Encamek Dîrokî ji Konferansa Kurd

Mislim Şêx Hesen

 

Di demeke siyasî ya hestiyar de ku  herêm tê re derbas dibe , û ligel zêdebûna pirsgirêkên herêmî û navneteweyî , Şanda Hevbeş a Kurd li Rojava hate avakirin û ragihandin ,û ev li ser bingeha encamên Konferansa Kurd, da ku daxwazên gelê kurd  ku bi dehsalan têkoşînkirin ji bo mafên rewa ên kurdan û azadî û dadperweriyê  .

Ev avakirin gavek dîrokî ye, ne tenê ji bo girîngiya wê ya sembolîk û yekîtiya Kurd, lê di heman demê de ji bo giyanê nû yê hevkariyê û berpirsiyariya hevpare di navbera hêzên siyasî ,kesayetên serbixwe û saziyên cûrbecûr ên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê de diyar dike.

Şandeya hevbeş bersivek berbiçav  ji bo banga kolana Kurd, ku bi berdewamî banga lihevkirin û yekirina helwest ên xwe di vê qonaxa girîng de kirin.

Tiştê ku girîngiya vê gavê xurtkir  ,ew Konferansa Kurd ê ku platformek berfireh ji bo danûstandinek eşkere û berpirsiyar di navbera aliyan de peyda kir. Û helwestek diyar ji wê derket bo daxwazên gelê Kurd û yekgirtina helwest û çalakiyê hevbeş . vêça şandeya  hatiye avakirin hildigire ser xwe berpirsiyariya dengê Kurd di forumên siyasî de, û herwiha parastina mafên wî û beşdarbûn di avakirina Sûriyeyek demokratîk, piralî û nenavendî ku mafên tevahî yên hemî pêkhateyên wê garantî dike.

Di hindir van pêşketinan de , dibe piştgiriyak mezin û giştî ji hemî aliyan ve  bo vê şandeyê diyar bikin. ji ber ku wê wekî derfetek rastîn dibînin da ku baweriya di navbera hêzên siyasî de ji nû ve ava bibin û Kurd bikaribin rola xwe ya xwezayî û pêşeng di pêşeroja Sûriyeyê de bilîzin.

Serkeftina şandeya Kurd ji bo hemî kesên ku baweriya wan bi diyalog, yekîtî û seqamgîriyê heye, lewra jî dive hemî li pişt vê gavê bisekinin ,biparêzin û pêşve bibin bo pêşerojek çêtir û baş .

KOBANÎ

5 / 6 / 2025

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…