Hozan Girkunde
Li ber dergehên, êvareke, bûharî
Min wêneya, xweşikbûna te
Bi teşîya, hestên xwe
Di guldana, dilê xwede, dihûnand!
Û beyara, jiyana xwe
Bi dêmên teyî, xunavî av dida
Li ber, lehiya, kenê te
Min girîyê” di giyanê xwe de
Vedimirand
Tûrê eşqa te, bi dîwarê
Xewa xwe de, dadilqand
Çîroka evîna min, û te
Di dilê Helbesteke, dîn de
Min diçikand
Li ber bayê, bîrhatina te
Di talda pêjna te de
Min konê hestan, vedigirt
Û mawera bihna te, li ezmanê
Pêrgîbûnê, belav dikir
Di her, kêlîyê de
Tu dibû, stêrkek, bi şewl
Ezmanê kêfa min, ronî dikir!
Li ber sîya, xuristeke, serxweş
Li deşta, asoyekî, sayî
wêneyê kenê te, diha te
Nîgar kirin
Li keştiya
Şewşena te siwar, dibûm
Mîna, tiyekî
Li pê leylana
Çavên te, diherikîm
Û tîbûna
Bêhrî kirina xwe
Min dişikand, giyan canê ….!!!