Hêjayî gotinê ye

Reşîd Ebas

Berî sê rojan min nûçeyeke xemgîn bihîst, ew nûçe ya barkirina nivîskar û helbestvan Hişyar Muhemed bû dilovaniya Xwedê li giyanê wî be. Ez pir bi vê nûçeyê xemgîn bûm, piştî du rojan min bi rêya (masincir) bi Evdî Çaço re deng kir, sersaxî ji wî re xwest û di rêya wî re sersaxî ji malbata Hişyar re xwest, dilovaniya Xwedê li giyanê wî be, herweha min sersaxî ji heval û hogirên wî re jî xwest. Min bi Evdî Çaço re deng kir ji ber ku ez dizanim Evdî pir nêzî wî bû, dema min ew herdu nas kirin, ew herdu wek du biran bûn, û herdem bi hev re digeriyan, diçûn dihatin. Min ew bi bîra xwe hanî, û ez matmayî mam, ku çawa kesin hene mîna leşgerekî nenas dixebitin û kar dikin bê ku haya me ji xebata wan hebe, û li dawîyê ji nişka ve ji nav me bar dikin, dîsa jî bê deng diçin, û wenda dibin, bê ku ragihandin yan medyaya civakî li ser wan tiştekî bibêje yan binivîse. Min Hişyar li Şamê (Dîmeşq) nas kir, dem destpêkên salên du hezarî bû (2000 yan 2001) bû, di wê demê de li gor ku ez tê gihîştim Hişyar zana bû, rewşenbîr bû, wêjeya kurdî baş nas dikir, û gelekî hêja û dilnizim bû, ew dilperwerê gelê kurd bû, xemxwarê çand û wêjeya kurdî bû. Bê guman ew kesayetek bû ji piraniya kurdên rojava yên li Şam diman ku çavên wan li cîwarê xwe bûn li çand û wêjeya kurdî bûn, dilên wan li ser gel û welatê xwe bûn, tevî ku rewşa wan ya diravî ne baş bû, ango ne li gor xwestina wan bû, lê dîsa di ber karên xwe yên rojane re wan kar û xebata xwe ya netewî û kurdewerî ranediwestand. Dema min Hişyar nas kir min dizanî ew di nav tevgera kurdî de kar dike, û xwe ji çalakiyên rewşenbîrî û wêjeyî dûr naxîne. Ew pir bi zimanê kurdî mijûl dibû, çi di rêya xwendinê re, çi di rêya nivîsînê re; wî helbest pir caran dinivîsî, lê heger berhemek dinivîsî, wî ew berhem dixist bin beşa pexşaneyê, min nas dikir ku ew naxwaze bibêje ev helbest e, ji ber ku wî dizanî ku mercên nivîsîna helbestê ne hêsanî ne, û nabe her çi mirov tiştekî binivêsîne, di bin navê helbestê de deyne, min bêtirî carekê ji wî re digot ev tiştê te nivîsiye helbest e, ne pexşane ye; ji ber ku min di wê demê de dixwest wî bîtir ber bi nivîsîna helbestê ve bihêvojim, û min li gel wî bingeha nîvîsîna helbesta kurdî ya nûjen didît; ji xwe di wê demê de piraniya nivîskarên helbestê berê xwe dabûn helbesta nûjen. Helbet ez li ser demeke berê deng dikim e, ku bêtirî bîst salan berî ye. Di wê demê de komeke wêjeyî hebû me bi hev re di nav de xebat dikir, ew kom bê nav bû; ne di bîra me de bû em navekî lê bikin, karê wê xwendin û nirxwandina wêjeyê bi zimanê kurdî bû, û li gor têye bîra min karê wê komê dor pênc şeş salan dirêj kir, yên di wê komê de kar dikirin her derdora bîst rojan li hev diciviyan, her kesekî çîrokek yan helbestek yan gotarek dixwend, ango ku her yekî çi nivîsî bû dixwend, di pey xwendinê re ew berhem ji aliyê guhdaran ve dihat nirxandin û rexne li ser dihat kirin, û her çend heyvan şevbuherek taybet dihat sazkirin, li malekê li dar diket, kesin din ji derveyî komê jî dihatin vexwendin da di şevbuhêrê de amede bibin, di wê şevbuherê de helbest, çîrok, rexne dihatin xwendin, ango heger kesekî ji yên komê bixwesta da hindek berhemên xwe di şevbuhêrekê de bixwîne, alîkarî ji wî re dihat kirin, cih û dem bêli dibûn, beşdar jî ji pir deveran amede dibûn, carinan li ser berhemên wê şevbuhêrê bi rengekî rexneyî dihat nivîsîn û di kovar û belevokên kurdî de belav dibû, yan jî carinan ragihandinê li ser wê şevbuhêrê deng dikir û wek nûçeyekê li ser axavtin dikir. Dixwazim bînim ziman ku kesên di wê komê de xebat dikirin ne ji nifşekî tenê bûn, hindek ji wan temenê wan mezin bû, û hindek din jî di despêka jiyana xwe ya wêjeyî de bûn, dor pazdeh kes tê de amede dibûn, piraniya wan kesan bi rengekî dûbare amede dibûn û hindek ji wan di demeke kurt de amede dibûn û diçûn venedigeriyn. Navên ku di bîra min de mane, ji yên wê koma xwendinê, ku pir caran dihatin, û bi rengekî dûbare di civînên komê de hebûn, ev in: Besê Ebdî, Dilovan Ebdî, Diya Ciwan(1953- 2025, dilovaniya Xwedê li giyanê wê be), Emerê Lalê (1935- 2011, dilovaniya Xwedê li giyanê wî be, bi navê Rêncber berhemên xwe mordikir ), Evdî Çaço,  Hişyar Muhemed (1964- 2025, dilovaniya Xwedê li giyanê wî carnan be bi navê Hişyar Bêkes berhemên xwe mordikir), Izedîn Mela (1930- 2020, dilovaniya Xwedê li giyanê wî be, ji ber rewşa wî ya tenduristî ku temenê wî mezin bû ew nikanibû derketa dûrî mala xwe, em cirinan diçûn mala wî), Reşad Şeref, Reşîd Ebas (bi nave Reşîd Beravî jî nasdibe), Rewan Bedirxan, Noredîn Mele Yehya, Mîdya Ebdo (ji kurdên Efrînê ye/gundê Coqê, mala bavê wê li Şam li taxa kurdan/Ruknedîn bû), Muhemed Bêcirmanî, û Wehîd Keleş. Bê guman kesin din hebûn dibûn alîkar ji karê wê komê re wan jî xwe nêzî wê komê didîn û her ku çalakiyeke berfereh çê dibû ew dihatin û amede dibûn. Di wê demê de em her carekê li mala kesekî ji kesên wê komê rûdiniştin piraniya me li du taxên kurdan niştecî bûn, yek ji herdu taxan taxa Kurdan (Ruknedîn) bû, û taxa din taxa Zorava bû . Min bi xwe di wan salan de li zanîngeha Humis beşê ziman û wêjeya erebî dixwend, her dawîya hefteyê ez diçûm Şam (Dîmeşq) û pir caran dema zanîngeh li havînê dihat girtin ez li Şam taxa Kurdan dimam, û dema ez derbasî  nav komê bûm, min nas kir ku kom berî çend heyvan hatiye avakirin û karê komê bi rengekî baş bi rêve diçe. Di vir de dixwazim bînim ziman ku Hişyar Muhemed, dilovaniya Xwedê li giyanê wî be, yek ji damezrînerên wê koma wêjeyî bû, û destê xwe di çêkirina gelek çalakiyên rewşenbîrî û wêjeyî de hebû, ewên ku di Şamê de li wê demê çê dibûn, dixwazim bînim ziman ku piştî ew koma wêjeyî rawestiya komîtek bi navê komîta (Nûbuhar) ava bû ew jî komîteke rewşenbîrî wêjeyî bû demeke hindik dirêj kir, dor du salan dirêj kir ji payîza sala (2006) ta payîza sala (2008), û hindek çalakî li dar xistin, kesayetên wê komîtê hindek ji yên wê koma xwendinê ya wêjeyî bûn û hindek din ji nivîskar û çalakvanin din bûn ku li Şam diman.Navên kesayetên wê komîteyê  ev in: Evdî Çaço, Hoşeng Osê, Hişyar Muhemed (dilovaniya Xwedê li giyanê wî be, Reşad Şeref, Malva Elî, Silêman Osman, Umer Koçerî, û Wehêd Keleş. Wek tê zanîn wê komîteyê jî jimarek şevbuhêr çê kirin, di şevbuhêran de jimarek  ji nivîskaran hatin vexwendin ku bi mijarên xwe bişdar bibûn, wek Anahîta Hemo, Anahîta Şêxî, Asiya Xelîl, Ibrahîm Yûsif, Ronî Elî, Wehîd keleş. Li dawîyê dixwazim bibêjim ku kesayetin hene her çendîn ew bê deng diçin li bi bêdengiya xwe me hişar dikin.    

  1. 8. 2025          

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Di mêjûya gelê kurd de du bȗyerȇn diyar hene ku bi hevre xalaeke guhertinȇ ya mezin di pȇvajoya gelȇ ku ji mȇjve jibo mafȇn xwe yȇn netewȋ ȗ niștimanȋ tekoșȋn kiriye ҫȇkirine. yek ji herdȗ bȗyeran damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê ye, û ya dȋ jidayikbûna Serokê gelê kurd, Mesûd…

Ebdûlazîz Qasim

(Li ser zarê Mamosta Hişyar Hisên “Hişyar Bêkes”*)

Hindek diyardeyên zimanvanî di zimanê kurdî de hene, bê ku hîç lêklolîn li ser wan hatibin pêkanîn, û peyvên (Minimal Pairs) yek ji wan diyardeyên ku ti pêkol li ser nehatiye pêkanîn, herwiha min li hember zaravê (Minimal Pairs) tiştek di kurdî de nedît, lewra min ji…

Tengezar Marînî

Ez bi tenê rawestiyame,

Çemek ji ramanan,

Wêneyên ji sîberê di nav tevnê de,

Vedeng bêhingivtin.

Deng bi çirpekî xwe dişêlînin,

Henaseyek ji nostaljiyê,

Ronahîyek dişkê,

Xeyalên hilweşiyayî.

Bazin dizivirin,

lîstika demê,

dilopek dibare,

deng belav dibin.

Ta…

بێوارحسێن زێباری، هه‌ولێر

ئه‌گه‌ر ئه‌م ل سه‌ر ناسنامه‌ و گه‌لێ كورد ڕاوه‌ستین، دێ ئێكسه‌ر هزر و بیرێن مه‌ دێ بۆ وان شۆڕه‌ش و سه‌رهه‌ڵدانێن گه‌لێ كورد چن ئه‌وێن وان ئه‌نجام دایێ د قویناغێن جۆدا جۆدا دا بووینه‌ مایه‌ی ده‌ستكه‌فتن و ئه‌گه‌رێن هندێ كو كورد ببن خودان بڕیار و ده‌ستكه‌فێن زێده‌تر و…