Ji bo çi Lêveger?

  Lewend Hisên

Ev bû çend meh, û çend sal, ku hin partiyên me, doza avakirina lêvegerek Kurdî dikin, mixabin heyanî nuha negihiştina encamekê, ew jî ji ber ne rastiya wane. Heger ji dil xebat kiriba bo avakirina evê lêvegerê, wê rê li pêşiya hev hêsan bikrane.

Hemî partî xwedî pirojene, ji bo avakirina çarçêweyekî Kurdî ku têde hemî hêz û kes cihê xwe bigrin, û her partiyek jî xwedî nerînin taybeta di vî astî de, piroblema ku timî xwe dide pêş navên partiyan ne, ji ber ku her çend partî bi yek navî ne, mîna (PDK.S- Partî) sê parçene û bi yek navî ne, (Yekîtî) dudo bi vî navî hene, pêşverû jî dudo ne û hin partî jî hin rêxistinan dûrî axaftinên ji bo ava kirina çarçêweyekî Kurdî dikin.
Li gor evê kiryara partiyên me, bawerim gereke ew bi xwe evê dozê, doza avakirina çarçêweyekî (Lêvger), êdî hew doz bikin. Avakirina nûneratiyekê ji bo gelê Kurd, pêwiste hemî hêz û dezgeh û kesan hembêz bike, heya ku mirov karibe ewê bi nav bike, ku nûneratiyek rast û rewa ye.
Diyar ku hin partî, ji wan nêrînên xweyî berê vegeriya ne, bi taybetî ew rêxistinên ku avakirina lêvegerekê bûbû karê yekemîn di asta xebata wan de, ew jî hişkerebû li ser devê M.Mûsê (skertêrê partiya Çep), di dema li ser devê wî hat belavkirin ku 4 partî dixwazin lêvegerekê ava bikin. Rastiya peyva M.Mûsê diyar bû, gava ewan partiyan tu daxuyanî diyar nekirin.
Bê guman li gor erkên qûnaxê, pêwiste Kurd, xwe bidin ser hev û xwedî yek helwest û daxwaz bin, ku di pêşerojê de karibin hin destkeftiyan ji milltê xwe re bi dest bixin. Nakokiyên di navbera rêxistinên me de, bi tevayî kesayetî ne û ne ji bo Kurdayetiyê ne, heger em bi Kurdayetiyê bikin, gereke em vê pirsê ji xwe bikin: Gelo kî sûdê digrê ji nakokiyên me?, Kî sûdê digrê ji parçebûna me? Kî sûdê dike ji nezaniya me… û Kî û Kî…HD.
Di dema ez pirojeyekê pêşniyaz bikim, gereke, ez berî her alî xwe ji nerînên ezîtî daxim, ku dibin kelem û asteng li pêşiya pirojeyê. Partiyên me, ji rexekî ve doza kombûn û yekîtiyê dikin, û ji aliyê din ve şerê hev dikin û baweriya wan bi hev nayê.
Di dîroka gelan de pir nimûne hene li ser dijayetiyê û lihevhatinê, lê xuyaye partiyên me li dîroka xwe jî na vegerin, dijminatî û nakokiyên wan sermedî ne, gereke ew li bîra xwe bînin gava ku dijminatiyekê radikin ji nav malbatên Kurdan, li gel ku her yek ji wan jî radighînê ku dijminên me sûdeyê dikin ji dijyatiya Kurd-Kurd.
Heger ev partî û serekêm me Kurdan têdighin ku ev nakokî ne duriste û berjewendiyên dijminên Kurdan bicî dike, gerek li xwe vegerin û heme bere tev nebin yek lê bere xebatê bi hev re bikin di hundirê çarçêweyekî û hemî partî û dezgeh û kes cihê xwe tê de bigre.

Tirbespî: 10-2-2008

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Serexoşî bi boneya koçkirina medyakara Kurd Lanaz Kurdo
Di du rojan de, me du medyakarên hêja ji dest dan, doh Helkewt Ezîz, û îro Lanaz Kurdo, em wek Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye bi dilekî pir bi xem û kovan serexoşiyê pêşkêşî malbata Xwedê jê xweş Lanaz dikin, herweha…

Rojnameya Azadiya Me (Azadîya Me) derdikeve holê di kêliyekê de ku bêdengî nema tê ragirtin, û di serdemekê de ku maskeyên civakî û siyasî zêde dibin û qadên rastiyê her ku diçe tengtir dibin. Ev rojname ne tenê bûyereke medyayî ya asayî ye, lê belavokek helwestê ye, destpêkek rêbazê ye, û…

Rabhan Ramadan

Şahidiyeke belgeyî ji girtiyekî berê ku kiryarên rejîma hilweşiyayî li dijî Kurdan bi hemû pêkhateyên wan ên siyasî, hunerî û wêjeyî tekez dike. Ev pirtûk ji aliyê mamoste Simko Omer Le’lî ve hatiye nivîsandin û di pirtûka xwe ya bi navê “Rojnivîska girtiyekî li ser navê lêkolînê” de kom…

Ebdilmecît Şêxo

Rûxwaş û Siyamend ji gundekî Çiyayê Kurmênc in,ez naxwazim navê gundê wan aşkere bikim,Siyamend bejindirêj e,lê Rûxwaş bi dirêjahiya Mitir û nêvekê ye,ew ji pênç salan de bûne bûk û zava,du kurên wan hene;Leheng çar salî ye,Xwaşnav du salî ye.

Lê hîn ji berê de herdem Siyamend bi diya…