Peyvên Cotsade (Minimal pairs) di zimanê kurdî de

Ebdûlazîz Qasim
 
(Li ser zarê Mamosta Hişyar Hisên “Hişyar Bêkes”*)
Hindek diyardeyên zimanvanî di zimanê kurdî de hene, bê ku hîç lêklolîn li ser wan hatibin pêkanîn, û peyvên (Minimal Pairs) yek ji wan diyardeyên ku ti pêkol li ser nehatiye pêkanîn, herwiha min li hember zaravê (Minimal Pairs) tiştek di kurdî de nedît, lewra min ji bal xwe navê peyvên (Cotsade) guncaw dît!.
 Tevî ku ev diyarde di gelek zimanan de heye, ku bi gelemperî ji du peyvên cuda di wateya xwe de tên, lê di gotinê de bi dengekî (fonim) cuda dibin, anku cudahiya wan di yek (fonim)ê de ye, lê cotsade di zimanê kurdî de taybetmendiyek xwe heye, ku ev peyv bi piranî ji sê tîpan pêk tên, bi awayekî wekî (Nebizwên + Bizwên + Nebizwên) û bi kêmayî du celeb ji peyvên cotsade têne dîtin:
Yekem celeb: peyvên cotsade yên cuda di tîpek Nebizwên de, wekî: 
1- Ker (nav)
K’er (hevalnav) 
2- kurr (nav)
Kur: kurt, kurîs (hevalnav)
Mînak: Azad riha xwe kur kir.
Pêdiviya vî celebî bi şaraziyek mezin heye, herwiha bi axavtinek bihêz heye, ku bi tenê mirovên kurmancî-axêv dikarin van peyvan ji yek cuda bikin, ku ev celeb dibe alîkar bi taybetî bo zarokan ku bi baştírin fêrî axêva kurdî bibin û dengên taybet nas bikin, ku pêdivî bi hişmendî û rahênanek bihêz heye û şiyanên guh û dev bihêz dikin û dibin alîkar bo bilindkirina hestê awaz û mûzíka kurdî di qonaxên destpêkê yên jiyana zarokan. 
Duyem celeb: peyvên Cotsade yên cuda di tîpa Bizwên de, wekî:
1-(şer, şêr, şûr, şîr)
2-(rêz, raz, rez)
3- (zer, zêr).
4- (kar, kêr)
…..
Heta radeyekî ev celeb bi awayekî zelal ji yek cuda ne, lê di wateya xwe de gelekî ji yek nêzîk in. 
Taybetmendiyek dîtir ya vî celebî ku heger em van peyvan berovajî bikin, ku dîsa wê wateyên nêzîkî yek bidin, wekî mînak: 
Şer 🔁 reş 
Rêz 🔁 zêr
Raz 🔁 zar 
Herwiha derbarê vê mijarê mamosta Hişyar Bêkes bal kişand li ser celebekî dîtir ku nakevê di çarçovê peyvên cotsade de, lê ew jî ji sê tîpan pêk tên û wateyên nêzîkî hev didin, wekî:
1-( Rêz, dêz, hêz …)
2- (xêr, bêr, dêr …)
Bi dîtina Mamosta Hişyar Bêkes; Ku zimanzanên kurd dikarin bi rêka van celeban zimanê xwe dewlemend bikin û peyvên hevbêj û herwiha peyvên dijwate darêjin, lê divê rêbazek rêzîmanî yan rêseyek bo bête dîtin.
* Mamosta Hişyar Hisên “Hişyar Bêkes”; yek ji wan nivîskarên kurd yên bi kurdî û Erebî dinvîsand, lê ji ber sedemên wî demî di navên nehênî de dinvîsand û bi awayekî aşkere nehate naskirin, û mafê wî jî wek nivîskar hate xwarin, tevî çalakiyên wî di nav rewşenbîr û nivîskarên kurd yên li Şamê dirûniştin.
Min û Mamosta Hişyar digel hev di kovara Zengil (beşê kurdî) de dinvîsand û gelek pêşgotinên kurdî yên kovara Zengil bi destê wî hatine nivîsîn û helbest jî vedihandin ku bi kêmanî helbesteke wî “Ez çûme kelê” ji aliyê hunermendê nemir Mihemed Şêxo ve hatiye gotin.
Par (Cotmeha 2024an), ez çûm Herêma Kurdistanê û şevekî li kampa Domîz lê bûm mêhvan û careke dîtir min jê xwest ku berhemê xwe çap bikê, lê mixabin ku îsal di 12ê Tebaxê de, bi nexweşiya penceşêrê çû ber dilovaniya Xudê.
Li gorî ku min ji xwarziyê xwe Ebduletîf Hişyar (kurê rehmetî) bihîst; ku demê malbata wan di sala 2012an de ji Şamê derketin, ku Bavê wî nivîsîn û berhemên xwe li Şamê di xaniyê kirê de hiştin û niha nizanin çi li wan hatiye!.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Şêrkoh Mihemed

Li wirî tu hey xarîbê nêzîk

Li wir, dirêjbuna destê Jiyana min

Sal û Dar û … Bûharî

Bîra bayê hêzdar ji Bakurê laşê min

Başkên ji min û te, Çih lime çaxê rojava

Tenkdikî ..

ger tû li wir be …. Ez hema

<p...

Ebdûlazîz Qasim

Di zimanê kurdî de, pênc çawig (rader) hene, ew jî (an, în, din, tin, ûn), lê di axaftina kurdî (zarê kurmancî) de şeş çawig têne dîtin, ku çawigê (rin) li wan zêde dibê, lê di (zarê Soranî) de, çawigê R li ser çawigê D tê hijmartin, mînak:

Kurmancî: Birin,…

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…

Me bi rêya dost û nasan bêhistiye ku nivîskar û rojnamevanê navdar yê Çiyayê Kurmênc Mamosta Inayat Dîko nexweş ketiye û ev demeke li nexweşxaneyê ye û ji nivîsînê dûr ketiye.

Em jibo başbûna tenduristiya wî, di’ua û hêviyê ji Xudê dikin ku rewşa wî ber bi başbûnê ve biçe û di…