15’ê Gulan’ê!..

İSKAN TOLUN Köln.

Belê, îro 15’ê Gûlan’ê, Cejna zimanê Kurdî, zimanê dayîkê ye. Bê goman, yek ji çar dîwarê mezin û bingehî zimanê, zimanê dayîkê ye. Girîngîya zimanê dayîkêye bê nîqaş e. Lê, mixabin, ji ber ko pir zor û zahmetî, qedexe li ser zimanê me hebû; lawma jî me bi zimanê biyanî xwand û nivîsand. Zimanê Kurdî pir xûrt û dewlemende. Niha wek gelek nivîskaran, min jî giranîya xwe daye ser zimanê dayîkê. Heta niha min du pirtûk bi zimanê dayîkê nivîsîye û niha jî, ez li ser romanek e din, a zarokan/ciwanan dixebitim. Di pêşerojê de ezê bi kurtasî, çend qeta ji vê romanê, ji xwendevanên xweyî hêja û birûmet re, pêşkêş bikim. Belê, îro 15’ê Gulan’ê, Cejna Zimanê Kurdî, zimanê dayîk’ê ye. Ez vê cejnê li we xwendevanên hêja û delal, bidil û can pîroz dikim!..

Û niha jî ez dixwazim ji romana zaroka û pirtûka xwe ye yekemîn, çend qeta bi kurtasî ji we xwendevanên ciwan, hêja û delal re pêşkêş bikim. Silav û rêz!..

Silav û rêz!..

Roman a Zaroka/Ciwana, ya bi navê Gavanê Kal:

Merdan têr xwar û li dîya xwe zivirî:

“Dayê ez li bextême, tu her tim hinek nan û hinek penîr zêde têxî turikê min. Min gavanekî kal, şêst-heftê salî naskirîye û pir gunê min pê tê. Îro xwarina wî kêm bû, min ya xwe pêre par ve kir.”

Dayîka Merdan, Kewê got:

“Başe berxê min.” Û her du destê xwe dirêjî ruyê wî kir. Wî bi ber pêsîra xwe ve şidand, himêz kir û serê wî bi hez kirin, sê cara li du hev maç kir.

… … Pir gunê Kewê û Semir jî pê dihat. Ji ber vê yekê, êdî Kewê, her roj, têra du meriva, xwarin dixiste tûrik ê Merdan. Kewê û Semir baş zanîbûn ko, însanetî û merdîtî, hezkirin û parvekirin, dilşadî û bextewarî her çiqas parve bive, hewqas zêde dibe…

 

Pirtûka mine yekemîn ko bi zimanê dayîkê ye: Rovîyê XasûkPeyvên Felsefesi û Çîrok,  ji ber daxwezîya, bi zimanê Almanî jî hate çapkirin. Bi sernivîs a: Der schlaue Fuchs-Philosophische Worte und Geschichten. Ji bo fêrbûna du ziman a tê bikar anîn.

Rovîyê XasûkPeyvên Felsefî û Çîrok:

Delalno, zarokê rojê, yên pêşerojê, pêşedemê, ayendê. De werin em bi hevre, bi wî dilê weyî

paqij, daxwazîyekê bikin:

‘Em hêvîdarim ko her însan, her milet bi bawerî û rengên xwe azad, wek hev bijî li ser rûyê vê erdê!..”

15’ê Gûlan’ê, Cejna Zimanê Kurdî di serî de, li tevayî gelên Kurd û tevayî mirovatîyê pîroz be!..

Silav û rêz.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Barzaniyet ne tenê navek e ku bi serokekî an demeke dîrokî ve girêdayî be, lê belê dibistaneke têkoşînê ye ku di nav salên dirêj de bi têkoşîn, fedakarî û xebata nifşên li pey hev hatiye avakirin. Bingehên vê dibistanê li ser nirxên azadî, rêz, dadperwerî, parastina mafên mirovan û berpirsiyariya…

Dr. Mahmoud Abbas

Ji Şoreşa Klasîk Ber Bi Pevçûnên Serdema Algorîtmî Ve

Gelê Kurd îro ne hewce ye ku dadperweriya doza xwe ji nû ve bipîve, ne jî hewce ye ku ji mafê xwe yê neteweyî, an ji xewna xwe ya dîrokî ya Kurdistaneke yekgirtî û azad paşve vegere. Ewê ku…

Burhan Hesso

Du Baskên min in,

Tu î
û
Helbest …
Berê, ez xewna Tîrkekî bûn
Di malzaroka Kevan de
Kevloşkî,
Xûz,
Çimandî,
Kewş…
Xwe dispart, tîbûna Kerwankî lal !
Ba,
Mîna Silava Peyxamberan
Xav ,
Dibişivîn Hinarên, hinartî xwelya şikestinan
Xav , dibuhurî bixêrîkên pirsan
Têperên Regezan, Qalûnên Qitranê dikşandin ,
Sehên Barîk
Ji Mitêlên Ûcaxan desmêj digirtin
Kendavên hilmirastî, Kindir dadihijtin dûmahiya Henasên min
Li ser pîkoliya min
Qirix diçû Ava
Serek…

Rêber Hebûn

Di roja 11ê Tîrmeha 2026 de, Kombûna Zanyarên Azad li Düsseldorfê êvarek awazê ya bi navê “Şevbêrkeka Hunerî” li dar xist.
Ev çalakî bi dengbêjî û awaza kurdî ya hunermend zanyar: Hisên Bilal hat xemilandin

Rêvebirina civînê ji aliyê nivîskar Rêbar Habûn ve , rêvebirê Destpêşxeriya Kombûna Zanyarên Azad,…