nivȋsandina: Ebdulrehman El-Raşid*
wergirtina ji zimanȇ Erebȋ: Ebdilbaqȋ Elȋ
Rast e, Beşar Esed êvara şemîyê 7’ê berҫile (dȋsember) ê ji qesrê derket û Ehmed El Şara roja din bêyî ku fîşekek bi tenê li paytextê biteqe, ket wê qesrê. Ev yek di dîrokê de rewşeke kêmpeyda ye, lê digel wȇ jȋ rêya desthelatdariya nû ne qȋr ȗ zift kirȋ ye û geșt jȋ ne dȗze. Rêya guhertina ji Idlibê ber bi Şamê ve vekirî bû ji ber ku piraniya li Sûriyê û herêmê û cîhanê bi rastî daxaza guhertinê dikirin.
lȇ proseya hilqetandina rejîma Esed bi xwe Kedeke dirêj û bi xwîn bû, û dibe ku ew ji prosȇn herî tevlihev a guhertinê li herêmê bû. Ji vî alî ve, divê em bûyerên niha di vê çarçoveyê de bixwînin, ne di çarçoveya kȇlȋka serketinê de. geşbînî, coş û piştgiriya berfireh rê li ber ҫȇbȗna bûyerên siyasî negirt… rȗbirȗ bûnên li peravê bi Elewiyan re, teqȋna li dêreke Xiristiyan li Şamê, û nakokiyên bi Durzîyên Siwȇydayê re û bi HSDê re li Reqayê. Kirîzên ku qewimîne, û qeyranên ku dibe ku paşê çêbibin, têne çaverêkirin. Hundir li ser derxistina Esed yekdeng bȗ, û rejîma nȗ dȇ pȇdivȋ bi demekȇ hebe ji bo avakirina baweriyê. Û li wir derdora herêmî ya bi kirȋz heye, yên ku ji guherînê ziyan dȋtine tȇ de hene, ȗ dȇ Ji bo testkirina mijarê, ȗ pejirandina rastiya nû û alȋkariya bi wê re pêdivîya wan bi demê hebe.
Di nava rûbirûbûna pêkhateyên xwecihî de, du Kategorî yên ku ji bo wî gef in hene. ya yekem dijmine ku ya jȇ herî diyar bermahiyên rejîma berê, ȗ hêzên li Îranê û çeteyên xwecihî yên weke mafyayên madeyȇn hișbir in. Evana dê hercar ȗ berdewam hewl bidin ku atmosfereke lihevketinȇ bi afirînin ku bi demê re mezin dibe û dê ber bi marjînalkirina Sûriyê û mijȗlkirina Șamȇ di şerekî dirêj de ȗ derketina herêmên serbixwe ve bibin. Kategoriya duyem ji pișta rejîmê bixwe ye, yan jî xwe beşek ji wê dibȋne, beşdarî çêkirina qeyranan dibe û nêrînên wȇ li ser birêvebirina welat û peywendiyên bi cîhanê re heye. Û ev ya dilsoz ji ya dijmin ne kȇmtir metirsȋdar e ji bo desthilatdariyê, ji ber ku ew cengan vedike û cûdahiyan kûr dike. Metirsiya wê ew e ku desthilata Sûriyê dikişîne rûbirûbûna rejîma herêmȋ û hêzên derekî vedixwîne jibo veberhênana di şerekî xweyîtȋ yȇ xwecihî.
Ev xefikane di ҫareseriyȇ de pȇdivȋ bi hișmendiyȇ hene, da ku hukûmetê mijûl neke ji bi cîbicȋkirina karê herî zehmet, ȗ ew avakirina dewleta nû ye ya ku piraniya Sûriyan li bendȇ ne, ji başkirina jiyanê û veguestina ber bi dewleteke nûjen ve. El Şara gelȇriyeke wȋ ya navxweyî heye, divȇ ew wȇ xwert bike da ku ji encamȇ gelek zehmetiyȇn ku dȇ werin ku ya herî diyar ji wan nan, bihayên bilind, nimiziya mȗҫeyan û hêdî gihandina alîkarîyên derekî jȇ neyȇ xwarin. Ȗ ev zehmetȋ ti tȇkiliya Îranê an jî bermahiyan pȇre nȋne, tevlȋ pêdiviya vemirandina nakokiya civakî dibe ya ku bi xwe Pirojeya şerê navxweyî ye. Kesên ku bi navê azadiyan an ji bo berevaniya rejîmê yan li dijî wê, dinav wȇ de cih girtine kar dikin ji bo gurkirina pêkhateyên gel yȇn nakok ku bi xemgȋnȋ û gumanan niştecî ne.
Civaka navdewletî dewleteke sivîl dixwaze ku sîstemeke ewlekarî û leşkerî ya bi dîsîplîn birêve bibe, û rejîma Şamê nû ye, pêdiviya wȇ bi demekȇ heye ji bo rêzên xwe birȇxistin bike û komên cuda yên Sûriyê bidestbixe. bila em bînin bîra xwe ku Hafiz Esed, dema ku xwe wek parêzvanê hindikayiyan nîşan da, wȋ Ebdulhelîm Xeddam û Mistefa Tlass ser rast û çepê xwe danȋn.
Paşê li herêmê hêz hene ku nekarîn rejîmên tundrew ava bikin û dixwazin Sûriya Xezze yan Afganîstan be.
Yekser piştî ketina paytextê, El-Şeraa vekirîbûna xwe li ser her kesî û xema xwe ya Sûrî, neg navneteweyî ragihand. Ȗ wî nermbûnek ku gelek șaș kir nîşan da û têkiliyên xwe bi piragmatîyeke ku bi tișta pȇ soz dabȗ hevaheng be bi rê ve bir. Ji ber vê yekê, Sûriya dê ne modela îranȋ be ku heme li ber ҫȗna ava ye, ne jî dê ji hineke din re li dijî Îsraîl yan Îranê şer bike, ȗ divê rê nede kesên din jȋ ku şerên xwe derbasî hundirê wê bikin. Di nava van aloziyên etnîkî, mezhebî û herêmî de wê rê bi zehmetî dewam bike. Rejîmê welatekî wêrankirî yê ku ji aliyê hêzên navxweyî û biyanî ve hatiye binpêkirin, mîrate girtiye û ji bo çareserkirina wê pisporiya siyasî pȇwȋste, neg masûlkeyan, û hesta şeşemîn ku pêşbîniya qeyranan dike û dorpêç dike.
* Rojnamevan û rewşenbîrekî Siûdî ye, sernivîserê berê yê rojnameya «ELşarq El-Ewset» û kovara «El-Majalla» û rêveberê giştî yê berê yê kanala El-Erebiye. derçûyê medyayê li zanîngeha Emerîkî li Washington.