Biharê, Tu Bixêr Hatî!..

İSKAN TOLUN Köln:

Niha jî min dest bi xwendina pirtûk a şairê nemir Cegerxwîn kir. Ez bawerim ko ez wê pitûkê baş bişopînim wê nivîsa min e bi zimanê dayîkê gelek bi pêş keve. Pirtûk nûye, tîpguhêztine û wisa xwîya dike ko gramera zimanê kurdî baş bikar anîne. Destê wan sağ be!..

(CEGERXWÎN: Awa û Destûra Zimanê KurdîTipguhêzî: Dilyar Hoşê / DEUTSCH-KURDISCHES KULTURINSTITUT / Weşanên Neqşê, Qamişlo/310 pel)

Ji ber ko niha bihare û bê guman, wek her kesî Cegerxwîn jî, ji biharê hez dike û di pirtûk û helbestên xwe de jî, pir qala biharê dike, lewma jî min sernivîs wiha danî:

Biharê, Tu Bixêr Hatî!..  Le peyv, ya gavanê kale. Wê li jêr baş bê famkirin.

Ev pitûka hêja di sala çûyî de ket destê min. Ez cûbûme fuara pirtûka ya mezin, nawneteweyî li bajarê Elmanya Frankfurt’ê. Li ser stand a digarîyam, min bihîst ko cih dane standeke pirtûkên bi zimanê kurdî jî. Pir kêfa nim hat û min li halê pirsî û ez çûm.  Tê zanîn ko fuara nawneteweyî, ya Frankfurt’ê pir mezine û bi sedan hale hene. Di destê min de pirtûka min e nû hebû:

Gavanê Kal (Romana zaroka/ciwana) Ev cara yekemîne ko di cihekî ha taybet de, cih didine weşanên/pirtûkên Kurdî. Lewma jî, pir kêf a min dihat. Ez bi kêf û coş ketim nava halê û çûme ber stand ê:

Stand a Pirtûkên Kurdî a Rojava. Min silav da û pirtûka di destê xwe de diyarî wan kir. Pir kêf a wan hat û wan jî ev pirtûka hêja, ya Cegerxwîn diyarî min kirin.  Min spasî da wan û demeke xweş li pirtûkên kurdî mêzekir: Bi nivîsa érebî û Latînî bûn…

Ji hêla din ve jî, ez bi kêf difikirîm:

Niha ko şairê nemir, Cegerxwîn saxbûna, wê bi azadîya Başûr û Rojava gelek kêf xweş bûna, bê guman. Û ko livir bûna wê pirtûkên xwe imze bikirna û ji gelên xwe re, xwendevanên xwe re axaftinên bi coş bi kirina…

Bi dawîya sohbetê re, min xatir ji wan xwest û ez ji halê derketim. Dil dixwest ko, ez pirtûka xwe, ya ko bi navê Rovîyê Xasûk-Peyvên Felsefî û Çîrok (Bi zimanê Almanî: Der schlaue Fuchs-Philosophische Worte und Geschichten) jî, diyarî wan bikim. Lê mixabin di destê min de qet tune bûn. Ko di destê min de  hebûna, min ê ji her du pirtûkên xwe jî, bi sedan diyarî wan bikirna.

Ez nizanim ko ev pirtûka çendemîne, yên şairê nemir ko ez dixwînim. Bi rastî jî mirov bi sitîla Cegerxwîn, bi xwendina pirtûkên wî îlham digire. Mînak, hinga ko min romana zaroka/ciwana, ya bi navê Gavanê Kal nivîsand, qehremanê ko di heyalê minde, pir nêzî sitîla hostayê nemir diaxivî:

Biharê, tu bixêr hatî!.. Bi axîn, bi zimanekî şairî digot. Niha jî, qetek ji romana zaroka/ciwana, ya bi navê Gavanê Kal:

Bi lez di hat. Yekser çû cem Merdan. Silaveke xweş dane hev û rûniştin. Gavanê Kal, li çîya rihênt û got:

Adar’e!.. Hey maşella hey!.. Bihare!.. Biharê, tû bixêr hatî!.. Bihare, dar xemilîn bi belça ve!..

Merdan, wê here dibistanê an jî na? Ev pirsgirêk di serê wî de diçû û dihat, got:

“Xalo ev çend rojin ez pir di fikirim.”

Gavanê Kal got:

“Gelo xêre, dû çima difikirî?”

Merdan got:

“Ji hinga ko te ji min re got here dibistanê ez bûme du dil. Biharê dest pêkir û berx ketin sitûyê min. Niha ko ez herim dibistanê, êdî kî, ê li ber berxikan be?”

Her çiqas ko Merdan, ketibe bin tesîr û bandora gotinên gavanê kal, hew qas jî ketibû bin bandor û tesîra fîlmê Yılmaz Güney: Hêvî. Lê, ne dixwest qet qala film bike. Ji ber ko, pir bi aqil bû. Kêm di axivî û pir gûhdar dikir. Ji falikçî malikçîyan jî qet bawer ne dikir. Ji xwe bûbû şahidê buyereke aktuel jî.

Ji ber ko navê Yılmaz Güney hate ziman, ez dixwazim suretê wî û yên Cegerxwîn ko bi hevreye, dîyar bikim.

Ha, wexta min ji bîr bikirna. Niha jî ez li ser romanek e zaroka/ciwana dixebitim:

Para Şêr (Dibe ko bi navekî din we’re çap kirin)

Silav û rêz!..

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mahmûd Abbas

Neteweyên Biçûk û Cihê Wan di Pergala Nû ya Cîhanê de

Di pergala nû ya cîhanê de، giraniya netewe û welatan êdî tenê bi firehiya erdnîgariyê، hejmara gel an mezinahiya hêza leşkerî nayê pîvan. Ceribandinên çend dehsalên dawî nîşan didin ku welatên biçûk dikarin bi rêxistina baş، veberhênana li mirov، avakirina aboriyeke…

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…