Diyar EhmedLê ev yeke kir û pêre canê xwe yê şêrîn û ciwan kir gorî geşkirina wê gotina rastebêj û bi xwîna xwe ya zelal û paqij dara azadî û rastiyê avda.canê mirovî ji her tiştî girantir û buhatire li cem mirov, şêx Meşoq canê xwe bi merdî û mêranî danî ser nava destên xwe, gula xwe ya bêhinxweş ji gulîstana dilpakan çinî, jena dilê xweragir û qehreman rawestand, jen diyarî da hêviyên avis û bingirtî. herdîsanê kes nikarê canê xwe bi hêsanî û rehetî bidê, xwe bi şewtînê, tunebikê ji bo çira azadî û wekheviyê bi mînê geş û gurr, û roniya wê giştir û xurtir bibê .lê divê mirov baş bi zanê ku dunya ji merd û cangoriyan xelasnabê .
Belê em miletên rojhilatê, serwer û serkirdên me destên xwe kirine di qirika miletên xwe de, hêstir di kanîkên çavan de ziwakirine, kel di zengeloran de xeniqandine,omîd hiştine sêwî, û ev milet talan kirine, hêvî, saman, xêr û xweşiyên wî tev de mêtine .
Şêx û maliyên me berevaniya sitemkar û kedxwaran dikin, bi rêya xwedênasî û oldariyê zikên birçî dirazînin û berjewendiyên kotek û dilgemaran di parêzin û reng û rûyê wan xweşik dikin .
Siyasetvanên me jî xwe di arava dîktator û zordaran de şuştine, hiştine bê bawerî di nav bera wan û milet de çêbibê .
Belê, ew dîwarê di nav bera wan serwer û wî miletî de hatî lêkirin, şêxê ciwan ew dîwar hilweşand, vajî tişta heyî kir û da xuyakirin ku ne her kesê bi mêranî di peyvê ne xwe peyayê dijmine û dijmin û neyaran ew ji xwe re çêkiriye û ji bo berjewendiya wî neyarî di bizive…na îro şêxê şehîd têwer û têgeha pîlankariyê li erdê da û xwedanên hişemendiya tirsonek û mejî xesandî rût û tazî kirin .lê ta ev yeke zelal û eşkere kir, dilê giran, jî yê ciwan, ramanên hêja qurban kir .
Şêxê dilpak dema ku ev rê girt, ewî di zanî giraniya metirsîn û kelemên di pêşiya wî de û herweha dafik û xefkên ku jê re wê di wê rêyê de bêne vedan .
Daxwazên wek heviyê, dadmendî û lêborîna olî di nav bera miletê Sûriyê de diweşandin û di got : (( ez berevaniya mafê gelê kurd li Sûriyê dikim ne ji ber ku tenê ez kurdim,lê ji ber ku miletê kurd neteweke û ji mafê wê ye ku ew netewî jî wek netewa Ereb li ser xaka bav û kalan bi serbest û azadî bijî û beryara çarenûsa wî miletî gereke di destên wî de bê û reng û rûyê wê ew bidê zanîn û diyar bikê. )).
şêxê qedirgiran her û her mafê mirovî di jiyanê de bi pirsa mirovatiyê ve girêdida û dida zanîn ku mirov mirove, çi pîreke û çi zilame, reşe yan sipî ye, ol û mezbebî wî çibê bila ewbê, kes ji kesekî çêtir nîne û kes ne di ser kesî reye û eger ev cudahî werê kirin jî, wê pîvan ew bê ka kî bêhtit di rêya xwedê deye, kî zêdetir xizmeta belengaz û perîşanan dike û xwe di westînê di ber geşkirin û xweşkirina rewşa mirovatiyê de, di pêvajoya xwe de jewendiya xwe ya teybet jî di çarçêweyê berjewendiya giştî de di bînê û di parêzê .
Kî di civakê de rastir, merdtir û cihê baweriyê ye, aramî û êmnahiyê ye, nezikreş be, bi xelkên hewîrdora xwe re alîkar û hevalbend be û ev yeke berdewam dikir û di got : (( xwedê mirov daye û hertiştê baş nîşanî wî kiriye û jêre daye xuyakirin ku ev rê başe li ser here û eva he şaşe neke û jê dûr bi keve, kes ne pire di nav bera xwedê û ebdê wî de û navbir di nav wende çê ne kiriye )). hin kesan maf dane xwe û xwe kirin dergehvan û ji xekê re gotin ku ew wê li ser pira ( sîratê) ya rast rawestin, pira xêr û gunehan ya ku ji camê rastire, ji mû ziravtire ji şûr tûjtire, ji agirê komir û daran gurtir û gerimtire, wê ew bin yên li ser pirê bi sekinin û berê xelkê bidin Buhiuştê yan jê Dojehê .bi van axavtin û peyvan xelik di tirsandin û jiyana wan ya şepirze û mişhet li wan tengtir û dilsartir dikirin.
Şêxê şehîd ronahiya wî ji nav kelşên nakokî û hevrikiya berjewendî û şopgirtina serweriya olî ya malbata xiznewî ji alîkî ve û ji aliyê dî ve girêdana berjewendî û têkiliyên malbatê bi rêjîmê re derket û veda û xwest wê perda reş û tarî li ber şavên xelkên bê guneh û perîşan rake, wê mij û moranê vedê û tariyê zelal bike, di demeka ku dîwarê herdu aliyan diderizî û bingehên wî dîwarê rizyayî û li benda hilweşandinê mayî bi xurtî di hejand .
Tîrêjên dilê şêxê cansivik di nava birînên qemûşgirtî re xwe berda kevanên hêviyên dilgerim û bergirtî de û li dora wan talan dida, mexel hatin û bêhin vedan, li hêviya çirûskek bingirtî di malzaroka pêşeroj û qûnaxeka nûtir de man, şêx Meşoq li gelek dergehan da û gelek rê şopandin, hevsarê omîdên bend kirî di ser serê wan de anî ew serbest berdan.
şêxê ciwan bû parêzer û berevanê kar û xebata serhildana (12) avdarê, li peyî xwîna şehîdan nimêjkir, xwîna şehîdên wê pîrozkir, xwêhdana girtiyên wê himbêzkir, birînên birîndaran dermankir, dilê dayîkên şehîdan bi paşerojeka geş xweşkir, rêz li qehremanî û mêraniya girtiyan digirt û sitûnên konê girtiyan ragirt û ew dastan û lehingiya wan bi pesnin hêja û buhagiran nav kirin, û bi dengek zîz û zelal got : (( nema êdî hûnê bi bihîzin ku navê Girkê Hejîran wê bibê Til ElTîn )).
Rê û rêbazeka berfereh ajot, dergehê gotareka serdanî berbav û serastkir û li pêşiya xemxwar û dilbêşên kurdewariyê vekir, bi hêz û berhemê keda xwîna şehîdên (12) avdarê, bi xwêhdan, bi qehremanî. Bi xweragirtin û mêraniya wan şêr û pilingan ew rê û rêbaz girt û rêyên nû di singa civaka kurdî de qelaşt, peywendî nû avakirin girêdanin dî peydakirin, dergeh û bergehin dîtir çavnêrî xwe kirin û bê tirs got : (( erê hin ji (12) avdarê re di bêjin pîlankarî û fitnek bû hin dî di bêjin serhildan bû, raperîn û gehîr û kîn bû .
Kî çi dibêjê bila bêjê, ew di bîr û baweriyên xwe de azade, lê eger tu ji min di pirsê ez di bêjim serhildane…..serhildane .
Evê rastî û zelaliya wî, evê mêranî û dilpakiya wî bû cihê ne razîbûn û ne rehetiya sitemkar û şovînistan û herweha ya kevneperist û hişgeniyan, ew yeke bû egerê ku tîr û kevan ji çar aliyan ve, ji çar hêzên xurt ji xirakirin, dest û devgirtinê re lê hatin hev û canê wî yê paqij ji wan re bû nîşan û armanc .

Şîrove (0)