Mêraniya (Xatê) diya Silêmanê Mistê

Konê Reş

  Îro jî, ez çûm serdana Bavê Şivan.. Careke din em di bin holika wî ya havînî de ketin dabaşa çîrokên stranên kurdî.. Vê sibê ji min re çîroka mêraniya (Xatê) diya Silêmanê Mistê ji mala Dîbo ji min re got. Min xwest we bi xwe re, agahdarî mêraniya jina Kurd û sinc û exlaqên kurdî yê resen bikim:

  Di şerekî talanan de, Silêmanê Mistê ji mala Dîbo êrîşî talanê mala Faro dike û di şer de Gêncoyê Çeto bi destê wî tê kuştin.. Di encam de mala Çeto jî Silêmanê Mistê dikujin.. Li vegera Eynqesrê ku paytexta mala Faro ye, termê Gênco davêjin ser pişta qantirekê û wek rêzgirtin ji mêraniya Silêmanê Mistê re, darbestekê çêdikin, termê wî davêjin ser û Bişar û Cemîl radihêjin darbesta Silêman û berê xwe didin Eynqesrê da herduyan li kêleka hev di ziyareta (Şêx îbrahîm) de veşêrin..

Dema ji Xatê re dibêjin kurê te Gêncoyê Çeto kuştiye, mala Çeto jî di heyfa wî de kurê te Silêman kuştine û mala Çeto bi rêzgirtin, termê Kurê te, li ser milên xwe birine Eynqesrê.. Xatê di lingê lind de, berê xwe dide Eynqesrê.. Bi bejna xwe ya dirêj, kiras û xeftanê xerzanî û şara kesrewanî derbasî hewşa qesra Eynqesrê dibe, da ku termê kurê xwe Silêman ji wan bistîne..

Dema ku Bişarê Çeto çav bi Xatê dikeve, ji nav zilama radibe ser xwe û ji Xatê re dibêje:

– Xêr e Xatê tu hatiye vir..?!

Xatê dibêje:

– Hatime termê lawê xwe Silêman..

Bişar lê vedigerîne:

– Çima tê termê Silêman bibe.. Erd tev erdê Xwedê ye.. Em ê wî û Gênco li ziyareta Şêx Îbrahîmê Eynqesrê veşêrin..

Xatê dibêje:

Welleh xebera te rast e.. Lê dixwazim kurê xwe bibînim..?

Dema Xatê di ser termê kurê xwe re disekine, lê mêze dike, jê re dibêje:

 (Silêman lawo! Çend carî ez li ber çoga te rûniştim û min ji te re got; tu nere talanê mala Faro nerevîne.. Heçî mala Faro ne maleke mêşinî ne.. Mêrka mêrxas in.. Li tivingên xwe ewle ne.. Tivingçî ne.. Serê berikên wan zirav in, ji wan re dibêjin çaplî ne.. Heçî xortên mala Faro ne, mina zêrên Reşadî ne, wek ku tu wan ji nav elba çerxî û mecîdiya bineqî ne..  Silêmano lawo! Eger tu axa be, ew jî ji bav û kalên xwe ve axa ne.. Tu mêrxas be, ew jî mêrxas e.. Ferqa te û Gênco ew bi çarox e tu bi qundere ye..).  Û berê xwe da Bişarê Çeto û got: Ziyareta Şêx Îbarahîmê Eynqesrî jî axa Xwedê ye û pêşta xwe da wan û vegeriya malê..

Not: Wek ku diyar e Bişarê Çeto sala 1917an, di eniya şerê Rûsan de hatiye kuştin.. Dêmek ev bûyer berî kuştina wî ye bi çend salan.

Qamişlo 7/8/2025

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Dr. Ehmed Nafiz Beg, yek bû ji wan têkoşer û welatparêzên kurd yên ku navê wan tucarî nayê jibîrkirin, bi taybetî di nav kurdên Cizîrê de. Ji ber ku ew ji yên pêşîn bû di warê dermankirina xelkê Cizîrê de.

Ew kurê welatparêzê kurd (Yusif Begê…

Pîrozbahî

Rêzdar Dr. Serbest Nebî

Me bi kêfxweşî nûçeya wergirtina we pileya professoriyê ji zanîngeha Koye bihîst.

Di demê ku pîrozbahiyên xwe yên germ pêşkêşî we dikin, hevdem hêvîdarin ku hûn serkeftî bin di kar û xebata xwe ya zanistî û çandî û siyasî de.

Em ji nêzîk nivîsîn…

Hozan Girkunde

‏Li ber dergehên, êvareke, bûharî

‏Min wêneya, xweşikbûna te

‏Bi teşîya, hestên xwe

‏Di guldana, dilê xwede, dihûnand!

‏Û beyara, jiyana xwe

‏Bi dêmên teyî, xunavî av dida

‏Li ber, lehiya, kenê te

‏Min girîyê” di giyanê xwe de

‏Vedimirand

‏Tûrê…

Kurdistan Elî

Şêrejina kurd MUNA SILÊMAN xelka Gundê Dugirê ye ji Rojavayê Kurdistanê, piranya Jiyana xwe li Şamê derbas kiriye , bi egera kar û pêdawistiyê jiyanê nêzîkî 20 salan ligel Hevjînê xwe û Malbata xwe li Şama paytext dijî, ew koçberî jî Qedera Hejarîya Beşekî miletê Kurd bû , di vê…