WELAT

  Hozanê Girkundê

Welatê
Xemgîn  nalîna te guhê
Di pelîne
Ez perest û xembarê
Teme
Welat wê kengî roj  lit e hilê
Go tu ji xefk û rekên
Gura bê te der
Axîna te li cegerê min dide
Mîna Xencer 

Welatê Dil
Di xewna te de
Xulmaş dibim
Bi qîrîna tere
Ji xewê Feradibin
hêvîyêd
min li bendemana
gegangê De
geh di sincirin
û geh rûsar dibin
Welat
Cîhan tev lit e bûne
Har
Hîn te tune dikin
û hînjî dîroka te
Berovajî dikin
Xewnên di çavê
Mendalên te de
Di qurmiçînin
Qîrîna helebçê û Qamişlo
û zêwa
û xormal
Ji nûve di govenda
Mirinê De
Sazdikin
Welat
Tovên tirsê
Li asîmanê
Te diçînin
û evîna te li min kirine
Prtîkek
Qedexekirî
û te kirine
Daristanek
Laş bi xwîn
Nikarim te derînim
Nikarim te hemêz bikim
Welat
cobraû zevîyên
Te kirine
Tarîstaneke sar
Te dibin
Ji bîr
Welat
Azadî ne çare
Ronahîne çare ji ber tu
Di nêv
çar sînorande mest
û lal
Welat teênê sitrîyan li şiqamên te
Raistine
Rovî û gur
bûne şahên
te û taca te
biser serê Xwede dakirine
welat
sibehên  te
û êvarên
Di zindana şevêde gemkirîne
Welat
Pînûs di axaftina te de
bê çare
û helbest
Nikare
şengewîna
Kanî û daristan
û çîyayên te bide
Welat
Rimbazên
çav sor
Li meyxanên te dikin
Bore bor
Peyalên meyê
Didin hev
Li ser masên
zêrên
radiwestin
û sirûdên
Xwîn mijiyê
Li dar dixînin
Gava
Navê Te tê rolê
Dilê Wan li ser
Pernga kînê tê sotin
û navê Te ji ferhenga
Jînê davjin

Welat 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…