Çîrok

Ebdilqadir Egîd

«Her sal cejna te prozi, her sal wek vê sal »Ev gotinên tarîvarî, jihevketî, li ser kaxezek biçûk û gemar nivîsandibû, bi gulek sor ve girêdabû, bi parçek naylona qetiyayî pêçabû, û bi kerlalî, û bê dengî danîbû ser masa şikandî.

Bi rastî gotinên Dilovan zor rast û hêja bûn, ji ber ku ji…

Çîrokek dirêj

Dr. Ebdilmecîd Şêxo

Erê pismamo, ez niha di vê germa havînê de li ber destê êvarê bi piya ji Amudê vegeriyam malê.

Bawerke îro belengazan dikanîn hêkan ji zarokên xwe re li ber tava rojê bikelandana, lê hîn ji vê xeraptir, bijîşkê Qamuşliyê yê dadwerî beriya heftekê ji cîranê me re goti bû;…

Çirokek gelêrî
Daneheva: Zinar Mistefa

Dibêjin ku: Xulamê mîr û yê mamoste, li ser Siûdê û êqil, ketne di zîqa hev û du de.
Yê pêşî got : malê insên hebê, aqilê wî nebê jî, tiştekî wî heye.
Yê dîtir got: aqilê insên nebê , malê wî hebê jî, tiştekî wî nîne.

Vêce, hingî Elo xulam bû, feqîr…

Pîr Rustem

– Ez çi bikim ji te, te ji balefirê bavêjim.. te ji bo quretiya xwe hêşt em ewê heftiyê weke teneyên qûmê ji dest xwe berdin, hefteyeke sax em di rex hev de û li bajarekî din, bê tirs û pirs..

me dikarî hevdu bidîta, hefteyeke buhiştî bû eger ku, te li min…

narîn omer
1- hest germ

demê germa havînê berdê
hemî xelkan û çava razînê û
razê buxçevan û dildarek hest germ
werê ji cana xwe re vedê çend hinar û
çend sêvan
ne bêjin ew dize
çimkî bi serbest vedide
pale û şivan

dastan-2

heger ehmedê xanê pînûsa hebûna navê xwe
ne kolaba li ser anîya mayînê
bi çê şêweyî dastana min
weteyên navê te wê
xwe anîban ziman

Salih Bozan
Salihbozan@yahoo.com

Reşo xwe dît ne dît şivan bû, ji zarokiya xwe de kete ber vî karî. Hîn salên wî ne gihîştibûn heftan çû ber kar û berxan.
Ji tavsorka sibê de, diya wî deng lê dikir: law Reşo..ji xew rabe, kar û berxên gund ji kozên xwe derketin û berve zadan direvine, zû here wan vegerîne,…

Weke tête zanîn hêzên ewlekariya leşkerî ya rêjîma Sûriyê roja 20.12.2006-ê li bajarê Heleb sekreterê Partiya Yekîtî ya demokrat a Kurd li Sûriyê girt û berve cihekî nediyar birin. Tevî hewildanên lêpirsîn û -gerînê, yên ji aliyê xizm û malbeta wî de, hîn jî cih û çarenûsa wî ji malbat û hevalên wî re ne…

– PENa Navnetewî
– PENa Kurd
– Navenda PENên Navnetewî
– Komîteya Nivîskarên di zîndanan de
– Komel û komîteyên mafên mirovan
– Hevbendên rojnamevan û nivîskaran
– Xwedanên hizr û peyva serbest

Em,berpirsiyar û nivîskarên kom û kovarên Kurdî li Sûriyê,dijî zîndankirina rojnamevan birêz Şêrgo Cîhanî / Shirko Jihani / dengê xwe bilind dikin û doza rizgarkirina wî,ji zîndanên rejîma Îranê,dikin.

Kovara Aso
Weşana …

Bi helkeftina bîranîna komara mihabadê, û bi amedebûna gelek kesayetiyên rewşenbîrî û siyasî, Beşê kurdî ji girûpê Girkêlegê yê rewşenbîrî hat damezrandin ,û bi amedebûna mamoste (M. Emîn) lêkolîna wî ya dibin navnîşana”ber bi zimanê kurdî yê hevgirtî û standerd ve herin “ hate xwendin û li ser hat gengeşekirin ,û naveroka lêkolînê jî eve:…

Xeleka(1)

Luqman Silêman
Hevind@nefel.com

GURÎ sê wiye li ber destê Ap û jin Apêye zikekî têre dihê birçiye.Gurîkî bê merêse gurîbûna xelkê ta bi cînikê ye, ya GURÎ ta bi movikê piştê ye. gurî ne direngê mirovade ye yekê bê ser û sûte ye, wek zebanîkê cehnemê ye, yê ku gurî di xewde bi bînê nema zarok jêre…