xweşkirina turkiya di baweriyên pişkçî de ye

  Mûsa Zaxuranî

     Doza kurdî di rojhilata navîn de bi tevayî, û di turkiya de jî, li cihekî ber çave, û li radeyeke bilinde li gor rewşa wê berî guhrtinên li cîhanê, û herêma rojhilata navîn, û bûye pirseke giring, ji hemî miletên ko ew û kurd bi hevre dijîn, û bûye kilîta guhertinên ko tenê xwestin li herêmê û pêşveçûn, dîmuqratî, avakirin, mafên mirovan û…
bi vê dozê ve hatine girêdan, ne doz û ne ev guhertin bêyî hev nayên pêk anîn, û ji layekî dinve ev doz xwedî giringiyeke abûrî û polîtîkî û civakîye, di vê herêma ko her dewleteke xwedî hêz û berjewendî cavê xwe lê di gerîne, û dixwaze vê herêmê hevsarke ji berjewendiyên xwe re, û berjewendiyên her dewleteke bi hêz di vê herêmê de xuya û ber çav û pirin.
      Desthilatdarên turkiya, hîn ji berî (150) salî ve, destên xwe xistine qirika miletê kurd de, û ew xistiye bin darê zor û setemê, divin vî miletî di zindanan de kedî û tine bikin, nejad perestiyê ew kor kirine, û (30) melyon kurd nabînin, ne dibistanek bi zimanê wî jêre vekirin, ne fabriqek ne kargihek li herêmên wî avakirine ji bonî ko ev millet ji cihê bav û kalên xwe rabe û di bajarên turkan de winda bibe  û wêran kirina hezarên gunda û kuştin û girtina hezarê xortên kurd armancê turkên nejadperest diyar dike, mixabin ji wan weye ko wê bi vî awayî miletê kurd, miletê şoreş û şoreşvana winda û tine bikin, lê weke ko diyar dibe, û me di pêşîde jî got: xuyaye ko ew ji dest berdana dihên milyarên dolaran, û kuştin û girtina hezarê kurdan û wêran kirina gundan, kurd winda ne kirin û nakin, ji ber ko kurr û krçên amedê, batmanê, cezêra mîra, mûşê, wanê, bedlîsê, midyadê, mêrdînê, dêrsimê, hekariya, agrîdax, goya , şernexê, sasûnê, tora hevêrka, zaza, koçgirê û omeriyan… nikarin tine kirina xwe daqurtînin, wê li peyî doza xwe bimînin, ta ko wê bikin bûk û wê bi xemla wêve diber gor û dergihên hemî nemiran re bi bin, da ko kêlên nemiran sirûda ey reqîb bixwînin, û gul kulîlkên kesk û sor û zer li ser gornên wan dîlana jiyanê bikin, û kevokê sipî asîmanê amedê û istanbolê û her bajarî bixemlînin.
     Ji berî herkesî, û ji bonî ko xweşî bikeve her dilîde, ji rijîma tirkî tête xwestin, ko çareke hevçerx ji doza kurdî re bêk bîne, di neynika dîroka xebat û tekoşîna miletan re bi nêre, ne di neynika şovînî û ezezyan re  û ne jî di neynika nejadperestiyê re û bere xwedê yên wekî pişkçî pir û xurt bike, ko welatê turk û kurdan bi xweşî û aşîtî û pêşveçûn û dostanî û gulên li hevhatinê ava bikin û bi hevre, û dest di dest de bi Kevin yekîtiya ewrupa de ji bo ew jî wekî ewrupiyan, welatê xwe xweşkin, û sude û dan û standin û yasayan ji wan hîn bibin û kurdan ji zûve gotine: yê ko li kerê iblîs siwar be, wê xwe bibînê û ez jî bawerim ko wê xwe bibînê û wê xwe ji herkesî bihtir bi êşînê.

Mûsa Zaxuranî (bavê gulê) – Qamişlo
15-2-2008

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…