MIHEMED ŞÊXO… VEDENGA ÇIYÊ

Fewaz EBDÊ

Di meha Adarê de

Weke te dixwest

Ba bi awaza têleke tembûrê re  tu birî

            di nav qelşên noteyan de di xew ve çûyî

Nexweşxane textekî ji bêdengiyê bû

Pisîkan

            ji mêvanên dihatin seredana te

                        bêhtir henasên te dijimartin

Di quncikê de

            mirarî di çavên Nisrîn de asê mabûn

            bi destê lerzok awaza çûna te dijenî.

Êşê destê xwe li milê te dixist

            têlên te yên jihevketî didan ser hev

            mûzîkê serê xwe datanî ser sînga te

                                    ya ku sirgûnê barê wê giran kiribû

Ey bilbilê xemgîn!

            Xwediyê fîxana nîvco!

Li seranserê rêwîtiya te

            bask çiqasî kurt bûn!

            çiqasÎ asîman ji vedenga stiranên te dûr bû!

Ey bilbilê ku dilê te henaseke kêfê nekişand!

            ji aviya rûkê gulê têr venexwar!

            Û ne te Buhar li ser dikka nebediyê himêz kir!

Dema bajar mirina te ragihand

            Kolan û sikak hejiyan

            Xwîsî di qirikan de ma

            Qarîn gihan asîmanê hefta

Lê tu bi tena serê  xwe bû

            Tu li bende sersaxiya pêşî bû û

                        kes tunebû destê te bigire.

Tu bi tenê bûyî û

            agirê derdên te gurtir dibû

                        perperîkên bîranînên te xwe lê digirtin

            axîna gula te di tariyê de dixeniqî

                        mîna zarokeke pêsîra diya xwe winda kiribe.

Çaxê “Gava ez mirim” li asîman belav bû

            Ji nav bexçan meşîn û bi rê ketin

            Xwe li bejn û bala te ya bilind girtin

Bajar biçûk bû

            Bejna te tê hilnedihat!

Ew li nemra pêlava te digeriyan

            libên tizbiya te dijmartin

            pehnbûna cama berçavka te dipîvan

Lê te

            dûrbûna di navbera birîn û awazê de dipîva

            di navbera vedengeke ji devê tembûrê revyayî û

                        dîwarên zindanê yî sarî ku

                                    deyaxa te mîna rojan dijimartin

Di kolanan de

            dengê te bê laş bi rê ve diçe

            dişibe toza Pêşmergeyên ku li ser pişta stranan vedigeriyan

            dişibe welatekî nema nexşeya xwe dibîne.

Tembûra te çira pênca ye, diçirise

            xemgîn û biyan

            li xwe temaşe dike çawa li ber bayê jibîrkirinê dişewite

Ne Xaça Sor û ne jî Heyv

            bi hewara wê ve nayên

Tenê roniyeke melûl

            di bîrdanka aso de

                        diyar dibe!

Ho layê Şêxo!

Tenê te ji wan kesan re distira

            ewên ku ji xewnan pêve wan tişt nebûn.

Te ji wan re “Azad e şêrîn” û

            “Em hemû Pêşmerge ne.” stira

Gelo Pêşmergeyan azadî dane te?

Gelo te kelemçe bi stiranên xwe şikandin?

Ey vedenga çiyayên koçber!

Ey têla tembûrêyî ku naqete!

            Gelo niha tu dengê xwe dibihîzî?

Tu li wir stiranan dibêjî?

            Li wir, cihê

                        bêtirs

                        bê sirgûn

                        bê kelemçe û

                                    bêsînor?

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Mirov hene, dema tûşî nexweşiyekê dibin,
pir kes û mirov bi wan diêşin, sedem jî ev in: an di nav civakê û di qada pê ve mijûl bi xeml û rewş dikin, an jî xwedan temen hindik û pichûk in û mirov dua dike, ku xwedê wan bi selamet bike. Mizgîn xweda evan herdû xesletan…

Konê Reş

Dr. Ehmed Nafiz Beg, yek bû ji wan têkoşer û welatparêzên kurd yên ku navê wan tucarî nayê jibîrkirin, bi taybetî di nav kurdên Cizîrê de. Ji ber ku ew ji yên pêşîn bû di warê dermankirina xelkê Cizîrê de.

Ew kurê welatparêzê kurd (Yusif Begê…

Pîrozbahî

Rêzdar Dr. Serbest Nebî

Me bi kêfxweşî nûçeya wergirtina we pileya professoriyê ji zanîngeha Koye bihîst.

Di demê ku pîrozbahiyên xwe yên germ pêşkêşî we dikin, hevdem hêvîdarin ku hûn serkeftî bin di kar û xebata xwe ya zanistî û çandî û siyasî de.

Em ji nêzîk nivîsîn…

Hozan Girkunde

‏Li ber dergehên, êvareke, bûharî

‏Min wêneya, xweşikbûna te

‏Bi teşîya, hestên xwe

‏Di guldana, dilê xwede, dihûnand!

‏Û beyara, jiyana xwe

‏Bi dêmên teyî, xunavî av dida

‏Li ber, lehiya, kenê te

‏Min girîyê” di giyanê xwe de

‏Vedimirand

‏Tûrê…