Roja vejînê

 Hozan xelîl efrînî

Çardehê du roja vejîne
Roja pir bi bîne….
lêdana dilan…
livên lêvan…
çêra çavan…
çardehê du roja vejîne
roja vejîne…
xelat û mizgîne
bi nameyên dildarî

ji çareh damarên velantayên…
bang dikin…
hawar dikin…
bi parêzin hevjînî…
bi parêzin bawarî..
bi parêzin reng sorî
bi parêzin çardeh gulî
çardeh gulên sor bo te
çardeh maçên jor bo te
çardeh nirînên kûr bo te
çardehê du roja vejîne
tev xelat û mizgîne…
li ser dîwarên zîndan
li serdemên berwedan
eşkençeyên roman
jan lit e bû bi jiyan
xweşewîstî bû bi derman
li roma û cîhan
nema hebe ziyan
I lov you  yan
I mîs you…
Jibona her lawikî can
Her keçikî can
Bi bîr bînin roja…
Velantayên…
Bikin bi…
Hevdilan…
Evîndaran…
Gulsoran…
Li her çar alîyên Kurdistan
Ji daristanên bejna te
Ji baxistanên jîna te
Lîlî…
Qêrî…
Gazî dikin…
Nefret li rêgiran…
Nefret li neyaran…
Nefret li dijberan…
Ger tu qeşebê…
Ger tu kur law bê…
Ger tu velantayên bi xwe bê
Gulên sor rengê te ye
Maçên jor lêvên te ye
Nirînên kûr çavên te ye
çardehê du roja vejîne
roja xelat û mizgînê

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ali Molla Nasan

Ey çîyayê rewşa mala Kurdan!
Ey hêviya biharê bi mafê jiyan
Ey cejna nowrozê bi şahî û zanyarî
Ey strana netewî bi agirê şoreșgerî

Em di lêgerîna aştî û dilsoziyê de hatin rêyê rewşenbûn.
Û li bexçe çanda malbatê ,me canê xwe da serxwebûn
Û bi ava pir zelal û hişyarî ,me…

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…