Helbest u Vidyo

Helbestek Ji dîwana min ya ko ez tiştekî li ser wê nizanim

Helbest: Birahîm Mehmûd

Wergerandin: Ezîz Xemcivîn

 

Min got: Asman

Wê got: Xak

Ew pîvana di navbera dengê min û dengê min de ye

Di navbera zar û zimanê min de ye

Di navbera xwîn û ava min de ye

Di navbera nexşe û sînorê min de ye

Di navbera ling û pêngava min de ye

Di navbera nav û rûyê min de ye

Di navbera sariya xaka ko ez li ser wê

û sermaya asmanê ko ez bivênevê bi navê wî dixwînim

di navbera min û pîvana li ser me pêk hatiye…

……….

Min got: Te dît?

Wê got: Bê çav im!

Min got: Te bihîst?

Wê got: Nabihîzim!

Min got: Te bêhn kir?

Wê got: Bê bêvil im!

Min got: Tu hest bûyî?

Wê got: Ez bê hest im!

Min got: Va ye tu tu yî, kanî tu?

Wê got: Ah va me ez û ne va me ez!

Û ez bi hilgirtina hestiyên xwe ên bê tevn hest kirim…

…………

Min got:Wêneyê xwe bide min

Wê got: Rûyê min nîn e!

Min got: Navê xwe bide min

Wê got: Navîşka min nîn e!

Min got: Destpelînekê ji xwe bide min

Wê got: Bê çerm im!

Min got: Dilê xwe bide min

Wê got: Bê rêbuhêrkeka ewle me!

Min got: Dengê xwe bide min

Wê got: Bê zengelor im!

Min got: Qêrîna xwe bide min

Wê got: Bê sîber im!

Min got: Destê xwe bide min

Wê got: Bê tilî me!

Û bi zikxişkê ve çûm, ez zemînê bi sosretên wê ve ezmûne dikim…

……..

Min got: Ev pirtûka min e

Wê got: Ka navê te?

Min got: Ev asmanê min e

Wê got: Ka asoyê te?

Min got: Ev gemiya min e

Wê got: Ka deryaya te?

Min got: Ev stêra min e

Wê got: Ka burcê te?

Min got: Ev kaniya min e

Wê got: ka çemê te?

Min got: Ev muzîka min e

Wê got: Ka amûra te?

Min got: Ev der warê min e

Wê got: Ka nîşanên te?

Min got: Ev bavîtiya min e?

Wê got: Kanî dola te?

Min got: Ev rojnameya min e

Wê got: Ka zimanê te?

Min got: Ev hevrêya min e

Wê got: Ka nijada te?

Min got: Ev sibeha min e

Wê got: Ka hetava te?

Û min qîrîn kir û min dengê xwe ne bihîst!

12.02.2025

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Vexwendina Mihrecana Helbesta Kurdî

Komîta Mihrecana Helbesta Kurdî û Komeleya Wolfsburg ya Çandeya Kurdî Heweyên hêja vedixwînin ji bo Mehrrecana helbesta Kurdî. Li hola komeleya Wolfsburgê…