Du xalbalkêş di bîranîna Osman Sebrî (Apo) de

    Dr.Ebdilmecît Şêxo

Beriya demekê bi bûneya bîranîna têkoşer Osman Sebrî de, min du berhemên hêca yên du nivîskarên jêhatî Siyamend Îbrahîm bi erebî û yê Reşoyê Pîrê bi kurdî xwendin. Herdu nivîs jî bi naverokên xwe dewlemend û nirx bilind bûn. Di vir de ez hezdikim du xalên giring yên ku li cem herdu berêzan hatine jibîrkirin zêde bikim. Mîna pir kes û nemaze herdu nivîskarên me yên jorîn dizanin ku li dawiya 1998 an de “XELATA OSMAN SEBRÎ ” bi beşdarbûna gelek rewşenbîr û siyasetmedarên  Rojavayê Kurdistanê li Şamê hate damezrandin.
Komîta “Xelata Osman Sebrî ” biryar istandi bû ku her sê salan kesayetiyeke biyanî, yê ku bi berhem û helwestên xwe yên erênî, dermafê gelê Kurd de hatiye naskirin, ji aliyê wê de bête xelatkirin.

Li ser vê bingehê komîta “Xelata Osman Sebrî” xelata yekem wêna têkoşer Osman Sebrî di çarçûveke zêrîn û di bin navnîşana ” JI BO  DOSTANIYA GELAN ” de, di sala 2000 î de li Anqrê pêşkêşî zanyarê civaknasiyê yê mezin Prof. Îsmaîl Bêşikcî kir. Herwisa jî, di sala 2004 an de dayika Kurdan, rêzdar Daniyal Mîtran, xanima serokê Firansa yê berê Firanswa mîtran li Însituta kurdî li Parîsê hate xelatkirin. Herweha wek em dizanin ku komîta jorîn niha xelata sêhem jî amede dike û dê wê di sala 2008 an de pêşkeşî kesaytiyeke Ereb û nasdar bike.

Damezrandina  “XELATA OSMAN SEBRÎ ”  beşek ji berdewamiya jiyana APO OSMAN SEBRÎ ye, ewa nirx û buhayê APO di nav gelê me û cîhanê  de deçespîne. Lewra jî xaziya eva xala giring li nik nivîskarên me nehata jibîrkirin.

Xala duhem ev e, ku xêre pakrewanê Kurdistanê Osman Sebrî bi navê APO hati bû naskirin ?

Li gor ku min ji devê nemir Hemreş Reşo yan ji devê  rêzdar Prof.. Cemal Nebez bîhîstî ye, weha ye; Xanim Rewşen Bedirxan di hevdîtinên xwe bi Osman Sebrî re ji wî diprse; ma gelo ez çawa bang li te bikim? Eger ez ji te re bêjim Osman Axa tuyê ji min, vî navî nepejrînî? Vêca ez çi bêjim?

Osman Sebrî bersiva Rewşen Xanimê pir bi sanahî daye û gotî ye; hema  bi min re bêje APO. Lewra, ji wê rojê de ta niha serokê me yê nemir bi navê APO hatiye naskirin. Di vir de ez naxwazim şirove bikim ku ji bo çi ? Osman Sebrî  nexwastiye  bi navê Osman Axa bête bangkirin, lê di herhal de, eva helwesteke netewî û siyasî  ye. Lewra, pêzanîna sedama bi navkirina Osman Sebrî  bi APO jî,  birek ji jiyana wî ya dewlemed û watedar e.

  Almaniya  14.02.2008

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Di Şemî, 18.07.2026 de, Kombûna Zanyarên Azad li bajarê Düsseldorf ê Almanyayê sêmînerek zanistî û perwerdehiyê bi rêxist. Armanca vê çalakiyê ew bû ku çanda zanînê, ramanên rexnegir û girêdana navbera zanyar û ronakbîrên Kurd were xurtkirin.

Bername bi rêvebirina Rêber Hebûn dest pê kir. Di gotina xwe ya pêşwaziyê de, wî…

Rabhan Ramadan

Ez bi dilşadî û hesreteke bêdawî li benda dîtina wî bûm.. Di pêncê Hezîrana sala 2022an de, kurê min “Cenko” (Django) ji Viyanayê hat, ku li wir li zanîngehê dîplomaya xwe dixwîne. Ew û hevala xwe ya xwendkara zanîngehê hatin, da ku em bi hezkirin pêşwaziya wî bikin û em…

Fewaz Ebdê

Di dilê bajarê kevn de, ku rojekê ji rojan bedewiya ronahiya wî di ruwê asîmên re dida der, şev her tiştî dadiqurtîne. Bajar di nava tariyê de di xew ve çûye, ronahiyin lawaz di nav re diçirisin, lê êdî têra ronîkirina kolanên wî nakin; ew kolanên ku tije qelebalix û…

EBDILBAQȊ ELȊ

Barzaniyet ne tenê navek e ku bi serokekî an demeke dîrokî ve girêdayî be, lê belê dibistaneke têkoşînê ye ku di nav salên dirêj de bi têkoşîn, fedakarî û xebata nifşên li pey hev hatiye avakirin. Bingehên vê dibistanê li ser nirxên azadî, rêz, dadperwerî, parastina mafên mirovan û berpirsiyariya…