Min Kurdistanek Bê Sînor di Cildên (Ez û Stêrên Geş) de Dît!

Konê Reş 

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve,  dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê Xanî, helbestên Hacî Qadirê Koyî û hawara Mîr Celadet Bedirxan, Kurdistana wan nebûye yek.. Bi tenê yekîtiya Kurdistanê di Cejna Newrozê, Ala Kurdistanê û Sirûda Netewî Kurdî de dîtine..!

  Roja îro, dema ku mirovekî rewşenbîr û welathez wek (Najmadîn Azîz Îsmaîl), bi tena xwe, ji ked, milk û malê xwe, jinenîgarî û wêneyên nivîskar, rewşenbîr û hunermendên her çar perçeyên Kurdistanê; Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava, bê cudahî li gel hev di van cildên bedew û spehî de, bi Zimanê Kurdî û nav û nîşanê: (Ez û Stêrên Geş/خوم و ئه ستيره گه شه كان/ أنا والنجوم الساطعة ), berhev, kom û çap dike, bêguman karekî mezin e.. Ez Kurdistanek yek perçe di van pirtûkên wî de dibînim..! Jixwe nivîskar, rewşenbîr û hunermend in yên ku pêşengiya miletên xwe dikin û pêş dixînin.. Erê ez yekîtiya Kurdistanê di komkirina van stêrên geş de ku Mamoste Najmadîn Azîz, di van cildan de weşandine dibînim..

  Madem yên wek wî di nav me de hene, wê Kurdistan azad bibe û bibe yek perçe. Mamoste Najmadîn Azîz Îsmaîl bi vî karê xwe, sînor ji nav Kurdistaniyan daye alî.. Kurdistan yek perçe dîtiye.. Ez ne wî şabaş dikim an pesnê wî didim, kar û keda wî û hezkirina min û we ji serxwebûna Kurdistanê re, pesnê wî dide.. Bi sedan maldarên kurd hene, qey yekî xwe nedaye ber karekî wilo?! Xwezî bi dehan yên wek wî di nav me de hebana.. Ji dil wî pîroz dikim, temendirêjiyê ji wî û stêrên welatê wî re hêvî dikim û ji miriyan re dilovaniya dixwazim. Konê Reş/ Qamişlo 24/6/2025

Not: Îro 8/9/2025 ev cildê 13an  ji (Ez û Stêrên Geş/خوم و ئه ستيره گه شه كان/ أنا والنجوم الساطعة ), bi pêşgotina min, hem jî bi Erebî li Hewlêrê di hola şehîd Mehdî Xoşnaw de hat imze û belavkirin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…

Sersaxî
Bi xemgîniyeke giran, vê sibehê, Nûsîngeha Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye, nûçeya koçkirina dawî ya helbestvanê Kurd Ehmedê Huseynî bihîst, ku li nexweşxaneyke welatê Siwêdê canê xwe ji dest da.
Helbestvan Ehmedê Huseynî yek ji wan helbestvanan bû, yên ku bi zimanê Kurdî helbesta nûjen nivîsîne, panzdeh dîwanên…

Mislim Şêx Hesen

Di kurahiyên dîrokê de diyar dibe ku rêbertiyên rastgo û vekirî, yên ku bi xelk û hemwelatiyên xwe re rast in, karîne bi wê rastiyê gel û welatên xwe bigihînin astên herî bilind û pêşketî. Lê gava ku rêveber an berpirsyar guh nede nêrîn û pêşniyarên civakê û gel,…

Hozanê Girkundê
Efrîn xedenga di dilê welatê min
Ey bihna sînga bûharê
Dildara êşa zytûnê
Vaya dîsa berê min li te ye
Ez ê ji nûve te himbêz bikim
Û kela hez kirina xwe
Di sînga te de birjînim ez ê
Çavên xwe
bi xweşikbûna te kil bikim
Û destên xwe bi axa te
Bişom!
Ji nûve ez ê buxçika bîranîn vekim
Li bin sîya darên te
Ez ê…