Cegerxwîn, Helbestvan, û dîrok nivîs

Xalis Msewer

Spas, ji serokê herêma Kurdistanê birêz Mesûd Berzanî re
Spas, ji serokê hukûmeta Kurdistsnê re.
Spas, ji hemû kesên ku di bi vê helkeftina giring û pîroz de, mijûlbûne û amadekirine.

Spas, ji vê xaka azad re, ku îro li ser dêmên wê, cavên min ji azadiyê têr nabin, îro ez li ser vê xakê azadim.
Bi rastî roja mehrecana Seydayê Cegerxwîn, di dîroka netew û rewşenbîrya Kurdî de, rojeke navdar û pîroze, ne bi tenê ji vî helbestvanê gernas û gewre re, lê ji hemû helbestvan, û tekoşer, û welatperwerên Kurd re jî, rêzgirtin û rûmetdaneke pir bi havil û mezine. Cegerxwîn li Kurdistana bakur hate dinê, û pirê jiyana xwe li Kurdistana rojava buhartiye, û li wir hate veşartin, îro jî li Kurdistana başûr mehrecana wî li dardikeve, ji kurdistana rojhilat jî rewşenbîrên Kurd lê amadedibin, ango ew yekîtiya ku Cegerxwîn xwenên şêrîn pê didîtin, îro di vê mehrecanê de bi payebilindî pêktên. Dîsanê li vir serokatî û hukûmeta herêma Kurdistanê û gelê Kurd, bi serbilindayî didin xuyakirin, ku ta bi çi radeyek bilind, rûmet û rêzdarya rewşenbîr, û tekoşerên bûyerên netewî, li bal wan peydadibe.
Bi kurtayî diyardibe ku Cegerxwîn di jiyana xwe de, bi du şaxên rewşenbîriyê ve xwe mijûlkiribû.  
– yek jê şaxa, rist û helbestaye, nemaze beşên helbesta netewî û welatperweryêne.
– ya din jî, danhev û berhevkirina bûyerên dîroka Kurd û Kurdistanêne.
Lê bêgûman diyare jî ku ristan xwe bi giyanê wî ve mijûlkiribû, û têde hêlînên xwey helbestî bi hostayî avakiribûn, ango ristan û giyanê wî yê netewperest, xwe tev lihevkirine û bi hev re hatine ristin û hûnandin, ta mirov kare, Seydayê Cegerxwîn (ristvanê netewperesta Kurdî) bi navbike. Dîsanê ku em bi nêrînek hûr li helwêsta ristên wî binêrin, wê ji me ve diyarbibe, ku rista Seyda ya beşê netewperest, bi çar şêweyên serekane hatiye danîn û rêzkirin:
1- Şêweya agahdarî û şiyarkirina miletê Kurde, ku zordarî û stemkariyeke mezin li ser tê meşandin, û ji vî miletê mêrxas re weha dibêje:
Dirêjî te dibin destê stemkar
Bixwîn xwarî dinoşin qehremanî
Bi talan te dibin bedkar û xwîn xwar
Nizanim ku çine zor û ziyanî
2- Şêweya welatperwerî, û girêdana bi qad û xaka Kurdistanê ve, bi rengê diramatîkek folklorî, dide xuyakirin, çaxa ku dibêje:
Welatê min digote min birazî
Cegerxwîn  kurê min tu ji derdan
Silavan zû ji min bighîne kurdan
Bibêje: Ez keçek bûm, ta ku
bûm pîr
Nedî min xwe wekî vê salê êsîr 
Lê bêgûman ku Cegerxwîn îro li vir sax û amadeba, wê ev rêza dawî weha bigota:
Nedî min xwe wekî vê salê /azad/ 
3- Şêweya sisyan giridana bi dîrok, û kelepûr, û sembolên dîroka welêt ve tîne ziman, ku dibêje:
Were rabe tu Bodaq û begê pîr
Di suhran de hene sed begler û mîr
Birîndarin ji wan re nînin derman
Di destê wan nemane şûr û ferman         
4- Ya çaran jî, Şêweya tevrakirin û navtêdana keç û xurtên Kurdistanêye, ku dibêje:
Hey qehreman miletê Kurd
Şerme tu razî
……………………
Bese yan dê bijîn yan dê bibin ax
Hezar ax û hezar ax û hezar ax.
Weha Seydayê navdar, di helbesta xwe de êş û derdên miletê xwe diyardike, di demekê ku hê xwenasîna Kurdanî netewî (وعي الذات القومي الكردي), di destpêka xwede bû, yan jî hê pir lawaz û ziîf bû.
Bi vî rengî, Cegerxwîn bi helbestên xwe bibû sedemek serekane, di warê belavkirina xwenasîna netewî de, hiştibû ku perda tarîtiyê zîvar zîvar bibe, û tîrêjên hêvîtiyê di nav perçên wê re li çol û çiyayên Kurdistanê ronî bidin.
Evna bi gelek kurtayî helwêsta Cegerxwîn ji aliyê helbestê ve me da xuyakirin, lê ku em bên warê dîrokê, emê bibînin: Tevlî ku Cegerxwîn ne dîrokzanekî akadîmîye jî, lê em karin bêjin: Ku wî bi dîroka Kurda ve baş xwe westandiye, û gelek jî civandiye û berhevkiriye, ta karîbû pirtûkkê bi navê(Tarîxa Kurdistanê) bi sê çerman binivîse û bîne heyînê, dido ji wan min bi xwe, wergerandine zimanê Erebî û çapbûne, ya sisyan jî hê di nav destê mindeye, werdigerînim zimanê Erebî. Hersê çerm jî evin.
– Tarîxa Kurdistanê, çermê yekem. Xurû dîroka Kurda û miletên mîzopotamya, yên berî zayînê û kevnar tîne ziman. 
– Tarîxa Kurdistanê, çermê diwem. Ku dîroka derebegiyên Kurdî di sedsala nozdehan de avabûne tê de dabaş dike.
– Tarîxa Kurdistanê, çermê siyem. Dîroka (Selaheddînê Eyûbî) û ya kurda di Islsmê de dide xuyakirin. 
Di vê helkeftinê de dîsanê dibêjim: Erê Cegerxwîn di warê dîrokê de, ne dirokzan û akadîmîbû, lê bêgûman karîbû dîroka Kurdan bidehev û gelek caran jî anelayz û şîrove bike, û ray û baweryên xwe di vê babetê de bîne ziman, mînaka vê jî ewe: Çaxa gotina dîrokzanê Erebî kurê wasil tîne ziman ku dibêje: piştî mirina Selaheddîn serdar û fermandaranan, ji Şamê ji cem (Elmelîkil – Efdel) reviyan û çûne Misrê nik birayê wî (Elmelîkil- Elezîz), û ev tişt ji nezaniya wezîrê wî kurê Esîr hatiye. Lê ez dibêjim(Cegerxwîn dibêje): Kurê Esîr ev tişt dizanîbû û nedixwest hevsarê dewletê bikevî destê mirovên bêgane, û dixwest Kurd tenê li hawîr Evdel bin, û girtin û berdan bi carek di destê miletê kurd de bin).
Bi vî hawî Cegerxwîn ne bi tenê dîrok berhevkiriye, lê ew li gor raya xwe, şîrove û anelayz jî kiriye, dîrok jî – weke ku zanyarê wê dibêjin- nabe zanist ku anelayz tê de nebin. Ji ber van hemû sedeman diyardibe, ku hersê çermên pirtûkên wî yên bi navê (Tarîxa Kurdistanê), bi xurtayî xwe digihînin radeya jêderên dîroka Kurdistanê, û dîrokzan karin jê bigrin, û gotar û pirtûkên xwey dîrokî pê tekûz û zengîn bikin.

Ez vê dibêjim, ji ber ku min hûr li naveroka pirtûkan nêriye, û gihame wê encamê, ku Cegerxwîn bi cidiyet û emanet, û bi zanistek rast û dirust ew pirtûkên xwey dîrokî nivîsîne yan berhevkirine. Lê nabêjim jî, ku Seyda di nivîsandina dîroka xwe de, bi çend gotinan şaş neçûye, ewna jî ji yê xwêner re nayêne veşartin. Wilo jî em hêvîdarin, ku pirtûkên wî yên dîrokî, beşek ji jêderêln dîroka Kurda bêne jimartin, mîna rist û helbestên wî, yên ku di vê dîroka mey tiracîdî de bûne tîrêjên rojê, û em bi wan û yên weke wan, riya tekoşîna xwe dipelînin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…