GOTINEKE BI ÇOK BANDOREKE MEZIN

  Salih Bozan

Gotinên parlamenterê DTPê, ê wane Ozdal Ûcar hişyariyeke taybete di civata kurdî ya Kurdistana Turkiyê de nîşandide. Ew di pîrozbahiya Cejna Qurbanê li Agirî bi kurdî axivî, û gava rojnamevanê Turk jê xwest ku bi zimanê turkî daxwiyaniyekê bide, wî got: “tiştên ku ez dibêjim, ez bi zimanê xwe dibêjim. Eger hûn jî ji xwe re ter*****anên kurdîzan peyda bikin tu pirsgirêk na mine”.*
Ev gotinên Ozdal helbestvanê felestînî Mehmûd Derwişe hanî bîra min. M. Dewrwîş helbestvanekî felestînî bi navûdenge. Di dawiya salên şêstî ji sedsala pîstan li Izraîlê helbesteke xwe derket bi naveroka “Tomarbike ez Erebim.!”.
Ev helbesta ji bo gelê felestînî bû sirûd û li ser zimanê her kesî Felestînî, û hemû Ereban vedeng da, bû tifigeke bê deng dijî sikolociya rebenî ya di giyanê milletê felestînî de genî bûbû.
Piştî wê helbestê, Izraîl zor kişand ser Mehmûd Derwîş, ji bo solixa wî qutbike, zimanê wî di devê wî de sînorbike.
Mehmûd Derwîş mecbûr bû ji Izraîlê derkeve, û hat li Libnanê niştecih bû. Di şevnişînekê de M. Derwîş hinek helbestên xwe ji cemawer re xwendin. Li dawiya şevnişînê, cemawer jê xwest ku wê helbesta xwe ya binavûdeng bixwîne. Belam helbesvan bi tûndî daxwaza wan redkir.
Dostên M. Derwîş lome lêkirin, aşkere jê pirsîn: çima te daxwaza cemawer şikand?. Wî li dostên xwe vegerand û got: ew helbesta min, bihayeke xwe hebû ji bilku di nav çavên Izraîl de hat gotin. Lê hîro li vê derê, li Bêrûtê, niştecihên xwe gîşkî Erebin, û Libnan bi xwe jî dewleteke erebî a serbixwe ye, ez çi dikim ji ereban re bibêjim: ””””Tomarbike ez Erebim”?.
Ozdal Ûcak bi vê bersiva xwe ji bo pirsa rojnamevanê Turk re, pêtewa şoreşeke din vêdixe, şoreşa nivşekî Kurdî yê nû.
Gava tê gotin ku şervanê PKK, êku li Kurdistana Turkiyê çeka xwe rakir û teqand, wî ne di rûyê leşkerê Turk de teqand, a di tirsa ku di dil û mejiyê Kurdan de repitî bûbû. Ew fişeke siftehîn gelê Kurd li Turkiyê ji rebeniya tê de xewixî bûbû hişyarkir, gelê kurd vegerand hesta mirovahî ya dijî zordariya ku Turkan li ser wî meşand û hîn dimeşîne. Di wê rewş rebenî de, gelê Kurd bi xwe, xwe berve tinebûnê dajot. Erê.., wê fişenkê Kurd vegeranin ser riya kurdewarî, careke din peyva..na ji koledariyê re, di dil û mejiyê Kurdan de peydakir.
Çendîn niha li ser PKK tê gotin, lê rastiya hanê dost û dijminên Kurdan careke din bi doza kurdî naskirin kir.
Bêguman Kurd ti caran dijî zimanekî din ne disekinîn, û di dîroka Kurdan de, ya tewre Kevin û ta niha, mirovê kurd ne kêmî du zimanan dizanibû, yanî hesasiyeta Kurdan dijî zimanên biyanî tineye. Tew li Turkiyê, û li Sûriyê, gellek Kurd hene ji Turk û Ereban bîtir zimanê wan dizanin.
Mebesta min ewe ku gotinên Ozdal, şoreşeke dijî zimanên ku koledariyê li zimanê kurdî dikin. Weke em dizanin Kurdên Turkiyê li hember Turkan xwe nizm û çûk didîtin. Piraniya malbatên Kurdan zimanê xwe, bi xwe di gewriya xwe de fetisandin, zarokên xwe, gor dixwazên faşistên Turkan Turkkirin. Ma ne şermeke dîrokiye ku li Amedê hîro ji sedî heştê, Kurd bi turkî diaxivin.
Ozdal Ûcak berxwedaneke rast dimeşîne. Gava Kurd çekan radikin  ew ji mecbûriyê radikin, ji bo çîşkek zordariya li ser milên xwe sivikbikin, lê berxwedaneke bi rengî Ozdal Ûcak wê faşistên Turkan lihev şaşbike.
Çiqas zordar bi hovî tên ser miletekî, çiqas ji vî miletî dikuje, dîl digre, koçberî dervayî welatê wî dike, lê gava ev mileta ziman û kultûra xwe diparêze, kesayetiya xwe ya netewî winda nake, tê wateyê ku ev mileta baweriya xwe bi vîna xwe xorte, hêviya xwe ji bo roja azadiyê qotnebû ye.
Ez hêvîdarim ku ev babetî xebatê ya Ozdal Ûcer bibe simbula ciwanên Kurd li Turkiyê, û li nav Kurdên Suriyê, Îranê, û li devayî Kurdistanê jî. Ku nivşekî weha derkeve mêdana kurdewariyê, wê çaxê daxwazên dijminên Kurdan ji bo Kurdan tinebikin, bi carekê de dimrin, û riya çareseriya doza Kurdî berfireh vedibe.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…