Dilbend xelîl
Newroz îro tu xemgîne
Li ser qamişla evîne
Vê buharê tev xwe reş kir
Hêsir barandin ji kîne
Rûkê van çiya tev reş bû
Bi arê newrozê geş bû
Bû wek xwîna wan şehîdan
Newroza vê salê meş bû
Newroz wan li me kirin xem
Xwîna me rijandin wek çem
Gelî kurdan ne çilminsin
Got nabe me divê berhem
Ne tenê newroz…
Salih cefer
Qey we zanibû ku wê îsal jî buhara Qamişlo wek buharên berê hişk û bi xwîn derbas bibe.
Qey we zanibû ku baranên Qamişlo tenê di zivistanan de dibarin.
Qey we zanibû ku çavên dayikên Qamislo li benda baranê û vergera zarokên xwene.
Qey we zanibû ku ewrên reş û tarî dîsa berê xwe dane…
Maniyêl Broka
Ji Xwîna Husametîn Bahçe re.
Ji dema ku xwedawendên hişmendiya te, xwe di nava te de dilivand in!
Ji wexta ku baweriyên rêberiya baroveyên viyanên te, xwe li bin guhên çepêrên dudilyên dubarekirî dixistin!
Erê ji wexta ku ez û tu û Kurdistan û xwîn û bawerî, di Lozanên pir alî de, ji hev dabeş dibûn!
Ji…
Hozanê Girkundê
welatekî sitembar
kirasê bin destiyê
li xwe zîvar zîvar
kir û ber bi asoyekî
winda hêdî hêdî
hilkişîya belkî dikaribe
li wêderê bihnek
ji azadîyê li ser rûpelên dîroka
mirovatîyê wajo bike
û bi afirîne
welatek ji demek dirêj
govenda bûyeran saz dike
li pênas û navê xwe di gere
di nêv mija nîgaşên xwnade
di be mîna rewrewka leylanê
li pê dûmana hêvîyan tîdar…
Hêvî
Gula min li ber avê
Rengê wê ji xunavê
Pora wê reş û tarî
Ken ji lêvan di barî
Evîna min bo te ye
Dilê min li ber te ye
Yarê bes neke girî
Dilê min bi agirî
Em destê xwe bidin hev
Geş bikin jiyana hev
Serê min ser sînga te
Ez ketime buhara te
Tu kenê xwe ve gerî
Hêsrê çava ne barî
Ez şiyar bûm …
Tengezarê Marînî
Li nav bayî, min dixwest ji zû ve te bibînim.
Li nav bexçeyê zarê te, fêrkirina veşartî di yariyên zarokekî de.
Çavlixew ber bi te ve, hilgirê xema welatê êşê.
Ji zû ve, min dixwest te bibînim, di sîtavkên bêvirî de, bibim hilim.
Çend henasên min hene, li ber dergehê xewna te birêjim….
Mehmûd Badilî
Bibûrîne..
ku min nîv himêzkirin
di navbera pêçîyên bejî û çiçikên tî de
ber bi êvareke nîvçe de
bi kuştin da.
Bibûrîne ..
ku min nîv gav ji pistepistê
di ajot ber bi şerekî mezin de
wê gavê ..
heyv ji nav porê te dişemitî
û dilê min
di berxwe de dida,
wê gavê ..
ji tilîyên min
deshilanîn çênebû
taku porê te şehkiriba,
wê gavê ..
min nizanîbû
ku şevê…
Elwan Şivan
Wê shevê ristkên stêra di govendeke tava heyvê de reqs û sema dikirin û xwe ji bîr kirbûn
bi zindî bi xwenên xwesh re sha dibûn .
Xelat û diyarî qiznc dikirin di gel pîrozbahiyên demguherîna zivistana û destpêke bûhare
Newroz Pêshwazî dikirin ?
Erê stêr di reqisîn û li kolane mûm vêxstî bûn , kec û…
Salih Kobanî
Ez nizanim, ka…
ji peyamên bê peyman re,
ji katjmêrên bê wijdan re,
yanjî
ji binê salê re, lê ji serê salê re bilorînim?
Ji te dûrim… Ferat !
Ez nikarim di vê zivistana bê pergal de,
Te
Bi laşê xwey tije guneh,
bi tîna salên bê reng.. te bipêçim.
Yanjî, xwe bi te,
xwe bi xewnên te,
bi çîrokên te, yên ko kevn…
Xizan Şîlan
ez
li derûniya jiyana kambax
laşê ber devê
dilşadiya kurm û kêzika me
li valahiya asîman
bersiva pirsên nependî
yê gerdûna nava xwe me
li tenetiya şevistanên bizdonek
hesretkêşê li nav koçberiyê me
giyanê min
li taristana şevê
di tirs û jana xwe de
diperpite
di kelkela tîrêjên tava rojê de
diqefilim
li ber seqema zivistana xopan
ji german diqewirim
xêrnexwezan
li şefaqên welatê rojê
beybûna qûntarên çiyayên min
çilmisandin
awaza bilbilê baxê dil
di…