Hejmara nû a Rojnameya Agirî belav bû

Rojnameya Agirî ji 15 rojan carekê li Kurdistanê çap û belav dibe û yekemîn weşana bi zaravayê kurmancî li rojhilata Kurdistanê ye. Giraniya nevaroka xwe, polîtîk û çandî ye. Hejmara nû a 82 an î, di 29 ê sibatê de ji çapê derket û belav bû. http://kurdistanmedia.com/kurmanci/ navnîşana elektronîkî ye bo têkiliyan. Naveroka hejmara 82 an ya Agirî ev e:
SIYASÎ
¤ 12 Partiyên Kurd Û Kurdistanî, Di Daxuyaniyeke Hevbeş De Ragihandin: “Em Êrîşa Li Ser Herêma Kurdistanê Şermezar Dikin”
¤ Enistîtuya Kurdî Ya Parîsê Konferansek Li Ser Pirsa Kurd Lidar Xist
¤ Şandeke PDK Îranê Seredana Mekteba Siyasî A PDK’ê Kir
¤ Şandek Ji PDK Îranê, Seredana Binkeya Mekteba Siyasî A YNK’ê Kir
¤ Kongireya Neteweyên Îrana Federal: “Em Hilbijartinên Nimayişî Ên Meclîsa Şewra Îslamî A Heştem Baykut Dikin”
¤ Du Saziyên Parêzer Ên Mafê Mirovan, Daxwaza Betalkirina Biryara Îdamkirina 3 Çalakên Sivîl Yên Kurd Kirin
¤ Dema Ez Li Rojhilatê Kurdistanê Bûm
¤ Jiyana Dijwar Ya Kasibkar Û Têledarên Kurdistanê
¤ Şiroveya Peyvên Siyasî
¤ Hilbijartinên Rejîmê Ji Lîstikekê Zêdetir Nînin
¤ Komara Îslamî Li Dijî Serxwebûna Kosovoyê Ye
¤ Îran Bi 33 Milyon Dolaran Hate Cezakirin
HEVPEYVÎN
¤ Werzişvan Rehîm Ehmedîpûr: “Werziş Pira Navbera Neteweyên Cîhanê Ye Û Gişt Neteweyên Cîhanê Bi Hev Re Girê Daye”
CIVAK Û JÎN
¤ Xelata Azadiya Çapemenî A Sala 2007’an, Ji Ednan Hesenpûr Re Hate DanSê Çalakên Sivîl Yên Kurd Bi Cezaya Îdamê Hatin Mehkûmkirin
¤ Xebatkarên Jin Ên Kurd Di Girtîgehê De: “Me Ji Bîr Nekin”
¤ “RMMK”Ê Di Nameyekê De Bo Saziyên Navneteweyî, Daxwaza Azadkirina Kebûdvend Dike
¤ 100 Milyon Mirovên Nexwendevan Di Welatên Erebî De Hene
¤ Trajîdiya Zimanan Ji Çavê Unesco’yê Ve
¤ Bermîleke Neftê Bû 100 Dolar, Lê Xelkê Îranê Di Xizanî Û Birçîbûnê De Dijîn
ÇAND Û HUNER
¤ Biyanîbûn (Adar Jiyan)
¤ Kaniya Helbestan
¤ Xelatên Oskara 2008’an Hatin Debaeşkirin
¤ Televîzyoneke Kurdî Ya Înternetî Dest Bi Weşana Online Kir
¤ Enistîtoya Kurdî Li Kolnê Gaveke Dîrokî Avêt: Kurdên Cîhanê Bi Rêya Înternetê Fêrî Kurdî Dikin
¤ Girûpa Kamkaran Xwe Amadeyî Cejna Newrozê Dike
¤ Gurê Li Pişt Derî
¤ UNESCO: ”Ziman Dilê Jiyana Civakî, Aborî Û Çandî Ye”
¤ 10 Saliya Otonomiya Kulturî A Kurdên Rûsiyayê Hat Pîrozkirin

Zarathustra News – zarathustra_news@comhem.se

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Di nav tevlihevȋ, alozî û qeyranên ku herêm di nav de ye, “medyaya Qeyranê” wekî amûreke bingehȋn ȗ sereke ya birêvebirina raya giştî derdikeve pêş. Ev celebê medyayê di demên teng de tê ezmȗnkirin; çimkî dema ku karesatek an pirsgirêkek çêdibe, mirov hevsengiya xwe winda dikin û li her agahiyekê…

Li bajarê Düsseldorfê li Almanyayê, konferansa damezrîner a Hevgirtina Civaka Sivîl ya Kurdî bi dawî bû, piştî rojekê ji nîqaş û gotûbêjên berpirsiyar ên ku nûnerên dehane rêxistin, civak û saziyên sivîl ên Kurdî li hev anîn, bi tevlêbûna nûnerên hin partiyên Kurdistanî û her wiha bi amadebûna kesayetiyên civakî, çandî û akademîk…

Qado Şêrîn

Ehmedê Huseynî helbest guhert, helbesta wî watedar û bihêz û xweşik bû, kesek nikare wê inkar bike. Ew e yê ku helbesta nûjen gihande asta helbesta kilasîk.
Ji ber ku Ehmed lawê civaka kurd e ku hîn peyetiya kesayet û siyaset û idyelojya berz û blind û sereke ye, xwezî li Swêdê maba, pesnê Ocalan…

Hişyarê Emerê Le`lê

Periya dil ciwanek bê hemberî
Te ez kirme nav pizotên agirî

Bêriya te her di dilde dikelê
Hest û canê min li ser te dan girî

Xewna te ez jê şiyar nabim ticar
Te xeyalên asoyên min tev birî

Dil bi deştêve bi…