Helbest u pexşan

Zarokekî biçûçik bû…

Gîlbert Zaza

Werger ji Fransî: Xurşîd Ilêwî

 

Mêrikê esmer yê ku xew kiriye

Mijang mîna perwanekê raxistî ne.

Dest ber xewnê ve dirêjkirî ye.

Zarokekî bêje hema boz bû

Bi darên Hejîr û tiwan ve hildiperkî

Geh peya û geh li ser pişta Bozo*

Mêrikê esmer yê ku bêrawestan dibezî

Zarokekî bêje hema boz bû

Di nav berfê de digindirî

Ne ji bahozê û ne jî ji guran ditirsî.

Mêrikê esmer ku hemberî kûlîkekê

Yan balindekî digernijî

Qamçî, tif û feleqe di dibistane de

ji destê bira Hinrî dixwarin

çi li dibistanê û çi li zindanê.

Bêyî ku çavê wî bişke.

Mêrikê esmer yê ku

ez jê hez dikim

zarokekî ku hema boz bû

bi deştan diket

Bêhawa li kulîlkên

şîn digeriya

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: nivîskar

Yekxistina Pêşmerge 

Ali Jouma Yekxistina Pêşmerge girîngtirîn dosya li Herêma Kurdistanê ye, ji hilbijartinan û pêkanîna hikûmetê jî girîngtir e, ji ber ku ew…