Batmanî matmanî !

  Mihemed Hemo

Pirsek ji Ronakbîr û Siyasetmedarên Kurdistana bakur.
Ronakbîren hêja siyastmedarên delal, Batmanî çi miletin çi qewmin, ji vê dinyê ne yan ji dinyak dinin ?
Ez hêvidikim hûn pirsa min bidin; hema dibêjin çi bibêjin  tenê; nebêjin Batmanî Kurdin, ji bo em ji kurdîniya xwe şermnekin .
Ta ez ji we re jî nebêjim hûn Ronakbîr û Sîyasetmedarên sextene ku we ta niha miletê xwe di xew de hiştî .
Ronakbîrno,Sîyasetvano ! Ma we nebîhîstî ku xelikên zana û pêşketî ji Kurdan re dibêjin kerên Muslimana ?
We nebîstî Muslimana çi bi sere miletê Kurd kirî , Ew ên kîmîya bi serê mêr, jin, pîr û zarokên kurdan de barandine û bi deh hezaran bi bînekê re kuştine , ma ne Muslimanbûn?
Ew ên Kurd Enfalikirine û bi sed hezaran bi xweşî bin ax kirine ,ma ne Musilman bûn ?  
Ew ên Şêx û Seyîdên Kurdan bi darda kirine, ma ne musliman bûn ?
Ronakbîrno,Sîyasetvano ! Çima we ev rûreşiyên Muslimanan ji belengazên Batmanî re negotin e ,we Batmanî di tarî yê de hiştine ?
Iro Tirkên hov agir bi serê gelê Kurd de dibarînin , Batmanî yên belengaz jî bi sûretê Êblîsekî Filestînî Axa Kurdistanê dinicisînin.
Ma we nebîst berî çend mehan Hizba wê Êblîsî li bajarê Xezê  çend kesên ji Fetih girtin gava navên wan pirsîn yek ji wan navê wî Mihemed Kurdî bû ew ji qatê nehê de avêtin erdê gotin: ew ji eslê kurde, divê em kurdan ji berî Cuhan  bikojin .
Ma we nebîst ? Gava ji Mirdarê Filestînî Yasêr Erefat pirsîn gotin ma rast Sedam Husên kîmawî bi ser gelê kurd de dibarîne ? Wî Mirdarî got : Ma hûn dixwazin Sedam gulan bi ser Kurdan de bibarîne , Kurd yên kîmayêne.
Ma we nebihîstî Filestînî dibêjin kurd Cuhîyê dudiyêne piştî em Cuha tine bikin divê em kurdan jî tinebikin .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo

Di nêrîna min de baştir e ku em helbestvan bi kurtî di çend rêzikan de bidin nasîn:H.M. Hebeş di sala 1970 de li gundê Şiyê,gundê helbestvanê nemir Hamid Bedirxan li navçeya Efrînê, Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye.Ew jî mînanî pir hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê ji ber zor û setemên rêjîma dewleta…

Kongreyê sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye, roja 23.08.2026, li bajarê Essen li Elmanya, bi amadbûna hejmarek ji endamên Yekîtiyê, û bi beşdarbûna hejmarek din ji endaman ji çend welatên din bi rêya zoomê, hat lidarxistin.
Pêşî çend raportên rêxistinî, çalakî, û darayî, hatin xwendin, piştre giftûgoyek li…

Fewaz Ebdê

Were xanim!
Were!
Da ez hemû şkestinên xwe
Revecengên xwe
Di çavên te de bixwînim
Kirasê dîroka xwe jê bikim
Cugrafiya çavên xwe
Di awirên te de dorpêç bikim
Dema ez
Li çavên te dinerim û
Di kûrbûna wan de noq dibim
Bi girafêtê
Qirika Selahiddîn dixemilînim
Riha wî kurt dikim û
Li Waşintun, Mosko û Berlînê digerînim û
Geh
“Igalê” dikim stukura wî û
Wî li…

Ofîsa Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi êş û xemgîniyek mezin nûçeya koça dawî ya hunermend Gulîstan Tahir-Sobarî bihîst, ku şeva çûyî koça dawî kir, û mîrateyek hunerî dewlemend û bîranînên hêja giranbiha di dilê malbat, xizm, dost û heval û hezkiriyên xwe de hişt.
Xwedê jê xweş…