Divê her kurdek Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî protesto bike…

  Îbrahîm GUCLU
ibrahimguclu21@gmail.com

Diyar bû ku Serokkomarê Iraqa federal Celal Talabanî  dê di 07. 03. 2008-an de bê seredaniya Tirkiyeyê. Tirkiyeyê ji bona ku Celal Talabanî kurd e, bi salan e ku naxwazin wî wek serokkomar dawet bikin û bi wî re rûnin. Ev helwesta helwesta dewletê û serokerkaniya Tirkiyeyê bû. Ev helwesta gelek aşkere li dijî kevneşopiyên dîplomasiyê û huqûqa cîran  û hûqûqa navneteweyî bû. Lê Tirkiyeyê wek dijminê neteweya kurd ew helwesta xwe domand.
Komara Tirkiyeyê bi vê helwestê dijiminitiya xwe ya li hemberî hemû kurdan û  Herêma Federe ya Kurdistanê nîşan dida, ev helwesta li dijî pêvajoya federbûna Kurdistanê û pêşketina Kurdistanê û her kurdekî  bû.

Komara Tirkiyeyê di demeke gelek qrîtîk û qirêj de, dema ku li Herêma Federe ya Kurdistanê êrişên hawayî dom dikir, ji bona êrîş û dagirkeriya reşayî û bejayî biryar hatibû dayin, ev biryara xwe guhert û biryar da ku serokomarê Iraqê Celal Talabanî bê seredaniya Tirkiyeyê. Celal Talabanî di wan şertên dijwar û dagirkeriya Tirkiyeyê de jî li hemberî biryara Tirkiyeyê helwesteke hişk nîşan neda ku naye Tirkiyeyê. Bes wezîrê karên derve yê Iraqê Hîşyar Zebarî diyar kir ku di şertên ku operasyon û êrişa Tirkiyeyê ya leşkerî dom dike de, serokomarê Iraqê nikare seredaniya Tirkiyeyê bike. Diviya bû ku wek serokekî Kurdistanê Celal Talabanî, ev helwesta bi xurtî ji Tirkiyeyê û ji dinyayê re nîşan bida. Lê wî  ev helwesta diyar nekir û li benda Tirkiyeyê ma ku ew careke din wî dawet bikin û ew biçe Tirkiyeyê.

Di encam de piştî ku bi helwesta DYA-yê ya suprîz, Tirkiye mecbûr bû ku leşkerên xwe ji Herêma Federe ya Kurdistanê vekişîne, hatina serokkomarê Iraqê Celal Talabanî  dîsa hat rojevê û wî jî bi lezûbez biryar da ku bê seredaniya Tirkiyeyê.

Lê serokerkaniya Tirşkiyeyê piştî ku hêzên xwe yên leşkerî jî vekişand, gelek aşkere diyar kir ku li Herêma Federe ya Kurdistanê dê êrişên xwe dom bikin. Tê zanîn ku dom jî dikin. Duho (05. 0. 2008), Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi xwe diyar kir ku helîkopterên Tirkiyeyê li Herêma Federe ya Kurdistanêêriş kirine.

Serdaniya serokkomarê Iraqê daweteke fermî ya serokkomarî jî nîne. Wek di dîplomasiyê de tê diyar kirin “rojeke xebatê” ye. Lê dîsa ji serokomarê Iraqê û serokekî kurdan ji vê re gotiye “erê”.

Ji bona ku seredaniya Celal Talabanî ne seredaniyeke fermî ya serokomarî ye, di bername û protokolê de seredaniya mezelê Atatirk jî tune ye. Lê wusa xuya dike ku serokkomarê Iraqê û serokekî kurd Celal Talabanî ji derveyî edet û çanda dîplomasiyê daxwazkirî ye ku mezelê Atatirk ziyaret bike.

Ez hewce nabînim ku Atatirk ji bona neteweya kurd û her kurdekî tê çi wateyê dirêj îzah bikim. Her kurdek vê yekê baş dizane. Lê dema ku bi kurtî ez diyar bikim, ez dikarinm bibêjim ku Atatirk, qetil û celadê neteweya kurd e. Siyaseta înkarkirina neteweya kurd bi destê wî çêbû û serîhildanên Kurdistanê yên heta sala 1938-an jî bi destê wî bi  zora leşkerî û bi komkujî û qetlîeman hatin temirandin.

Gelo Serokekî kurdan çawa dikare ji ber xwe ve daxwaz bike ku dê ziyareta mezelê Atatirk bike?.

Li cem vê yekê dê ziyareta partiyan kurdan jî qebûl neke.

Ez wek kurdekî, ji bona van sedeman û ev helwesta kevnedostê xwe  serokkomarê Iraqê û serokê Yekîtiya Niştimanî Kurdistanê Celal Talabanî  rexne û protesto dikim. Pêşniyar dikim her kurdek jî vê helwestê nîşan bide.

Amed, 06. 3. 2008

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…