Li Kenarê Delîveyan

Tengezar Marînî

Ez bi tenê rawestiyame,

Çemek ji ramanan,

Wêneyên ji sîberê di nav tevnê de,

Vedeng bêhingivtin.

Deng bi çirpekî xwe dişêlînin,

Henaseyek ji nostaljiyê,

Ronahîyek dişkê,

Xeyalên hilweşiyayî.

Bazin dizivirin,

lîstika demê,

dilopek dibare,

deng belav dibin.

Ta vedikişin,

şax ditewin,

ba dengan hildigire,

bang xamoş dibin.

Ji bo hemiyan,

ên li perawêzan dimînin,

Bîranîn diçirisin,

Peyv vedibin.

Biyav derdibin,

bêdengî tê nuxumandin,

liv di ronahiya kiz de,

lêdana dil di şevê de.

Li qeraxa hizran,

Reng diherikin,

Wêneyek vedibe,

Ronahî rêya xwe dibîne.

Welat, winda,

Lê qet jibîr nabe,

kêliyek dimîne,

himek ji têkildanê.

Firehî gazî dike,

Sozeke nenivîsandî,

destpêkeke nû,

Gavek ber bi nepeniyê ve.

Am Rande der Möglichkeiten

Ich stehe allein,

Ein Fluss aus Gedanken,

Schattenbilder verweben sich,

Läufe hallen, unberührt.

Stimmen flüstern,

Hauch von Erinnerungen,

Ein Licht bricht,

Zerfallene Illusionen.

Kreise drehen,

Das Spiel der Sekunden,

Ein Tropfen sinkt,

Echos breiten sich.

Fäden ziehen,

Äste winden sich,

Wind trägt Klänge,

Rufe leise werden.

Für all jene,

Die im Schatten verweilen,

Erinnerungen erblühen,

Worte entfalten sich.

Räume fließen,

Stille bekleidet,

Bewegungen im Dämmerlicht,

Ein Herzschlag in der Nacht.

Am Ufer der Gedanken,

Farben strömen,

Ein Bild entfaltet sich,

Das Licht findet den Pfad.

Heimat, verloren,

Doch nie vergessen,

Ein Augenblick verweilt,

Ein Hauch der Verbindung.

Die Weite lockt,

Ein ungeschriebenes Versprechen,

Ein neuer Anfang,

Ein Schritt ins Ungewisse.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...

Li gorî PDKT’ê, avakirina ku bi navê “Bakur-Rojhilata Sûriyê” tê binavkirin, projeyeke ewlehiyê ya derbasdar û taktîkî ye ku bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye şekilandin. Ev proje di tu qonaxê de mafên neteweyî yên gelê Kurd bi awayekî stratejîk û siyasal garantî nekiriye. Ji ber vê yekê, ku îro pêvajoyekî şikestinê…

Bizava Aştîya Navxweyî (BAN) sazîyeka sivîl e ku ji rewşenbîr, mafnas û akademîsyenên li Kurdistanê û dîyasporayê ne, pêk hatîye; bûyerên xeternak ku li taxên kurdnişîn ên Şêx Meqsûd û Eşrefîyeyê di van rojên dawî da pêk hatin, ji nêz ve dişopîne û bı tundi şermezar dike.
Di van bûyeran da, ev taxên kurdnişîn bi tank…