EBDILBAQȊ ELȊ
Di haman dema ku șandeya kurdȋ ya hevbeș ya ku ji encamȇ konferansa yekrȇzȋ ȗ yekhelwestȋ ya kurdȋ ku 26 nȋsana derbasbiwȋ li darket hatiye pȇkanȋn xwe amade dike jibo ku ber bi șamȇ ve birȇbikeve ȗ li gel serkirde ȗ rȇberiya nȗ li șamȇ giftȗgo ȗ diyalogȇ bike. Di heman demȇ de rȗpelȇn dezgeh ȗ alavȇn peywendiyȇn civakȋ de lehȋ, șape, ȗ șepȇlȇn handana ȗ teșwȋqȇ li dijȋ desthelata nû li şamê dibînin, seferberiyeke diyar li dijȋ guhertina ku piștȋ rȗxandina rȇjȋma Esed ya Diktator ȗ Fașist li sȗriya ҫȇbȗye di rȗpelȇn toreya civakȋ de bi aweyekȋ weke ku ev desthelata nȗ be ya ku çendên salan em bindest kiribe, her wekû ew be ya ku serjmêriya ewarte sala 1962 çêkiribe ku têde bi sedan kurd ji nasnameta niştimanî bê par kirin û bê nasname ya niştimanî hiștin, û ew be ku zinara erebî jî pêkanȋbe, û Biryarnameya Zagonsaz jimare 49 sala 2008 yê ku herêma me ya kurdî kire dorpêçeke aborȋ ya kujer de tȇ dȋtin.
Di vȇ ҫarҫoveyȇ de ҫend pirs serȇ xwe dihildin ȗ derdikevin holȇ:
Gelo ev handana ȗ teșwȋq kirin li ser rȗpelȇn ragehandinȇ di vȇ dema hestyar de di bercewendiya kȇșe ȗ pirsa kurdȋ de ye li Sȗriya, ȗ ҫi bandorȇ li erkȇ șandȇ dike?
Gelo ev gilȋ ȗ gazinȇn ku tȇne belav kirin rastin? ȗ di dema xwe de ne?
Aye ew guneh ȗ sȗcȇn tȇne diyar kirin bi rasti ji riftarȇn vȇ desthelatȇ ne?
Bȇguman ev yek ne di bercewendiya kêşeya me de ye, nexasim ku me berê xwe daye giftûgo û diyalogê, me şanda danûsitandinê amade kiriye jibo mafên kurdî.
Em li ser rȇ ya Șamȇ ne, em kemberȇn xwe girȇdidin, Ҫentȇn xwe berhev dikin, jibo ku em berȇ xwe bidin paytextȇ daku bi rayedarȇn nȗ re bi civin ȗ hevdȋtinȇ bikin, ji lewra pȇwȋste gotar ȗ axaftina me ne tenȇ nerim be, belȇ divȇ gotareke diplomatȋk be ku atmosfereke guncaw pȇkbȋne, dilxweșiyȇ ҫȇbike, pȇwȋste em gotarekȇ saz bikin ku rȇ jibo danȗsitandin, giftȗgo, ȗ diyalogȇ xweș bike, pirȇn mitmane ȗ pȇbaweriyȇ ava bike, pȇwȋste em peyamȇn dilniya ȗ aramiyȇ ji aliyȇ beramber re yȇn ku em li dȋtin ȗ rȗniștina bi wan re digerin, ȗ em daxwaza mafȇn xwe li wan dikin bișȋnin.
Vêce gelo çawa mirov jibo diyalogê kar dike û hewildanê dike jibo ku bi serkirdeyên şamê re rȗ bi rû rȗne û dihaman ȗ demê de hemû pirȇn mitmane û beweriyê di herifȋne.
Em dȇ ҫawa ҫavnȇrȋ pȇșwaziyeke gerim ȗ bi sȗd bin dema ku em ji her gav an helwestek ji hêla rayedaran ve têne avêtin guman dikin, ȗ em her tiștȇ pȋs bi serkirde ȗ rayedarȇn vȇ desthelatȇ ve dikin, dȋroka wan ya kevin di dȇrin, ȗ dedixin ber ҫavan, ȗ kiryarȇn kirȇt dikine sitiwȇ wan de, ȗ ji ailiyekȋ dȋ ve jȋ hin ji me xwe wek dijber di bȋnin yan dijberiyȇ li xwe digirin dema ku berevaniyȇ diber her liv ȗ tevgera dijber de dikin, ji alȋkariya tevgera ku li beravȇ rȗ dida ȗ ta bi liv ȗ tevgera Siwȇda ȗ taxa Ceremana ya Șamȇ, heme her serhildanek ҫȇ dibe jȇ re li ҫepka didin, ȗ xwe weke xwediyȇ wȇ dibȋnin.
Bê guman șașȋtiyeke mezine ku mirov desthelata nû ya li şamê weke rêjîma berê dibîne,
belȇ raste ku desthelata nû tiștek ji kurdan re rasterast pêk ne aniye, lê ya rast ewe jȋ ku dijminatiya kurdan jî rasterast nekiriye, desthelata nû em bindest ne kirine, em di welatê me de ne kirine biyanî ȗ bȇ regezname ya niștimanȋ, şerê parî ȗ gepa devȇ me ne kiriye, û em ne kirine dorpêçeke aborî de, ne berdaye xort û keçê me ji karê wan, zimanê me qedexe ne kiriye, belkȋ berȗvajȋ vȇ yekȇ ji roja pȇșȋ ve gotara wȇ derheqȇ gelȇ me yȇ kurd ne tenȇ nerim bȗ, belȇ kurd weke gelekȋ resen ji pȇkhateyȇn Sȗriya dane nasȋn, ȗ sitem ȗ zora dȋrokȋ ya ku li dijȋ kurdan hatiye ҫesipandin berҫav girtiye ȗ pejirandiye, tevȋ ku ew hatiye ser kavilan, qadeke vala ku bihna mirinȇ di her quncikeke wȇ de di fȗre, welatekȋ wêran kirî ku 14 salan di nav șer de bȇ jȇrxanȋ maye, ȗ hata ku ji pȇdawistiyȇn jiyanȇ vala bȗye jȇre hatiye radestkirin, ȗ eve ji bilȋ xerakirina exlaqî ȗ komelayetȋ, ȗ nemana mitmane ȗ baweriyȇ dinav pȇkhateyan de, ligel kawdan ȗmercȇn hawȋr dor ȗ xwestek ȗ fișarȇn curbicur ji hȇz welatȇn herȇmȇ.
Herweha divȇ neyȇ jibȋrkirin ku hin hene dixwazin rewș bi giștȋ tȇkbiҫe, dixwazin ku șanda kurdȋ ya hevbeș di erkȇ xwe de tȇkbiҫe ȗ bisernekeve, di xwazin ku desthelata Șamȇ danpȇdanȇ bi vȇ șandȇ nede ȗ pȇșwaziya wȇ neke, da ku dȗr nȇrȋnȋ ya xwe nȋșan bidin ku ew pȇșbȋnin ku wan ji pȇșȋ ve dizanȋ ku rejȋma nȗ ya Șamȇ ji ya kevin ne cuda ye, herdȗ bi heman bȋr ȗ hizirȋ tȇkiliyȇ bi kurdan re dikin, ango ew hȇviya xirabiyȇ dikin tenȇ jibo ku rastiya xwe nȋșan bidin, herwekȗ yek bi xwaze bavȇ wȋ bi mire daku bi gorina wȋ sȗnd bixwe, yan jȋ ew dijberȇ bȋrdozȋ ȗ Ȋdiyolocȋk yȇ desthelata nȗ ne, na xwazin ew desthelat baș be jibo ku bi bȇjin kiryarȇn nebaș ji malzaroka Ȋdiyolocȋk ya wȇ ne, ango ev Ȋdiyolocȋ van kiryaran ҫȇdike ȗ di afirȋne.
vêce bila em nebine daçek û alavên hin din ku ew bixwe xwediyê hemû piroje û kiryarên ku me anîne ziman in. Ku wan dijminatiya vê desthelatê li xwe girtine tenê jiber ku deskeftȇn wan yên berê ji destê wan derxistine, yan jî dijminatiya îdiyolociye
Di çarçoveya kar û xebata xwe de divê em ji xendek û çepera dijberî ango moxalefetê dûr bikevin û heke ew di nav bijardeyên me de hebe jî divê ya dawî be, ji ber ku ezmûna moxalefetê di çardeh salên bûrî de ji bo me ne biserketî bû, xelkê pișta xwe da me, em pişt guh kirin, piştî ku nȇzîkî 50 welatan bi navê dostên sûriya xwe wek piștgirên moxalefetê di dan nasîn lȇ di dawiyê de tavan xwe ji pişt moxalefetê da alî û ew sipartin tirkiyê, her weha di çend rojên pêşî de jȋ piștî serkeftina şoreşê û roxandina rêjîma jinav çiwî dema ku bûyerên beravê û yên siwêdayȇ destpêkirin Israyîlê bi xwe ne xweş kir û xwe wek piștevanê kêmnetewan diyar kir, weke berevanê kêmnetewan tevgeriya lê heme dema ku rê jêre vebû ku bercewendiyên xwe bi desthelata nû re pêkbîne dev ji dostê xwe yê go qașo doste berda digel ku bû sedema şerekî mezin û dehan kuştî û birîndar, ȗ her hȇz a siyasȋ wilo ye, jiber ku siyaset bercewend e neg dostanȋ vêce çawa wê bawerî bi dostên weha ku li ya xwe ne heme ku bercewendiyȇn wan pȇk hatin ne dostan nas dikin ȗne dostaniyȇ were, û em dê ҫawa çrenûsa xwe têxin destê wan de.
Bi nerîna min bercewendiya me wek kurd di lihevhatina bi desthelatê re ye, bercewendiya me di giftûgo û diyalogê de ye, ger em di armancȇn dawî de lihev jî ne kin, û em di gera yekem de ne gihin ti rêkeftinan jî, divê em li ser vê rê berdewam bin, ta ku em mafên xwe bi dest xwe ve bînin, û bi nerîna min ev ne ne gengaz e, belkî rêya rêkeftinȇ ne dûz û xweş be jî lê ew rêya sûdmende, ango bisûde, jiber ku desthelata nû dijminatiya me ji xwere ne kiriye armanc digel ku ti maf jî ne daye me, lê ger em karê roxandina rêjîma kevin bi tenȇ bikine pîvanê de, ew bixwe karekî pîroze, nexasim ku bi kêmtrîn qurbanî, û kêmtirîn ziyan ev yek pêk anî, ev yek bigiştî, û tevȋ vê jî kurd weke pêkhateyeke sereke di sûriya de bi nav kirin û mafên wan jî bi rewatî nas kir û sitemxwariya wan ya dírokî jȋ anî ziman.
erȇ hin tȇbȋnȋ yȇn giring li ser vȇ rȇveberiya niha hene, wek nebȗna danpȇdana fermȋ bi pȇkhateyan ȗ di serȋ de gelȇ kurd ȗ kȇșeya wȋ ya dadmend, ȗ em vȇ bi zelalȋ red dikin, lȇ hilweșandina qȗnaxa veguhȇz, ȗ șer kirina li dijȋ wȇ di vȇ serdemȇ de, yan jȋ red kirina wȇ bi giștȋ, tȇ wateya radestkirina Sȗriya jibo tevlȋhevȋ, qerebalix, ȗ wȇraniyȇ, ȗ eva ya ku heman hȇzȇn ku kȇșe ȗ pirsa kurd bi dehȇn salan piștguh kiribȗn lȇ digerin, ȗ ev bixwe ye tişta ku dikare bandorek neyînî li ser têkiliya bi rayedarên Şamê re bike, ji ber ku ew helwestek hinekî fermî tê hesibandin, yan bi kêmanî bi vî rengî tê dîtin, ji lewra em dixwazin li vir balȇ bikișȇnin biser ve, ȗ em hișyariyȇ jȇ bidin.
Ev tișta ku ez niha di bȇjim ger piștgirȋ jibo desthelatȇ be ji lȇ nayȇ wateya ku ez desthelatȇ bȇguneh di bȋnim, lȇ belȇ ew wek hewildana sererastkirina pȇvajoyȇ ye ji hundir ve ȗ ҫesipandina danpȇdana bi pȇkhateyan bi rȇya fișar ȗ xebata siyasȋ tȇ, ne bi hilweșandin ȗ wȇrankirinȇ, her weha Tȇkiliya bi berpirsiyarî bi vê mijarê re nayê wê wateyê ku em li ser mafȇn xwe yȇn rewa û doza xwe ya dad mend bêdengin, lê belê ew tê wê wateyê ku em wan ji wargehekȋ hevkarîyê dixwazin, ne ji wargiha tecrîdê an dijminatîya req.
Ez nabêjim ku divê em dev ji mafên xwe yên rewa berdin, lê nabȇ em dijminatiyeke ku pȇwȋstȋ ya wȇ nȋne çêbikin û em șer li dijȋ kesȋ ragehȋnin ku wȋ li dijî me șer ranegehandibe, belê wȋ baweriya xwe ya baş nîşan dabe û destê xwe ji bo diyalogê dirêj kiribe.
vȇce gelo em dizanin ku em bi van kirinên xwe karȇ șandeyê pir zehmet dikin, yan em bi xwe beșdariyȇ di têkçûna wê de dikin, her ҫend haya me ji vê yekê hebe yan na?