
Selîm berekat nivîskarekî kurd î herî bi nav û deng e ku bi zimanê erebî dinivîse lê her can û hişê wî dimîne kurdî, ew mîna êşekê di destara nalîna kurdî de, dem bi dem û kêlîk bi kêlîk tê hêrandin. Wî bi vîn û îrada xwe dev ji cîhanê berdaye û cîhaneke fireh û taybet bi xwe ava kiriye, dike.
Xwedayê min Kurdên te ne ev
Xwedayê min!
Bakur û Bakur, di Sîsirkê Hesinî û Jînenîgariya Xortaniyê de, hûrdema Kurdî ya dirêj, tije êş, keserdar û kederpir, tîne ziman. Zaroktiya bê zarok û zarokên bê zaroktî, diyên ku din bin lingên kawiktiyê de, di bin lingên belqitîbûna germa nîvroyên Bakurê belqitî de, bavên ku ji xweda, ji xwe, ji havîn û buhar û payîz û zivistanan, ji herkes û hertiştî aciz, û zarokên ku ji qehra çavên lawiran derdixstin, zikê mirîşkan diqelaştin, li kûçikan dixistin heta ku xwîn di laşên wan de nedima, zarokên ku karîbûn hertiştî bikin, lê nikaribûn Bakur mîna zîzokekê li bin guhê bêdengiya Xwedê bixin daku ew şiyar bibe û zaroktiya wan li wan vegerîne!…
û Bakur ezmûnek e, hêla melûliya mezin, bûka hêlane di ezmûnkirina xwe de, her tiştî dibe da ku lehengî û serserîtiyê bidê te, yaxud bi kêmanî te li ber bayê bike pêwan anjî xwediyê milkekî ku nayête xuyan! Rasthatin li dûv rasthatinê di Bakurekî ku ew ne tiştek bû ji pêvî rasthatinekê, ji ber ku her bi tenê sê hêl hebûn berê!
“Di tenahiya xwe de, tu welatekî dagirtî yî”, wisa helbestvanekî li ser Bîkaso gotibû. Di tenahiya xwe de, tu gerdûnekî dagirtî yî, ez ji Selîm re dibêjim. Selîm ê ko ji êşan xalî nabe, êşên Kurdan yên nemir…..televîzyonê digire, internetê digire, kompiyûter dişkîne, kovar û rojnaman dişewitîne lê …..xalî nabe ew ji êşan xalî nabe…….qefle qefle tên, karwan bi karwan ji deşt û biyabanên kesera kûr û xewnên nîvçe, ji Mihabad û xwihên wê!
Wekû êşekê bask ber bi pêş ve diçin
Wekû êşekê Kurd ber bi pêş ve diçin
Wekû êşekê cih, berbangê koç bi koç ji keçên xwe re diseridîne
Wekû êşekê, roj kor derbasî Mihabadê dibe
Û ew jî roj bo roj derbasî xelwetgeha êşên xwe dibe, sicada birînan radixîne û ji keseran re li çok dibe, qiblegeha wî nîne, mîna welatê wî: li her çar hêlan êş lidar in, hemû welat ne yên wî ne. Pir wefadar e ew ji kul û êşên xwe re, mîrnişînan ji bo wan ava dike û da ku qazên dilê wî du deqîqeyan rawestin vodikayê dîsa vedixwe, xwe bi tena bincil dihêle û hesin radike:
Ez dê vî hesin î bi pendiyariya hesinî rakim
Ez dê vî hesinî hildim
Ez dê sond bixwim ku ev hesinê di nav destên min de hildayî
Ewe siberoj e di pişikeke kurdî de hatiye şuştin!
Kurd, bavên êş û têkçûnê, di nav vodika wî de melevaniyê dikin: di qehweya wî de nêçîra kulan dikin, çixareyên wî bi derdan avis dikin, agirê nava wî gur dikin, rûpelên bexçeyê wî bi daxan diçînin, gula mirina wî av didin, bi mirina xwe wî sax dikin:
Kurd li wir in