Hejmara (25) a Kovara Şermola Derket

Hejmara (25) a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket.

Dosyaya vê hejmarê “Di Sûriyeya Nû de; Çand û Wêje” ye , li ser vê mijarê çend nivîskar û rewşenbîr nêrînên xwe anîn ziman..

ji pêşekiya hejmarê: Mijara din a ku divê were tekezkirin, realîteya wêje û çandê di Sûriyeya nû de ye (piştî rejîma Baasê), ji ber ku pêvajoya ji nû ve avakirina sektora çandî pêwîstiya wê bi erêkirina destûrî heye, wek ku me li jor behs kir, azadiya etnîkî û civakên xwecihî ji bo bikaranîna mafên xwe yên çandî û zimanî. Ev şertê bingehîn e ji bo bidestxistina ronesanseke berfireh a wêjeyî û çandî li Sûriyeyê ye.

Ji mafê gelê Sûriyeyê ye ku çandên hemû pêkhate û etnîkan binasin, ji aliyê çandî ve sûdê ji hev werbigirin. Yanî kurdek dikare zimanê xwe yê dayikê fêr bibe û di heman demê de fêrî zimanê erebî û suryanî jî bibe, her wiha erebek li kêleka erebî fêrî kurdî û suryanî jî bibe û hwd. Hemû gelê Sûriyeyê beşdarî şahî, şînî û cejnên hev bibin. Ji ber vê yekê divê cejna neteweyî ya Keurdan (Newroz), cejna neteweyî ya Suryan û Keldaniyan (Akîtu) û cejnên olî yên Xiristiyan, Êzidî û mezhebên din bi awayekî fermî bên qebûlkirin. Xwedayê mezin bang li me kiriye ku em weke gel û civakên dinyayê hev nas bikin, bi hev re bijîn û şer û pevçûnan red bikin. Îcar em wek mirov çawa dikarin guh nedin vê bangê?!!!

Tevgera wêjeyî û çandî pêwîstiya wê bi ji nû ve sazkirinê heye, da ku hemû zarokên vî welatî, bi hemû pêkhate û neteweyên xwe ve di avakirinê de beşdar bin, her wisa divê mîrasa çandî, hunerî û wêjeyî ya devkî û madî were parastin, ji ber ku ew malê şaristaniya mirovî ya Sûriyeyê ye. Pêdivî ye ku azadiya weşana wêjeyî hebe, bi şertê ku ew bi exlaqên giştî re nakok nebe û zererê negihîne civakên herêmî. Yekîtî û komeleyên wêjeyî û çandî, mîna Yekîtiya Nivîskaran, Yekîtiya Weşangeran, Yekîtiya Hunermendan û Sendîkaya Rojnamegeran, divê saziyên neteweyî yên berfireh bin ku endamên tu civak û mezhebekê li şûn xwe nehêlin”.

Her wiha di hejmarê de çend nivîsên wêjeyî û çandî ku ji aliyê nivîskarên Rojavayê Kurdistanê ve hatine nivîsîn, hene.

Hejmara (25) a kovara Şermola 142 rûpel in, bi kurdî û erebî hatiye çapkirin.

Di beşa kurdî de ev berhem hene:

pêşekî

– Di Sûriyeya Nû de; Çand û Wêje .. (Desteya Sernivîskariyê)

Dosyaya Hejmarê (Di Sûriyeya Nû de; Çand û Wêje)

– Mafê Perwerdeya bi Zimanê Dayikê.. (Peyman Bêrî)

– Têgihiştina Yasayî ya Mafê.. Xwebiryardana Çarenûsê û Doza Kurdî.. (Berzo Mehmûd)

– Gotara Kîn û Tundeweriyê.. (Beşîr Mele Newaf)

Hevpeyvîna Hejmarê

– Li gel hevserokê yekîtiya rewşenbîrên kantona Cizîrê “Ebûdê Mexso” ye (Hevpeyvîner: Aram Hesen)

Lêkolîn

– Ji helbestên Melayê Cizîrî: DIL JI ‘ILACÊ KU BI DERKET .. (Diyar Bohtî)

Jin û Çand

– Jina Rewşenbîr di Sûriyeya Nû de .. ( Diyala Elî

– Ronesansa Jinê li Dar e .. (Leyla Ebdo)

Pirtûk

-Nirxandinek der barê romana Evîna Zarokên Bêwelat .. (Lokman Polat)

– Pirtûkên Derketî.. (Desteya Sernivîskarîyê)

Çîrok

– Destê Jêkirî.. (Fatma Murad)

Helbest

– RÊ.. (Aras Qasim)

– Sêrebenda Dêrîn.. (Ayfer Yildiztan)

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Xizan Șîlan

ey kemana dilê melûl

bi awaza têlên te yên zîz

çiya û zozan bi gulên serkeftinê

dixemilin

miriyên goristanan

di xewa aramiyê de

vedihesin

pêlên çeman

bi xumexum zelal diherikin

heyv di şadiya xwe de

dibiriqe

îskeîska giriyê zarokên…

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…