Helbest u Vidyo

Welatê Min

Pêşeroj Cewherî 

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

     Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

 Agir bë te min bikevî

     Welatê min wa Rojava

Welatê min birîndarê

Êrişên keryên faşistin

Lê kula min hin ji kurdan

Bi van hovan re hevristin

    Welatê min wa Rojava

Rojavaye welatê min

Heyîne ew hêlîn û lan

Peywir û erk û rûmetî

Kurd te hilgirin ser milan

    Welatê min wa Rojava

Kurdo bêja min çi hale

Ma roja xîretê nîne

Çira tirsok û dilsistan

Timî bê şewq û bê tîne

Welatê min wa Rojava

Pêşeroj Cewherî  – 3  –  11  –  2024

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Tava hêviyê

Ezîz Xemcivîn Were, Çav li ber te raxistî ne, pirsê li pêjna te dikin. Bi kilçîv tîpên navê te li pertûka mijankan…

Şeva Bêbextiyê

Rewan Oso *Têbînî: Nivîskarê bi evê çîrokê di mehrecana kurteçîroka kurdî de (xula yazdemîn) li Qamişlo 14.10.2026 xelata sêyem wergirt... Nebêjin, nikare…