dema parsekîyê bi dawî bû

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35 salên dawî paşguh dikin, veguherînên ku rêça pirsgirêka kurdî guhertiye. û bi heman awayî, ew tênegihiştine ku şoreşên bihara erebî hiştin leza tevgera rizgariya kurdî li rojavayê kurdistanê zêde bibe taku wê ji rewşek qelsiya dûmdirêj biguhêze rewşek bi hêztir, ji bo beşdarî çêkirina bûyeran bibe. tevgerê dît ku şert û merc ji bo sererastkirina bernameyên xwe û pêşxistina armancên xwe guncawin. vêca biryar da ku dev ji siyaseta parsê ya ji bo daxwazên hêsan qezenc bikin berdin û daxwazên bilindbînî yê gihîştîtir û firehtir pêşniyar bikin, da ku bigihîjin astên ku behsa federalîzm, xweserî û nenavendîbûna siyasî bikin. îro, di asta partî û gel de, ev armanc ji bo her pirojeyek siyasî ya kurd referansên realîst temsîl dikin.

di derbarê siyasetmedarên kevin de ê ku di bin şert û mercên dijwar de tevgera kurd rêve birine, mirov ji bo buhayê wan ê dîrokî û qurbaniyên ku wan dane nade mandelê. ew di serdema girtin, zordarî û bêparkirina ji mafên sivîl ên herî bingehîn de di pêşengiya parastina nasname û mafên gelê xwe de bûn. lê îro kêşe ewe ku gelek ji wan hîn jî girtiyên wê serdemê ne, nikarin mezinbûna veguherînên ku herêmê dîtiye fam bikin.

hin kesayetên wê serdemê hîn jî rêbaza xwe ya kevn dişopînin, ji bo ku rayedarên sûriyeyê dilovaniyê bi gelê kurd bikin da ku piçek daxwazên nizim bide kurdan, lê daxwazên han êdî ne li gorî armancên tevgera kurdî ne a ku niha bilind dibe, ne guncaw e ku ev kes li ber deriyê desthilatdariya terorîst a li şamê lava bikin da ku çend mafên bingehîn bidin gelê kurd:

pîrozkirina nowruzê bê astengî.

rêdana bikaranîna zimanê kurdî di çarçoveyek sînorkirî de an jî di nav malê de.

rêdan ji bo kurdek bikaribe piskiletekî ji xwe re bikire û wî li ser navê xwe tomar bike.

an ku di rewşa herî baş de, kesekî kurd wekî şaredarê amûdê, ku nifûsa wê %99 kurd e, were destnîşankirin.

doh ev daxwaz wekî gavek wêrek an jî wekî destkeftiyek mezin dihatin hejimartin, lê îro roj ji hêla hinek siyasetmedarên kevin de bû ye parsekîyek siyasî, dema ku lava ji desthilatdariyek selefîst nijadperest dikin taku dilovaniyê bi kurdan bike, lê destlatdariya şamê kurdan wek gelekî  biyanî  dijmêre û hewl dide da ku wî ji holê rake.

îro roj rastiyeke bi temamî cuda heye. nifşek ji ezmûnên başûrê kurdistanê a ku tê de herêmek federal ji dayik bû ye, ji veguherînên berdewam ên li rojava ku rêveberiyeke xweser derxistiye holê, û ji tevgera siyasî ya kurd li bakur û rojhilat ders girtiye. van hemûyan asta armancan ji tenê destûrdayîna axaftina bi kurdî an lidarxistina pîrozbahiyek giştî pir bilindtir kiriye. daxwazên nifşê nû niha bi mafên neteweyî û siyasî yên rewa yên di asta destûrî û yasayî de ve girêdayî ne, ne wekî qenciyekê ji desthilatdariyeke dagirker.

bêguman siyasetmedarên kevin roleke dîrokî ya rêzdar lîstine û bingeha ku tevgera rizgariya kurd lê dest pê kiriye bûn. lêbelê, dubarekirina berdewam a retorîka duh, bi hişmendiya salên 1960 û 1970an, êdî xizmeta dozê nake, berevajî vê, ew bûye astengiyeke rastîn. ew helwestan parçe dike, tevgerê tevlihev dike, û şiyana rûbirûbûna bi rejîmeke nijadperest û terorîst mîna ya sûriyeyê qels dike. ji ber vê yekê, hilbijartina ku ev nifşê siyasetmedaran pê re rû bi rû ye eşkere ye: an bi guhertinan re gav bavêjin, gotara xwe pêşve bibin, û daxwazên xwe li gorî daxwazên piraniya gelê xwe bilind bikin.

yan jî ew dikarin bi rûmetî xaneneşînî werbigrin, û rê ji bo rêberên nû yên ku xwedî şiyan û wêrek in ku projeyek siyasî ya berfireh pêşkêş bikin ku li gorî daxwazên gelê kurd be.

dem hatiye ku em ji çerxa lavakirina siyasî derkevin û doza xwe bigihînin astek ku şayistî gelekî ku bi hezaran qurbanî dane û hînjî  ji bo azadî û rûmetê xebatê dike.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Narîn Omer

Malpera “Welatê me” ji bîst salan ve û heta niha jî dana xwe ya bê hempa di warê çand û wêjeya kurdî de didomîne.
Ew yek ji wan çend malperan e ku bê navbir û behnvedan weşan û beşdarbûna xwe, hem bi zimanê Kurdî û hem jî bi Erebî…

Reşîd Ebas

Berî sê rojan min nûçeyeke xemgîn bihîst, ew nûçe ya barkirina nivîskar û helbestvan Hişyar Muhemed bû dilovaniya Xwedê li giyanê wî be. Ez pir bi vê nûçeyê xemgîn bûm, piştî du rojan min bi rêya (masincir) bi Evdî Çaço re deng kir, sersaxî ji wî re xwest û di…

EBDILBAQȊ ELȊ

Di mêjûya gelê kurd de du bȗyerȇn diyar hene ku bi hevre xalaeke guhertinȇ ya mezin di pȇvajoya gelȇ ku ji mȇjve jibo mafȇn xwe yȇn netewȋ ȗ niștimanȋ tekoșȋn kiriye ҫȇkirine. yek ji herdȗ bȗyeran damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê ye, û ya dȋ jidayikbûna Serokê gelê kurd, Mesûd…

Ebdûlazîz Qasim

(Li ser zarê Mamosta Hişyar Hisên “Hişyar Bêkes”*)

Hindek diyardeyên zimanvanî di zimanê kurdî de hene, bê ku hîç lêklolîn li ser wan hatibin pêkanîn, û peyvên (Minimal Pairs) yek ji wan diyardeyên ku ti pêkol li ser nehatiye pêkanîn, herwiha min li hember zaravê (Minimal Pairs) tiştek di kurdî de nedît, lewra min ji…