Helbest u Vidyo

‏S A Z A X E Y A L A N

Hozan Girkunde

‏Li ber dergehên, êvareke, bûharî

‏Min wêneya, xweşikbûna te

‏Bi teşîya, hestên xwe

‏Di guldana, dilê xwede, dihûnand!

‏Û beyara, jiyana xwe

‏Bi dêmên teyî, xunavî av dida

‏Li ber, lehiya, kenê te

‏Min girîyê” di giyanê xwe de

‏Vedimirand

‏Tûrê eşqa te, bi dîwarê

‏Xewa xwe de, dadilqand

‏Çîroka evîna min, û te

‏Di dilê Helbesteke, dîn de

‏Min diçikand

‏Li ber bayê, bîrhatina te

‏Di talda pêjna te de

‏Min konê hestan, vedigirt

‏Û mawera bihna te, li ezmanê

‏Pêrgîbûnê, belav dikir

‏Di her, kêlîyê de

‏Tu dibû, stêrkek, bi şewl

‏Ezmanê kêfa min, ronî dikir!

‏Li ber sîya, xuristeke, serxweş

‏Li deşta, asoyekî, sayî

‏wêneyê kenê te, diha te

‏Nîgar kirin

‏Li keştiya

‏Şewşena te siwar, dibûm

‏Mîna, tiyekî

‏Li pê leylana

‏Çavên te, diherikîm

‏Û tîbûna

‏Bêhrî kirina xwe

‏Min dişikand, giyan canê ….!!!

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Tava hêviyê

Ezîz Xemcivîn Were, Çav li ber te raxistî ne, pirsê li pêjna te dikin. Bi kilçîv tîpên navê te li pertûka mijankan…

Şeva Bêbextiyê

Rewan Oso *Têbînî: Nivîskarê bi evê çîrokê di mehrecana kurteçîroka kurdî de (xula yazdemîn) li Qamişlo 14.10.2026 xelata sêyem wergirt... Nebêjin, nikare…