Helbest u pexşan

wêne


Mahîn Şêxanî

wêne yek
di singa odamin deye
min mezin kiribo
û
pir li miqatebûm
*   *   *
min ne dihişt
 kes nizik bibê
û
 ne kes bighijê
ji ber
di dilêmin deye
 ew ji mijê

*   *   *
min wî jixwer
  kiribo  quble
hêvî û ûmîd
 min pêr di honand
ronî da
hawdi dilê pira
hate  çand
*   *   *
min wî danî bu
 li cihekî bilind
xwya bu
 li ser ciya û bajar û gund
ji mijve
li ser diwarê mine
di tarîyê de
 mum û fend
*   *   *
rojekê  ji kar
hatim malê
Zarokimin
 vê carê
derneketin pişya min
wek her carê
û
ne min himbiz kirin
ne gotin
 te çi jimer  any
*   *   *
derbasbûm  hundir
min liwan nerî
tev diponijin
zarok û jin
hisir ji cavê Wan
 dirijin
min got :
xêre law
çi heye
çi qewimê
*   *   *
teva seri xwe rakirin
ali dîwar
 meyze kirin
minjê bi wanre nerî
go
 wêne ya min xistiye
dilê xwe û wan
ne li cihê xwe ye
firiştekî wî rahişt
û
 bixwer birêye
*   *   *
di wê rojê De
 roj
derneket
di wê şevê de
heyv
 xwe veşart
ewir girêyan
sitêr vemirîn
lê ronî ya wî
li odamin ma
û
hawîr min heye
 û
 wê tim
 û

 tim  bimîne

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…