Li kosuvo dîlan û li kurdistan pîlan

hozan x efrînî

Piştî kû yekîtîya sovyeta berê kû hate roxandin, gelek welatên cur be cur hatin raghandin û bûn bi xwedîyê nasname û pênasên neteweyî xwe, li her deverên cîhan,herwa bi piranîjî ji hêla emerîka û un ve hatine pîrozkirin, li mixabin li welatê rojê dajî(Kurdistan) , her kuştin û qirkirina kurdan hatîye pîrozkirin û erêkirin.
Îro li kosuvo dîlane û li Kurdistanjî pîlane , ma ev çi jiyane……ev çi dîmokratî û dadwerîye…ma gelo paristina mafên mirovan  vaye…darijtina têgehên wekhevî û dîmokrasîyê di dine da eve….ma rêzgirtin li vîna gelan eve….
Çend rojên pêşî da,li welatê sirbistan da, welatike nû hate raghandin, û yekser ji alîyê emerîkada û un de hate pejrandin û pîrozkirin,
Lê îro li Kurdistan tev kuştin û qirkirina kurdan ji hêla emerîka û îsraîl û welatên ewropa ve , têne pişgirîkirin, û bêdengî li hemberî kirdarên tirkîye, îran, sure, berdewam dikin, kû roj bi roj li bakûr û başûr û li rojhilat û rojava lêdan û têkdane, tev şînî û berxwedane, roj nine dayîkên kurdan bi dîlan û lîlan bin, lê her dem bi girîn û dilgiranin, bi rastî ev rewş êdî pesend nabe,wîjdanjî pesend nake kû ev rewşa mirovan be…
Di demikî kin da ,li rojavayê kurdistanê û li bajarên qamîşlo+efrîn+ kobanîyê , bi sedan welat parêz û xebatkarên kurd bê tewan, ji hêla peyên rijîma baas ve hatin girtin, û bê ser û şûn bûn, hera bi lêdan û eşkence dan ta kû toşî newaşî û nelibarîya tendirûstîyê bûn,herwek bûyera  şehîdbûna mamoste û siyasetmedarê mezinî kurd perlementer osman silêman kobanî, kû bi tewanê livandina hastên netewî ya gelê kurd, li hemberî rijîma baasî da dike,jiberkû wek rêberikî gel di xweda dît, kû serkêşîya xwepêşandina gel li bajarê berxwedanî û kurdiyetîyê(kobanîyê) bike û pêkanî,  lê bi rastî bi serbilindî jî erk û kar û xebata xwe yên netewî bi cih kir û bi serfirazî jî ,tevlî kerwanê pakrewanên riya rizgarî û azadîya gelê Kurdistan bû, evajî vîna gelê me lawaz nake belkû bi hêztir jî dike û dengê rastîya doza rewa a netewîya kurd ,bilintir kir… li mixabin her bê dengîya hêzên navnetewîye…. herwa li bakûrî welat jî mêrlawekî 16 salî dikin jêr tekerên panzer û zirupêşan, û diceciqînin wek mîrolan, her bê dengîye….herwa li rojhilat jî genc û xwendevanên kurd, bi eşkenedan û lêdan tên kuştin,û xelkî sivîl jî yên kû li nêzîk sinûran dixebitin, jibona parîk nanjî ,bi destên pastarên ecem, têne gulebaran kirin û her bê dengîye….li başûrê Kurdistan kû herêmeke azad û fedrale û li jêr kontirola emrîka daye,roj bi roj ji hêla balefir û firokên cengî tirkan ve ,têne bomebaran kirin, û her bê dengîye…ma gelo ta çi demê her bêdengîya hêzên navnetewî wê bidome…. Ta çi demê wê piştgirîya dagîrkerên kurdistanê bikin…ta çi demê siyasetmedar û rewşenbîrên me, wê hêla sor derbasbikin….ta çi demê partî û rêxistinên me ,wê bê lobî bin, û her berdest bin,û bê deng û bê reng bin….li ewropa jî hewlî daxistina roj.tv îyê dikin ,kû sembol û pênasa tevahî raghandin ,û medyayên kurdî ye, ma kes dikare nikolî li vê rastîyê bike…kû di demekê da kû televizyûna-MED.TV ,dest bi weşana xwe kir, tu kesî kurd bawer nedikir, kû tiştikî we bibê,,û ta roja îro jî,wek  nûneretîya medyayên kurdistanî tê dîtin,wek çawa partîya dîmokrata kurdistana îranê , bi partîya serekî û dayîk, tê naskirin, jiberkû partîya yekê bûye  li Kurdistan, herwa roj.tv jî, weye ,ma gelo ev çi sitem û bêmafîye ,kû bi derheqê gelê me da dibe û her bê denîye…
Dema kû ez va nivîsa xwe tînim ser nivîs, û rexne û helwest digrim,ez xwe jî di nav da dibînim,wek rewşenbîrikî kurd….eger em li rastîya siyeseta navnetewî binirin, û baş binirxînin,gelek tiştên nû û sere û mer derdikeve hole,wek çawa gelê kosuvo serbixwe bûna xwe radigihênin, û emerîka û hêzên navnetewî pîrozdikin,û rêz jibo vîna gelê kosufo digrin, emjî emerîka li ser wê helwêstê piştgirî dikin, lê dibê wek çawa rêz li vîna gelê kosuvo digirin bila nîvî wêjî ji vîna gelê kurd ra bigirin emê spasdarê wan bin hetahetyî… li mxabin ta roja îrojî , jiber hindik berjewendî , ne emerîka û nejî ewropa, rêz li vîna gelê kurd negirtine, ji bilî mijara mirovetî û dîmokrasîyê tiştek nebûye…ta niha jî gelek rewşenbîr û siyasetmedarên emerîkî û rojavayî, di xwe da nabînin ji herêma kurdistanê ra bibêjin, Kurdistan, belkû bi bakûrî îraq bi nav dikin, evjî bê rêzîyeke mezine ,li hemberî vîna azad a gelê kurd û Kurdistan. Lê emê hr bibêjin li kosuvo dîlan û şahîye ,û li Kurdistan jî her pîlan û têkdane û şînîye…û bê dengîya welatên navcîhanîye….

Silêmanî
efrinzan@gmail.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rebhan Remedan

Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…

Tengezar Marînî

Silav xwendevano:

Pirr biraderan ji min pirsiyar kirin û di rêka Messenger, WhatsApp û telefonan re, çima tu li Kongirê yekem amade nebûyî?. Birastî ez şerim dikim bibêjim, piştî bêhtir 40sal î ji nivîsînê, biraderekî nenivîskar, telefona min kir û got em te weke mêvan vedixwînin Kongira xwe ya Fiderasiyona nivîskarên Kurdistan li Diaspora دیاسپۆرا….