Mihemedê Kejê, ez li ber serê wî bûm, min li ber dilê wî dida, seyda berdewam kir û got: „Hecî Mihemed bi keser ji min re dipeyivî û got: „Va ez dê biçim û du kul bi min re diçin, yek ji wan min dixwest ez Kurdistanê rizgarkirî bibînim û kula din min dixwest ez Birahîm bi saxî bibînim!“
Ji xwe Birahîm bîst û çar sal ji jiyana xwe di zindana Tedmir de derbas kir, bi mixabinî…
Min di derbarê ev bûyerê de di romana xwe de ya bi navê Zêro de wisa nivîsandiye:
(Ez ji wê re li ser hin serbûriyan axivîm, da ew hinekî mijûl bibe. Min got: Xanim, cîranê me temenê wî sih sal bû, dema ket zindanê, bi jin bû û zarokekî heşt mehî li ser destê jina wî hebû.
Kesekî nizanî bû ko ew sax e an mirî ye, lê her çend salan hêzên ewlehiyê dihatin gelek pirsên sedbarekirî li ser wî dikirin, dawî berpirsên ewlekariyê digotin: „Ew sax e.“
Carekê min bi çavên xwe dît; gava hatin li wî pirsîn, rebena dêya wî bi ewî temenê xwe ê heftêsalî bi pey cêba wan ket, xwe kir bextê wan, da ko ji wê re bibêjin kurê wê sax e an mirî ye!)…*
(Piştî bîst û pênc salan cîranê min hate berdan, temenê wî bibû pêncî û pênc sal, derket kurê wî yê ko ewê hingê heşt mehî bû, bibû xortekî bîst û pêncsalî û jin jî anî bû û lawek jî ji wî re çê bibû!)*
Di destpêka salên heftêyan de piştî peymana 11ê adarê ya ko di navbera şoreşa kurdî û desthilatdara îraqî de çê bû, Birahîmê Kejê derbasî Başûrê Kurdistanê bû, li wir li zankoya Mûsilê navê xwe li wir nivîsand, lê ewî dixwest beşê wêjeyî bixwîne, ji ber ewê yekê berê xwe daye Bexdad, li wir dan û standinên wî bi Partiya Dîmuqratî Kurdistanê re çê dibe û bi ewê yekê jî di nav xwendekaran de tevgera wî baş çê bû…
Di pirtûka serok Mesûd Barzanî ya bi navê “Barzanî û tevgera rizgarîxwaza kurdî” beşê 3 rûpelê 268-271 dibêje: “Çend pilan berî cihbicih bibin, me ew têk dan, wek ya tîrmeha sala 1972 derbarê kujtina Barzanî, ya ko wê bi destê xortekî Kurd ji Kurdên Sûriyê pêk bihata…
Berdewam dike û dibêje: “Di 1ê cehzerdanê de 1972 hêzên ewlehiya parastina şoreşê ez agahdar kirim ko xortek bi navê (Birahîm Gabarî) ji bo tiştekî pir giring dixwaze te bi xwe bibîne!
Dibêje hate bal min û got: “Ez ji hêla hêzên ewlehiya Îraqê ên giştî ve ji bal serokê wê Nazim Gizar ve hatime destnîşankirin, tako xwe nêzîkî we bikim, ji bo baweriya we bi min çê bibe û piştî ko baweriya wî jî çê bibe ko ez hevalekî nêzîkî we me, ew dê çenteyekî tije TNT bide min û bi yekî ji we hersêyan (Barzanî, Idrîs an Mesûd) ve biteqînim!“
Serok dibêje: “Min gelek pirs ji wî kirin, di encamê de min dît ko gotinên wî dirist in û rastiyê dibêje, gumana ko min li ser dikir têk çû, çimkî ji min re tekez bû ko xortekî welatparêz e û ji dilsoziyê hatiye û em bi pilanên dijmin agahdar kirin…
Xatir xwest û çû, piştî heftiyekê dîsa vegeriya û got: “Nazim Gizar, wêneyê min digel we hersêyan xwestiye, tako bawer bike ko ez we dibînim û dikarim we bibînim…”
Me sê wêne yek bi Barzanî re, yek bi kak Idrîs re û yek bi min re me kêşandin û me da wî, dibêje Birahîm Gabarî ew wêne ji Nazim Gizar re birin, bi wê yekê jî baweriya wî bi Birahîm bêtir hat!
Di roja 15.07.1972 Birahîm Gabarî giha Hacî Omeran û çenteyê destî yê tije TNT digel wî bû, paşî me rojnemeya Elteaxî anî ji bo pilana desthilata Îraqê aşkere bike…
Desthilatê mandelê kir ko tiştekî wisa heye, paşî gava komîtek ji bo vekolînê damezirandin û hatin Kurdistanê Birahîm her tişt bi hûrbînî ji komîtê re got, ew efserên bi pilanê rabûne bi taybetî Basil Elerecî û heta bi cilên wî û demjimêra di destê wî de pesin da û temenê wî ko li dora 35 salan e… Êdî Ebdilxaliq Elsamirayî bawer kir ko Birahîm rast dibêje û got ew dê veger Bexdad û evan rastiyan ji serpereştên dewletê re şirove bike…
Birahîm Gabarî di hevpeyivîneka xwe de piştî ko ji zindanên rêjîma Esed hatiye berdan dibêje: „Piştî têkçûna şoreşa 1975an ez jî digel pêşmergeyan derbasî Îranê bûme û li wir min karê xwe ê siyasî kiriye, di heman demê de li ser daxwaza Barzaniyê nemir ez ji bo Sûriyê hatime şandin tako peywendiyan bi Sûriyê re danin û ji nakokiyên di navbera herdu basan de ya Îraq û ya Sûriyê ko hene, em jî sûdeyê ji piştgiriya Sûriyê bikin.
Bi derbasbûna Sûriyê re Birahîm diçe bal Hafiz Elesed û daxwaza Barzanî ji wî re dibêje…
Piştî wê vedigere Qamişlo, hêzên ewlehiya siyasî ewî digirin, 24 salan di zindanê de ma…
Têkoşer Birahîmê Gabarî di 15.09.2025 li başûrê Kurdistanê koça dawî kir…
Bi dilovaniya Xweda şad bibe..
16.09.2025
Ezîz Xemcivîn