Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê Xelata Şerefnameyê ya sala 2024an dîyarî nivîskarê kurd Perwîz Cîhanî kir

Daxuyanîya Çapemenîyê

Vîyana, 17ê Îlona 2024an

Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê “Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî” ya sala 2024an roja şemîyê, 14ê Îlona 2024an dîyarî nivîskar, werger û lêkolînerê kurd yê qedirbilind Perwîz Cîhanî kir ji bo ked û xebatên wî yên demdirêj di warê çand û zimanê kurdî de û bi taybetî di warê wergera ji zimanê Farsî ber bi kurdî ve.

Birêz Dr. Perwîz Cîhanî, ku zêdetirî çil salî ye di warê zimanê kurdî de dixebite, yek ji giringtirîn nivîskarên kurd yên Rojhilatê Kurdistanê ye ku bi kar, xebat û berhemên xwe di warê çand û zimanê Kurdî de bandoreka wî ya mezin heye.

– Kurtejîyana birêz Perwîz Cîhanî

Perwîz Cîhanî Sala 1955an li gundê Belesora jêrîn ya bi ser bajarê Xoyê ve li Rojhilatê Kurdistanê hatîye cîhanê. Debistanên seretayî û kutayî li bajarên Xoy û Selmasê xwendîye. Li zanîngeha Peyamê Nûr li Ûrmîyê ziman û toreya Farsî qedandîye û sala 1993yan karnameya karnasîya ziman û toreya Farsî ji wê zanîngehê wergirtîye.

Ji salên 1975-1981, 6 salan weke mamostayê debistana seretayî li gundên ser bi bajarê Xoyê xwandebêjî kirîye. Sala 1983-84 wek lêkolerê li ser jîyana koçerên Kurd li Sazumna Eșayirî ya Ûrmîyê da xebitîye.

Salên 1984- 88 li radiyoyên Kurdî yên Tehran û Ûrmîyê da weke nivîskar û bêjerên du bernameyên ferhengî xebitîye. Di gel karê radiyoyê sala 1984an di gel mamosta Hêmin Mukrîyanî li bajarê Ûrmîyê di Intișarata Selahedîn Eyûbî da kovareke Kurdî bi navê Sirwe, ku bi herdu zaraveyên Kurmancî û Soranî dihate weșandinê damezrandine. Deh salan ta 1995an weke cîgirê rêdaktor û berpirsê beşa kurmancî ya kovara Sirwe di Weşanên Selahedîn Eyûbî da xebitîye.

Sala 1995an bi neçarî ji Kurdistanê derketîye û li welatê Siwîsrayê bûye penaber. Salên 2002- 2005 li zanîngeha Zürichê li fakûlteya Felsefê beşa rojhelatnasîyê dest bi xwendinê kirîye. Çar salan weke mamosteyê ziman û toreya Kurdî li zanîngeha Mardîn Artuklu de dersên zimanê Kurdî ji bo xwendekarên lîsans û lîsansa bilind daye.

Mamoste Perwîz Cîhanî gelek pirtûk û berhemên wî weke gotar, helbest û kurteçîrok di gelek kovarên kurdî yên cur bi cur de hatine weșandin. Li gelek bajarên Kurdistanê û yên Awropayê semînar li ser ziman û toreya kurdî pêşkêş kirîye û di gelek konfiransan de beşdar bûye.

Hinek ji berhemên wî:

– Mem û Zîna Ehmedê Xanî Ûrmîye Weşanên Selahedîn Eyûbî sala 1987

– Nûbara Biçûkan ya Ehmedê Xanî Weşanên Selahedîn Eyûbî sala 1987

– Rênivîsa Kurdî bi herdu șêweyan, WeşanênSelahedîn Eyûbî sala 1988

– Peyam, komelekurteçîrok, Weşanên Bûyerên Rojhelat, Orient Realites, Swîsra/Isviçre 1997

– Ax Șilêrok, helbest, Weşanên Apec. Stockholm, Sweden, 1997

– Alole, komelekurteçîrok, Weşanên Doz, Istenbol, 2002

– Hezarav, ferhengek thematîk li ser Avê, Weşanên Doz, 2004

– Bilîcan, roman, Weşanên Doz, Istenbol, 2005

– Mem û Zîna Xanî bi șirove û rave, Weşanên Nûbihar, istenbol 2007

– Wergerra çarîneyên Omerê Xeyyam, Weşanên Nûbihar Istenbol, 20015

– Çîrokehelbest, ji folklora Kurdî, Weşanên Wardoz, Amed, 2019

– Biratîya Quling û Ruvî, berhevokek ji folklora Kurdî, Weşanên Sîtav, 2019

– Wergêrran dubeytîyên Baba Tahir, Weşanên Nûbihar

– Lêkolîn li ser Leyla û Mecnûna Sewadî, Weşanên Sîtav. Sala 2021

– Berawirdkarî li ser Mem û Zîna Hewramî û Beyta Mem û zînê ya Oskarman, Weşanên Peywend, sala 2022

– Wergêrran û dahênana Xosrew û Şîrîna Nizamî, Weşanên Nûbihar, sala 2023

– Wergêrran û dahênana Leyl û Mecnûna Nizamî, li jêr çapê ye

– Wergêrran Şahnameya Firdewsî, berga yekem li jêr çapê ye

– Şiroveya Dîwana Melayê Cizîrî ( li jêr edîtê da ye)

– Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurd:

Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî di gelawêja 2018an hat damezrandin. Xelata Şerefnameyê her sal ji alîyê Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê ve ji bo nivîskar û rewşenbîrên, ku giringtirîn pirtûk û xizmet ji bo çand, ziman û pirtûkxaneya Kurdî pêşkêş dikin, tê dîyarîkirin.

– Lîsteya Xelatgiran:

Sala 2018an, birêz Prof. Celîlê Celîl

Sala 2019an, birêz Şahînê Bekirê Soreklî

Sala 2020an, birêz Konê Reş

Sala 2021an, birêz Jan Dost

Sala 2022yan, birêz Firat Cewerî

Sala 2023yan, birêz Deham Ebdilfetah

Sala 2024an , birêz Perwîz Cîhanî

– Enstîtûtya Çanda Kurdî ya Vîyanayê

Navê fermî bi almanî “Kurdisches Kulturinstitut Wien”. Dezgeheka çanda Kurdî ya serbixwe ye. Ew di sala 2017an de ji alîyê hin rewşenbîr, hunermend û akademîsyenên Kurd ve li welatê Awustiryayê bi armanca parastina kelepûr û zimanê Kurdî hatiye damezirandin.

Mebestên sereke yên Enstîtuya Çanda Kurdî ya Viyanayê ew in ku bikare çand, tore, huner û zimanê Kurdî bi xelkê Awustiryayî bide nasîn û têkilîyan di navbera welatîyên Awustiryayê û Kurdan de biafirîne û xurt bike.

– Ji bo Têkilîyan:

Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê

Rêveberê Xelata Şerefnameyê: Salih Qitî

E-Mail: office@kurdischeskulturinstitut.at

Telefona Vîyana: 0043660 7399395

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…