Helbest u pexşan

Beşîr Mele

hiner û qelem
ser datînin li ber şehadeta we
heger Ehmedê xanî saxba
wê bigota:
her çî ji xwere girtî kerazmet
sûnda xwe kirî rêça şehadet

heta nefesa dawî li kare
wek Mûsa li Amedê diyare

“şûrê hinera we tête danîn
qedrê qelema we tête zanîn”
ilm û hiner û kesên qehreman
ji bo jiyanê…

Ezîz Xemcivîn

Li bajarekî piçûk, li gundekî piçûk, li taxeke piçûk, li baxçakî herî piçûk, li ber bihna guleke sîmîn, bi xweşiya şîraveke evînê, di bin pêçiyên hengeke kenok de, min pelek vekir û ketim dilê denê çavên hênik.
Ew jî li ber sîtaveke piçûk, bi xewneke mêşin re, bi arameke tenik, li keviyeke hengivî,…

Beşîrê Mele

” Diyarî ji bo dayka şehîd Qehreman”

Çav li şîhna buharê me
Ji warê ax û rokê me
Hemşîra gul şîlanê me
Dilgirtiyê zozanê me
Evîndarim evîndarim

Newal û deşt û çiyan
Li xwe û li çi geryam ?
Li kilçîvê Xec Şêrînê
Li gustîla Mem û Zînê
Evîndarim evîndarim
Gelî xwişk û birayêd min
Heval û dost û yarêd…

Sîrwan Qiçço

Sînga te bûbû
Lîstikgeha birînên
Biyaniyê !
Ezê binivîsim… lê çi ?
Ji te re çîroka heyva
Wendayî binivîsim?
Ji te re bûyera kevoka
Birîndar binivîsim?
Yan çîroka xaça çêkirî..!?

Ne pêwîste..
Tu dizane ezê çi bêjim.

Belê… ew keça neh salî,
Hîn li xwe digere ji dema
Ku ji dayika xwe bûye!
Parsa nasnameyeke
Ewropî dike!
Kolanên Brûksêl
Dipîve
Û pêre digirî!

sirwankajjo@gmail.com

Xizan Şîlan

keser û nalîna
li ser dilê çemê qeşa girtî
hêrsa pêlên bahoza
hinavên dîn û har
xemgîniya şewqa finda lerzok
malwêraniya kevokên baskşikestî
jiyana li nav tirs û gumanê
werin ji min bipirsin

di gola nermebaranê de
lêvên ziwa û qelişî
li hingura çolistanan
nêçîra henasa masiyan
kemîna îxaneta rûreşiya hovane
jiyana gerdûna nependî
ken û şadiya
li ber bayê dilreşiya zaliman
têkçûyî
werin ji min…

salih alî

rengêta li ber çavê min
ticarî nari ji bîra min
evîna te ew dilê min
jîna te ew rihê min

*****
soza te peymana min
çivînê te li mala min
sînga te ew buxçê min
gulê te ji baxê min

*****

şaxê tay xwe berdan
li nav dil de xwe bêçan
gulê tey reng fedan
li xurîştê ew xwyan

*****
em ji hefdo …

Seyid Feysel Muctevî
Barê gunehan bêxe ser avê remezan hatBê bari,sivik ver tu bi ravê remezan hat
Pêvîste nemînit ji dil elvahi kudûretLev başe bişo keibê gulavê remezan hat
Ka surme bikêşî bi du çavan ku bibînîMêvanê dilovane sefer tê remezan hat
Nûsaye[1]gelo bo te xudê mehke sîyamê[2]Da can û cesed bête selamê remezan hat

Nahêle bi zehmet bikevin…

Brahîm Behlewî

Ka were Mamê hêja, destê te dîsa bigirim û em li ser aloziya jiyana malbatê biaxivin.
Li gundê te çi dibû, çi diqewmî, malbata te çi kirin ji neteweya Kurdî re. Di sînga te de tijî dibûn heycan û kelîmat, îska îska te di şopa netewî de.

Were Mam, raxîne çîroka gundê xwe. Weke mêra…

Gulnar Elî

Rûyê şîn,
mija spêdê,
şikestina çavên te,
sotina hetavê,
tabûta zarokatiya min
ser milên xwe helgirt.
Pey taziya xewnên min
çûçk û zarok,
sîbera ferzindeka mirî dişûn.
biken û girya xwe,
kolanan vedmalin.

Dilên niyas dibînim
dêmên neniyas
zarokê kal neniyasî
Bûrîn.

Çentka wêne û kartên hevala
bi milê çepê ve
xwe bidavên dil girêda.
tikêta firokê bi xurtî
xwe bi serên tibla şehdê û beranî vegirt.
Dêmên…

Sîrwan Qiçço

Şopa kenekî xemgîn
Li ser dêmin lerizî
Diyar bûbû ….
Xwêdanê li ser
Eniyê, dîlan dikir
Û diçirisî …
Bûkeke zarokan
Di dest wê de bû
Û ew dilorand.

Kê li dîmenê wê
Temaşe kiriba,
Ewê bawer ne kiriba
Ku ew keçeke
Şeyda ye !

sirwankajjo@gmail.com