EY REQÎB JI NAV KAVILÊN ENFALAN RADIBE

Fewaz Ebdê

Di êvareke bi bêhna axa bi neynûkan kolayî de

Min dengê henasên çiyayan bihîst

                qerqerin zelalî ji mijê li xwe kiribûn û

                                bi dengekî bizorderketî “Ey Reqîb” digotin.

Te yê bigota ji devê gorê gazî zarokên xwe dikin.

Enfal?

                ne sûretek e

                lê destekî êzingêreşgirtî ye

                                sînga xakê vedixepêre

                                li termên nimêja xwe bidawî nekirine digere

                ayeteke di hestiyê qoq de hatiye kolan û

                                 henasa zarokekî

                                di nav kevirên ku ji serma û fîşekan dilerizîn

                                                di hembêza dayîka xwe de fetisî

Elî El-Kimawî?

Di xewnê de dibû ewrekî jehrkirî û diçû

                silav li milyaketan dikir û

                ji wan re digot: “Mizgîniya min li we”

Milyaket dikeniyan…

                û di nav dûmana xerdelê de winda dibûn.

4000 gund

                Weke çirayên ji heriyê li keviyên komkujiyan hatin daleqandin

                û her malek

                di qirika xerîbekî  bêwelat de

                                bû helbesteke denggirtî.

Lê Buhar

Ax Buhar!

                Ji nav hestiyên bizinên binaxkirî derket

                                cilê Pêşmerge li xwe kir

                                û li ser rûkê asîman bi dewêta nêrgizê nivîsî:

                “Li vir yê ku li ser piyan mir, nemiriye”.

Darek ji qoqekî jibîrkirî şîn tê

Kulîlkek di bêrîka leşkerekî de li diya xwe digere

û minarek bang dike, ne azana nimêjê

Lêbelê, bi banga: “Rabin! Vaye jiyan vegeriya“.

Bi her berbangê re

                Sirûdrek ji devê keviran derdikeve:

                                “Ey Reqîb…”Ey Reqîb

Can namire

Şêwe tê guhertin

û di:

                darekê

                helbestekê

                yan welatekî nayê binaxkirin de

                                                vedigere.

Jinekê bi pistepist digot û dengê wê hêdî hêdî bilind dibû

Ez li wir bûm…

Min zarokê xweyî di nav şalika dapîra xwe de pêçayî hildigirtibû

Ba giran bû

                Weke ku bîrdanka zemînê tevî hilgirtibe

Ji min re gotin:

Sûretê Enfalan li ser wan bixwîne

Min got: Na…

Ez ê ji wan re sirûda “Ey Reqîb” bêjim

                ji bo ku li ser gorên wan

                                kulîlkên tirsê nas nakin şîn bên.

Dengê ruwê diya min ji bin axê dihat

                ji min re digot:

Negirî!

Çemê ku termên me li ber xwe birin

Di sînga çiyê de bû rûbarek ji Nêrgizan

Û vame ez

                dengên wan ji nav bayê kom dikim

                şaleke kesk ji wan çêdikim

                û li milê keça xwe dipêçim.

Ji ber ku em miletekî têk naçin, em tên veguheztin

Em dibine darek û vedigerin

dibine sirûdek

                û bi her berbangê re asîman bang dike:

“Ey Reqîb her…”

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Kongreyê sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye, roja 23.08.2026, li bajarê Essen li Elmanya, bi amadbûna hejmarek ji endamên Yekîtiyê, û bi beşdarbûna hejmarek din ji endaman ji çend welatên din bi rêya zoomê, hat lidarxistin.
Pêşî çend raportên rêxistinî, çalakî, û darayî, hatin xwendin, piştre giftûgoyek li…

Fewaz Ebdê

Were xanim!
Were!
Da ez hemû şkestinên xwe
Revecengên xwe
Di çavên te de bixwînim
Kirasê dîroka xwe jê bikim
Cugrafiya çavên xwe
Di awirên te de dorpêç bikim
Dema ez
Li çavên te dinerim û
Di kûrbûna wan de noq dibim
Bi girafêtê
Qirika Selahiddîn dixemilînim
Riha wî kurt dikim û
Li Waşintun, Mosko û Berlînê digerînim û
Geh
“Igalê” dikim stukura wî û
Wî li…

Ofîsa Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi êş û xemgîniyek mezin nûçeya koça dawî ya hunermend Gulîstan Tahir-Sobarî bihîst, ku şeva çûyî koça dawî kir, û mîrateyek hunerî dewlemend û bîranînên hêja giranbiha di dilê malbat, xizm, dost û heval û hezkiriyên xwe de hişt.
Xwedê jê xweş…

Bavê Zozanê
Piraniya stranên kurdî eger ne hemî bi rêk û pêk hatine ristin, xweş, hesan û sivik in,ji xwere mere li ser dev û lêvan dihelin .
Qam û qilafeta strana Kurdî tê xuyanîkirin ku ew êşa zor û giran ,tevlî kar û barê jiyana dijwar ku bi rengekî zelal û hesanî ji guhdarê…