Şêro DALÎNÎ
Qolincên di hevokên te de ..
Min hêlandikin
Kayina mijûlbûna hestên te yên hardikim
Şaxvedana biryareke di hinavên min de ..
Ji te re şîrovedikim
Dibe ku pêkenîn ..
Ji benîştê dara bejna te be .
Ma raste .. ?
Ma raste divê ku şerê evînê bi dehên caran bikim ?!
Yan jî xwe bi dehên pirtûkan bidim xwendin
Ta ku…
Ehmedê Huseynî
Hekîm Sefkan
Min destên te li ser durêyên sawê ji bîr dikirin
Min bêriya pêjna te dikir
Wek ku rê ne ji gava me re hatibû xemilandin
Nasnameyên me di qelşên wê re winda dibûn û dara tûyê di hembêza te de digiriya
Şopên kelogirî tika dikirin û serê roavahiyê li ser balgeha bîranînê ditevizî
Xewên xilmaşbûyî li hêviya…
Evîndarê Reshîd Sofî
R-kobani@Hotmail.com
Dîlber …
Jiyana min bû
Jîna min e mayî bû
Evîna min e yekem û dawî bû
Dîlber …
sibê zû
dihat ji kobanî
silavek li min dida
bi dil giranî
Her roj …
min ew didît
bi rêvanî
Dîlber…
kete dilê min
ne bi mîvanî
lê sed mixabin
zû derbas bûn
ew rojên…
Lewend Dalînî
Dengvedana koçkirina te,
Di nav lêvên latekê
Ji ên Kepezê Kîkan de
Zîz dihat, brûskek da
Û keserek kûr
Di bim simê zemên de
Kişand???!!!
Û serê xwe
Di şîneke kûr
Û bi mitale de
Tewand
Bi awazekî kelogirînî
Xwe vewejand
Û ber bi asîmana ve
Diçû
Û li şar û şaristanan
Bela dibû
Bi dengbihîstina wî awazî re
Çil beybûn
Bi rê ketin
Çar sînor derbaskirin
Û li goristên
Xwe bin xak kirin
Berî…
Şepal Hêvo
Di cejna jidayikbûna helbestê de we diyarî xwe dikim))
Rûdêmên te li ser pişta vî bajarê jiberbûyî peya nabin, tu yê mîna belavokên bêguneh …
Û dengê te,ew dengê nixumandî bi meşa dotkerne bêjî,salan ji tenêtiyê kesax dikin,hêdî hêdî tu û kesrê di destê sêwiyan de newq dibin,malkambaxo qey tu nizanî? Bê kenê Ehmedê Xursî …
Selwa Hesen Darî
Ew rengên çavên te yên lewend
Wek reng û sîtavên biharê
Ez der basî bihara dilê te bûn
Rûdiniştim li bin sêbera darê
Dengên çivîkan dihatin min
Jiyan çiqasî xweş e!
Bi rewanekî xweş û gerim
Ez li ser mirina rewanê xwe geriyam
Ew kulilkên dilê te li dor min rengên buharê rijandin
Dengê semfoniyekê ji dûr ve dihat
Evîn çiqasî xweş…
Demhat Dêrikî
1.Dizanim, li wir dilê te erdek qelişiye, nema rondik dikarin lib zêrîngenimê te li ser deşta yarê bikin destesimbil û pêşkêşî dildaran bikin!…hest ber bi Şamê ve, ber bi Libnanê ve, ber bi biyaniyê ve direvin û dilê min jî, li van kolanan strana penaberiyê ji xaka min re distrînê!
2.Strana penaberiyê li ser dika…
Şêrzad Zeynelabidîn
Dilê min borî êvare
Serê min gêj pê potîne
Ev êvare gelek sare
Çavên damay dil xemgîne
Rojê perê xo dahêla
Hetav sorka were bibîne
Çi canyeka qeşenga lê
Spêde hemî te gorîne
Te çend har berdan beyara
Pezê xwe ka tu bicemîne
Ji rêka min vede dehla
Ev çi pêjan û strîne
Ji dîdarê min ne dûrke
Ku çavên min di birsîne
Li te çi geşe bihare
Li…
Demhat Dêrikî
1:Esmerê, bêrîkirina te di tenûra dilê min de bûye êzingên agirinî û tîna xwe, rayên
canê min bi xweziyên dîtinê, hembêzkirinê, bi ramûsanên sernivîsa rojnameya şevên me yên ji bîra evînê, kiriye xelekên bê veqetînê di heneseyên min de!
2:Esmerê, dema darbest li ser milê me bûn û em di nava derûneke baran buharî de ber bi…
Bêwar Girpirî
Evîna min ,ger hêvîHino ,hino pêk bênBi taybeyî ya min û teKu îro bi xwestinêEz û te hêviyên xwe avakin Li ser cama dil Dilê ku ji evînê têr na bê
Evîna min , ger em vî dilî Av bi din bi van hêviyanÛ bi hêza hiskirinê Emê jiyanek bê jan avakinEmê malbatek bi rûmet…