Jina kurd di nav bera duhî û îro de

Cîhan Ebdula

Wek em di zanin ku îro dîroka jina kurd bû ye pertûkek vekirî di nav destên nefşên me yê nûhatî de … gelo ta kûderê em di Karin van rûperan bi xwînin …?
 bê guman di xêzên destpêkê de emê gelekî bibêzarî û dilbikulî bisekinin, ji zilim û zordariya ku di ser jina kurd de weşehayî …. Ji karê ku dikir sibê ta êvarî di bin taveroka havînê de û herweha ba û barana zivistanê de jî, û ji bilî wê zilima ku zilamî tanî serê wê…

ew kesê ku rojekî ji rojan li vê jinê ne nêrî ku ew jî weke wî mirove, qeher û kulên ku wî ji derveyî malê didîtin, ji bindestî , zilim û zordariya ku di ser de dibarî, di çivaka wî de wek netewa wî ya winda di naveroka zikê zordaran de, lê mixabin ew kesa ku di kêleka wî de diskinî, pêre tehlî û şêranî di borand,girî, kul û derd dixwar, ew zilamê ku bav û bira yan jê mêr û kur li bîra xwe ne tanî ku ew jî hevpişke pêre ye di vê xemê de, nezanî… û nekarî çi jê re vegerîne beramberî wê dilovaniyê, ra bû jêre veda dafikên kura û çavên wê girêdan û avête tariyê, zilimek nûh avête ferhenga wê ji bilî ya netewî ya civakî jî pêre… û eger em hêdî hêdî di xwendina xwe de werin emê bibînin ku jina kurd bi xwe jina malaye, qehremana serê çiyaye, bi namûs û şerefe, gelek cara xwîna bavê û birayên xwe nehiştiye ku li  ser xakê ziwa bibe …. Heyfa wan hilandiye ….xwe kêmî zilaman nekirye û xwe li şûna wan nehiştiye ,demek her û her şer bû li ser jina kurd, di warekî gelek teng û tarî de bû, di demê wê de dibistan û xwendin tûnebûn .
Lê pirsa ku xwe tavêjê li ser kaxetê…… piştî ku guhertin û zanebûn zêde bû, çima rola jina kurd ma qels û lawaz… ?
Ji ber piştî ku jina kurd ket dibistana û fêrî zanebûnê bû û li berçavên wê têgeha mafê mirovatiyê ket û di bîra wê de ew qûnaxa ku jina kurd li pişîya wê têre derbas bûyî, û nexasim demek dirêj he ye navbera qûnaxa tarî û nezaniyê û ya ronahî û zanînê de …. Ma gelo jina kurd piştî ku ji zankoyê derçû û tevlî karê wê xwendina kirî bû, di çivakê de çima di wê rewşa ku jina kurd berê têde ma, gavin gelek piçûk avêtin . belê, negorî dema ku em di tê re derbasdibin, ji ber vê yekê daxwaz çi ye : ewe ku jin rola xwe ya mirovatî bistînê, îro roj guh bide xwe, xwe di hemî waran de avabike, nexasim di aliyê rewşenbîriyê de, bide xuyakirin ta kûdê di karê bike, wan sînoran bişkîne,bi rola xwe ya surîştî rabe, wek ku tê dîtin û naskirin ku nîvê çivakê ye, nebes bi mîne gotin dilbişa be û bes wek hêviya xwe bi zilam re bicih bîne ,bi azadî hest û ramanên xwe diyar bike , ji ber çi pêşketin bi welat re çêna be, ta jin dûrî rola û bizava xwe ye, ta ku kanin xwînê jî biherikin .
Pêwîste ku em li dora xwe binêrin … bizanibin çi guhertin, çi di bin ta jiyana jinê geşbibe …. Û xwe avakin bi rengekî şaristanî û wan gulên bi şaxê daran ve avabidin, perwerde bikin, ji bo avakirina welat, welatekî bayê azadî û zanebûnê di ser de bibarê …û li dawiyê û di berê de hatiye gotin 🙁 şêr şêre çi jine û çi mêre).

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bavê Zozanê

Piraniya stranên kurdî eger ne hemî bi rêk û pêk hatine ristin, xweş, hesan û sivik in,ji xwere mere li ser dev û lêvan dihelin .

Qam û qilafeta strana Kurdî tê xuyanîkirin ku ew êşa zor û giran ,tevlî kar û barê jiyana dijwar ku bi rengekî zelal…

EBDILBAQȊ ELȊ

1-Çarçoveya Erdnîgarî, Stratejîk û Dîrokî

Qamişlo li bakurê rojhilatê Komara Sûriyeya ye, li xaça 37.30 pileyan a bakur û 41.13 pileyan a rojhilat, li bilindahiya nêzîkî 450 metreyan ji asta deryayê. Sînorê wê yê bakur bi Çiyayên Torosê ve tê girêdan, tenê yek kîlometre dûrî sînorê Tirkiyeyê ye û…

Rebhan Rezedan (Rabhan Ramadan)

Pêşgotin

Gava ku Hafiz el-Esed di sala 2000î de çû ser dilovaniya xwe, Sûriyeyiyan bêhnfirehiyek kişandin û bawer kirin ku ew serdem û Heyama zordariyê bûye beşek ji boriyê ku êdî venagere. Lê belê, yê ku li şûna wî hat bêtir hov û bi kerta xirabtir bû, bi alîkariya…

Xizan Șîlan

ey kemana dilê melûl

bi awaza têlên te yên zîz

çiya û zozan bi gulên serkeftinê

dixemilin

miriyên goristanan

di xewa aramiyê de

vedihesin

pêlên çeman

bi xumexum zelal diherikin

heyv di şadiya xwe de

dibiriqe

îskeîska giriyê zarokên…