Mesud Kobanî di bin de ma

    Mihemed hemo

Mesud Kobanî çi zû hat ji bîrkirin, ji berî mehekê çîroka Mesud bûbû benîştê devê xelkê, Gelê Kurd bi dost û dujminên xwe ve çêra wî di bûn.
Çend Axaftinên xelkê erzanin! Bêgûman gava merov li axaftina xwe xudî bi dernekeve, ew jî bi axaftina xwe re erzan dibe. Gava ji berî mehekê  li ser zimanê Mesud Kobanî hat e belavkirin ku Mesud Kobanî wê li hember rijêma Sûrê hêzek çekdar damezrîne , Mesud Kobanî bi derewekê; di şev û rojekê de bû Elîkê Betê û tirsa wî agir kir nava tevgera Kurdî li Sûrê, ji berî rijêmê.
 Rast e çîrok Mesud û çekê derew derçû, lê wê derewa Mesud piraniya tevgera kurdî li Sûrê çekdar kir, beşê mezin ji tevgera kurdî bawariya xwe bi şerê çekdarî anîn, lê ne li hember rijêmê, li hember Mesud Kobanî û bîst pênc hevalên wî yên ji binî de tine.

Çinkê piraniya Tevgera kurdî li Sûrê;  ji rijêma Sûrî pirtir ji ragiyandina Mesud Kobanî tirsîyan .Tevgera Kurdî yekser bi hev re hevdîtin kirin û daxuyan îmzekirin  ku çawa bibin bend li hembera wê hêza derew . Çinkê gelek ji aliyên tevgera Kurdî li Sûrê baş têgihîştine ku çi rojê rîjêma Bas li Sûrê hilweşe nanê wan jî di nav tevgera Kurd de namîne.

Lê dibêjin”Benê derewa kine”Mala Xudê ava ku derew Mesud Kobanî zû aşkere bû, niha tevgera kurdî li Sûrê jî wê di nav şerê birakujî de bûne.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…

Narîn Omer

Malpera “Welatê me” ji bîst salan ve û heta niha jî dana xwe ya bê hempa di warê çand û wêjeya kurdî de didomîne.
Ew yek ji wan çend malperan e ku bê navbir û behnvedan weşan û beşdarbûna xwe, hem bi zimanê Kurdî û hem jî bi Erebî…