Ey xemgîniya

Baso kurdaxi

Li ser ciwanên têkoşînê
Ku bê xatirxwestin bardikin
Ey kurê welatê bêkes
Bi barkirna te
Hêsir di çav û dil xemgîn bûne
Bi barkirina te ezman reş bûye
Bahoz dibare
Kevir û koç dinalin
Ey stranbêjê welatê zeytûnan
Ey hunermendê gelê belengaz
Te ji bo azadî û aşitiyê stran vedijandin
Ji bo dîrok çîroka welêt me ji nûde binivîse
Axaftina te evîn û tovê zeytûnê ye

Her peyvek te di nivîsand
Ji bo vejandina giyanê westiyayî bû
Bi perrên Maman te nivîsandi bû
Her awazeke te
ji bo rûmeta Efrînê û xelkê wê bû
Lê birîna milet qbaş nebû û nehatehev

Ey bilbilê çiyayê Hewar
Tanbur te sêwî ma
Te ew bazî xweş û yekane ji bo kê hiştî
. Û têlên axaftinê yên rastî û hêviyê
Ji bo kê….
Ey bazê azad
Dengê te yê bedewiya xemgîn û zelal Zxînên şevan bû
Û gotinên te giyanê mirov lihev dida
Te barkir û êş kûr kir
Lê dengê te yê xweş di guhên me de ye
Şahidê serdema durûtiyê bimîne.

Raze stranbêjo raze li mala xwe tu mêvanî
Dengê daholan û tembûran ji dûr ve têt
Dengê têlan ewran hembêz dike

Carekê serê xwe rake û bibîne
Şiyar bibe bira te evîn çandiye
Li nêrgizên qeraxên çemê Efrîn binêre
Yên ku te dilê ciwanan de çandiye
Ku armanca te bû
Dilnigeran nebe destvala te barnekir
Keç û xortan soz daye
Darên zeytûnê biçînin
Da dîse zindî bibî lo Ciwano

Raze Cano dibin darên zeytûnê de raze
kurê welatê min raze

29.05.2025

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…

Xizan Şîlan

şev û rojên min

bi nalîn û keservedanên kûr

dibihurin

hinavên şewitî

bûye cîhê gund û bajarên

hilweşiyayî

henasa gewriya fetisî

ji bayê havînên nerm

werdigirim

rengê keskesora derûniya min

çilmisî

li ser axa şaristaniyê

koçberî û derbederî…