Ta kengî ev hovîtî?

  Ebdulbaqî Huseynî / Oslo  

Eve serê çend-deh salane ku rêjîma Ba´as li Sûriyê bi wî hizrê xweyî paşverû û şofînîst planin dijwar li himber kurdên welêt, kurdên Kurdistana rojava dimeşînin, da ku wan carekê esmîle bikin, û carekê wan tunebikin. Lê sebir û arama kurdên me herdem bitundî û li himber van planan radiweste, û hebûna xwe diparêze.

Em li bûyerên kevin venagerin, ligel ku xwîna şehîdên 12 Adara 2004 hîn li ber çavên mene, û hilma canê wan li ezmanê Qamişlo û hemî bajarên kurdî li Sûriyê dizîzike.
Doh rêjîma Baas a hovane, di şeva Newrozê 20.03.2008 de dîsa kîna xweyî reş û fikrê xweyî şofînîst berdewam kir, dema ku hêzek ji hêzên wêyî ewlekarîyê li ber komek ji xortên kurdan derbasbûn û dîtin ku kêfa xwe ji hatina Newrozê re tînin, gulle berdane wan. Di encamê de, sê xort kuştin û pênc birîndarkirin.
Hêzên ewlekariyê çavbarnebûna xwe dane xuyanî, dema ku dîtin kurd bi cejna xweyî netewî şadibin, rêjîmê xwest ku Newrozê bi xwînê bide rengîn. Û wekû hemî medyaya cîhanê da ragihandin, bê çawa vê rêjîmê bi vê kîna xwe heyşt kurd kuştin û birîndarkirin.
Rêjîma sûriyê bi van karên xweyî hovane û kirêt, temenê xwe kindike, ji ber ku em tev dizanin bê rêjîma sûriyê di çi aloziyê de derbasdibe, û çiqasî rewşa weyî cîhanî xerabe. Lê mixabin zilamên rêjîma Baas guh nadin vê rewşê, tu dibê ”di guhê gê de ne”, ji ber hemî karên wan li Rojhilata Navîn de dide xuyanî bê çendî mirovin nezanin û tu tiştî ji siyasetê fêmnakin û hemî herêm jê neraziye. Û weku em tev dizanin çiqasî kiryarên nemirovane û bêmirês li Libnan, Felestîn û Iraqê kirine û çawa hemî ereb helwestek jê standine. Li vir em
jibîr nekin ku piştî çend rojan wê kongera ereban li Şamê li darkeve, û eger rêjîma Şamê hinekî ji helwestên xweyî xerab neguhere û bi taybetî derbarî kêşa Libnanî û hilbijartina serokekî bo Libnanê, wê demê wê ev rêjîm baceke mezin deynê û wê xwe bi tenê bê dost û heval di Rojhilata Navîn û cîhana erebî de bibîne.
Herwiha di warê hundirîn de, û ji ber zordariya rêjîmê li ser hemî niştimanperwerên sûriyê çi kurd çi ereb heye, wê rêjîm bi tenha xwe bimîne û welat (Sûriya) ber bi tehlûkê de here.
Îca li pêş vê rêjîmê tu elternativ namîne ji bilî ku li xwe mukir were, û laborînê ji gelê sûriyê bixwaze, da ku ji nûve, gel û hikûmet karibin welatekî şaristanî ji nûve ava bikin.
Herwekî di rewşa cîhana erebî de û li seranserî cîhanê gereke rêjîma sûriyê hemî rûpelên xwe ên siyasî ji nû ve vepexirîne û ji nû ve serastbike, wekû siyaseta cîhanê dixwaze, ne wekû çend mirovên nezan di rêjîma sûriyê de plandikin.
Em vegerin bûyera ku doh li Qamişlo çêbû û li rewşa hemî kesên di vê êrîşê de zor li wan hat  binerin, bêguman hemî kesên kuştî û birîndar welatiyên mene ,ji xelkên meyî qehremanin, dil û hizrên me li bal wanin, û bitaybetî malbata dost û hevalê min nivîskar Ibrahîm Yûsif ku du xortên wî zor li wan hatiye, yek ji xortan (Kerem) ku fîşek li serê wî ketiye û hatiye birîndarkirin, û yê dî (Aras) ku ta nivîsandina van xêzan di nav lepên hêzên ewlekariyê de ye.
Belê ev hemî xwîn baca azadiyê ye, baca rizgariya mafê netewiyê ye, baca hebûnê ye.
Xwîna şehîdan û birîndaran ev Newroz bi rengê erxewanî xemiland, û cendekên wan bûn ardûyê helwesteke mezin, bêçiqasî ev meletê sivîl ê bê çek û top, dikare li himber gulleyên rêjîma Baas û hêzên weyê ewlekarî pêdarbin, û tucarî serê xwe natewînin, ta ku nasnameya xweyî netewî bidestbixin.
Evin şehîdên serbestiyê û serfiraziyê ne, evin pêşeroja netewa kurd li Rojavayî Kurdistanê ne.

Û bila gelê Sûriyê bi hemî netewên xwe zaninbin ku azadiya mirovan û rizgarkirina ji rêjîmên dîktator, tucarî bi hesanî naqede. Helwest, pêdarî û xwepêşandan gerekin!.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…