ibrahimguclu21@gmail.com
Ji bona ku doz derheqê zimanê kurdî de vebû, wek exlaq û pîvan min jî biryar da ku li hemberî lêpirsîna û doznameya dozger û li dadgeh bîrûreyên xwe, parêznameyên xwe bi kurdî û niviskî pêşkêş bikim. Di dagehê de me mafên gelê kurd, HAK-PAR û programa HAK-PARê, zimanê kurdî parast; em ji axiftina xwe ya kurdî re xwedî derketin. Di vê derbarê de reya giştî ya kurd bi nivîskî her dem hat agahdar kirin. Parêznemeya min ya ku ji dadgehê re hatibû pêşkêş kirin jî, ji reya giştî re hat belav kirin û nûha jî pêşkêş dikim.
“Di civînên partiyên siyasî de jî bi kurdî qise kirin mafê min û mafê her kurdekî yê xwezayî û neteweyî û demokratîk e…
Bi Riya Dadgeha Cezayê ya Asliyeyê ya 7-emîn a Diyarbekirê
JI DADGEHA CEZAYÊ YA ASLİYEYÊ YA 2-EMÎN YA MÊRDÎNÊ RE,
Min di 31.07.2007-an de ji dadgeha Diyarbekirê daxwaz kir ku ezê bîrûreyên xwe bi kurdî pêşkêş bikim, ji bona vê jî biryarek bê girtin ku wergêrekî ku kurdî baş dizane ji bona vê yekê bê tespît kirin. Hezar mixabin dadgehê ev mafê min da bin linga û ew daxwaza min red kir û biryar da ku ez bi tirkî bîrûreyên xwe pêşkêşî dadgehê bikim.
Ev biryara dadgeha Diyarbekirê him li dijî mafê min yê xwezayî û hiqûqî ye, him jî li dijî îstîqrar û hevbeşiya dadgehîkirina dadweriyê ye. Lewra Dadgeha Cezayê ya Asliyeyê ya 2-emîn a Diyarbekirê di 21. 04. 2005-an de bi riya wergerê kurdî bîrûreyên min wergirtibû. Ez wê biryarê didim berçav û ji dadgeha we re bîrûreyên xwe bi kurdî pêşkêş dikim. Dadgeha we jî dê bi riya wergerekî kurdî, bîrûreyên min bike tirkî û gor wê dozê bimeşîne.
******
Ez kurd im û zimanê min ê zikmakî kurdî ye. Ez di hemendem de damezrênerê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PARê) im. Min dema ku di 12.10.2003-an de di Kongreya HAK-PARê ya Mêrdînê de axiftin kir, di hemendem de ez cîgirê serokê giştî yê HAK-PARê bûm jî. Min, li Mêrdînê di kongreya HAK-PARê de bi kurdî qise kir.
Ez ji vê helwestê xwezayîtir û deomokratîktir helwestekê nabînim. Lewra him ez kurd im û him jî ew kesên beşdarî kongreyê bibûn kurd bûn. Ez, ji bona ku neteweya kurd desthilatdar be, xwe bi xwe îdare bike, kolonyalîzma li Kurdistanê heyî ji holê rabe, neteweya kurd azad û rizgar bibe; zimanê kurdî li Tirkiyeyê bibe zimanê fermî û zanîngeh daxîl ji bona ku zimanê kurdî di dibistanan de bibe zimanê perwerdayî, redyo û telewîzyonên kurdî 24 seetan bi zimanê kurdî bimeşe, di nav xebat û têkoşînekê de me.
HAK-PAR jî, ji bona ku gelê kurd mafên xwe yên neteweyî û demokrat yên şexsî û kolektîf qezenç bike hatiye damezrandin. Ji bona vê jî HAK-PAR li Tirkiyeyê partiyeke pêwîst e û ji hemû partiyên sîstemê û dewletê ferqtir partiyek e. Partiyeke demokratîk û kîtlewî û plûral û hevdem e.
HAK-PAR, ji bona ku li Tirkiyeyê sîstemeke federal ava bibe, neteweya kurd û tirk ji aliyê hemû mafan de wekhev bin, xebat dike.
Hak-PAR, ji demokrasiya Yekîtiya Ewrupayê (YE-yê) re xwedî derdikeve, ji bona ku li Tirkiyeyê bi hemû standardart û pîvanên sîstema YE-yê li Tirkiyeyê pêk bê, di nav têkoşînekê de ye.
HAK-PAR girêdayî realîteya Tirkiyeyê ya plûral ya etnikî, neteweyî, çandî, zimanî, îdeolojî, ol û mezheban, çîn û tebeqeyan sîstemê dixwaze jinûve ava bike û realîze bike. Lewra sîstema li Tirkiyeyê unîter, neteweyî ya tirk, Kemalîst e; sîstema serdestan e.
HAK-PAR tespît dike li dinyayê welatên ku xwediyê pirnetewe û piretnîk in, nikarin bi sîstemeke unîter û dewletên neteweyî jiyana xwe di rêjimeke demokratîk de bimeşînin. Sîstemên unîter û dewletên neteweyî wê demê bes dikarin bi riya dîktatorî, otorîterî û totalîterî jiyanên xwe bidomînin. Perçebûna wan jî qederek e. Lewra ceribandina civat, netew û gelê dinyayê jî vê yekê nîşan dide. Li Yekîtiya Sowyetê, li Yugoslavyayê, li Vîetnameyê, li Koreyê, Li Elmanyayê diktatorî bû sedem ku ew welatan parçe bibin. Ji bona vê li Tirkiyeyê û li Îranê û li Suriyeyê wek li Iraqê sîstemeke federal ava nebe, ji encama parçebûnê nikarin xelas bibin.
HAK-PAR daxwaz dike ku Tirkiyeyê li Qibrisê û li Iraqê ji bot tirk û turkmenan, li Yugoslavyayê ji bo Kosova û Bosna-Hersekê, li Filîstînê ji bo fîlîstîniyan siyaseta dimeşîne, dema ji bo kurdan jî bimeşîne, çareserkirina pirsa Kurd-Kurdistanê gelek hêsantir dibe.
Gelê kurd, xwediyê maf e ku zimanê xwe li her derê bi kar bîne, bi zimanê xwe perwerde bibe, redyo û telewîzyonên xwe bi kurdî guhdar bike. Li Tirkiyeyê ji bona ku 25 mîlyon kurd dijîn, divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî. Kurd, li dibistanan bi zimanê xwe perwerde bibin. Kurd xwe bi xwe îdare bikin. Ji bona vê dezgeh û rêxistinên xwe ava bikin. Di vê çarçewê de divê kurd partiyên xwe yên siyasî; komele, weqif, enstîtû, navendên xwe yên lêkolînê bikarin ava bikin. Ev armanca, ne li dijî maf û azadiyên mirovî ye. Ev armanca di hemendem de bi qerektera YE-yê re jî li hevûdu dike. Tirkiyeyê jî dixwaze ku bibe endama YE-yê û di vê merhelê de jî di navbeyna Tirkiyeyê û YE-yê de mizakere/guftûgo dom dikin. Demokrasî û konsepta YE-yê jî, mafên grubên etniqî û neteweyî gelek vekirî diparêze. Bi taybetî jî parastina zimanan û çandan, armanca YE-yê ya bingehî ye.
Tê zanîn ku beriya vê 5 salan, Tirkiyeyê ji bona ku bi YE-yê re bibe endam û hevbeş, qanunên lihevkirinê amade kirin. Di van qanûnên lihevkirinê de her çiqas kurdî vekirî nebe jî, endîrek hatiye pejirandin. Di jiyanê de jî zimanê kurdî di çarçeweke gelek teng de azad e. Wek tê zanîn di despêk de di telewîzyona fermî ya dewletê TRTê de bi du zaravên kurdî, bi kurmancî û zazakî program hatin pêşkêş kirin. Pişt re jî biryar hat girtin ku di telewîzyonên taybet de bi kontrol û bi kurdî program bên pêşkêş kirin. . Di vê merhelê de jî ev tetbîqata dom dike. Helbet gelek aşkere ye ku daxwaza min û neteweya kurd bes ne ew e. Ew tetbîqata xapandina gelê kurd û YE-yê ye. Baş tê zanîn ku ev tatbîqata hewcedariya neteweya kurd nikare bîne cîh.
Dîsa baş tê zanîn ku di çapemeniyê de , di rojnameyan û kovaran û pirtûkan de jî her çiqas di derbarê wan de dadgeh dom jî bikin, zimanê kurdî di çarçeweka teng de bi kar tê.
Di jiyana rojane de jî, her çiqas hêzên dewletê ji bona kurdî zehmetî jî derdixin, kurdî qise kirin bi giştî û fermî qedexe nîne ?.
Partî jî ji aliyê mirovan de tên ava kirin. Gelo çima mirov li her derê bikare kurdî qise bike, di civîn û xebatên partiyan de nikare kurdî biaxive.
Bes di qanûna partiyên siyasî de ev qedexeye dom dike. Ev qedexeya, li dijî guhertina ku di qanûna esasî (destûrê) de jî pêkhatî ye. Ji bona vê divê dadgeha we vê pirsê bibe Dadgeha Qanûna Esasî. Pişt re di derheqê me de doz bimeşîne.
Ev xala qanûna partiyên siyasî, li dijî demokrasiya YE-yê, li dijî peymana mafên mirov yê Ewrupayê, li dijî Beyannameya Mafên Mirov yê Nevneteweyî û li dijî biryarên dadgeha Ewrupayê ye. Tê zanîn ku Tirkiyeyê di xala 90-emîn ya Qanûna Esasî de peymanên navneteweyî wek qanûnên hundirî û herêmî pejirandine. Dema ku qanûneke hûndır û herêmî, li dijî van peymanên navneteweyî be, peymana navneteweyî bi kar tê.
Qanûna Partiyên Siyasî di rêjima dîktatorî ya leşkerî de hatibû qebûl kirin. Divê ji vî alî de jî li meseleyê bê mêze kirin û biryarek bê girtin.
Baş tê zanîn ku piştî hilbijartina giştî ya 2007-an li Tirkiyeyê qanûneke esasî ya nû dê amade bibe. Ji bona vê beriya hilbijartinê xebatê dest pê kir û nûha jî didomîne.Divê ev qanûna esasî ya nû van qedexan ji holê rake. Qanûneke esasî ya demokratîk amade bibe. Qanûna esasî ji bona ku demokratîk be, divê hebûna miletê kurd û hemû mafên miletê kurd di qanûna esasî de gelek aşkere bên diyar kirin.
Encam:
1- Ez ji bona vê daxwaz dikim ku ev doza di derbarê me de hatiye vekirin ji holê rabe.
2- Heger doz bê meşandin jî, doz bi encama beraatê dawî bê. Ji bona vê jî ez daxwaz dikim ku piştî mitelaaya esasî ya dozger ezê parêznameya xwe pêşkêşî dadgeha we bikim. Diyarbekîr, 31. 07. 2007”
Dadgeha Merdînê, piştî darizandineke siyasî, di derheqê me de, di 18. 12. 2007-an de yanî dawiya salê de 6 meh cezayê hepisê da, ew jî kir cezayê perayê. Ji bona ku ez beşdarî duruşmeya dawî nebibûm, biryar di 4. 1. 20078-an de pêşkêşî min bû.
Ez ji bona ku serî li dadgeha bilind (Yargitayé) bidim, min bi kurdî serîlêdana xwe amade kir û xwest ku bi riya dadgeha Amedê ji dadgeha Merdînê re bişînim. Hezar mixabin dadwer seılêdana min ji bona ku kurdî bû, nepejirand û ev mijara di navbeyna min û dadwer de bû pirsgirêkeke gelek girîng. Dadwer di encamê de nivîsand ku ji bona ku serîlêdan kurdî e û naveroka wê fahm nake û di navbeyna dezgehên dewletê de di pêwendiya zimanê fermî tirkî ye, ew napejirîne.
Ez mecbûr bûm ku raste-rast serî li dadgeha Merdînê bidim. Dema ku duho (09. 01. 2008) ez çûm dadgeha Merdînê, ev pirsa di navbeyna min û dadwer de li wir jî bû pirsgirêkeke girîng. Lewra dadwer bi kurdî domandina helwesta min, gelek eciz bibû. Ev helwesta wî li dijî zimanê kurdî bibû sedem ku dîn bibe, ji derveyî huquqê û pîvanên mirovî hereket bike.
Lê dîsa jî piştî ev qas minaqeşe, teşkele û zehmetî, bi kurdî serîlêdana dadgeha bilind min da qebûl kirin, ew jî ji bona min bû kêfxweşî.
Dema ku ez çû bûroya dadgehê katibên li wir jî ev helwesta gelek balkêş didîtin. Lewra cara yekem e ku li dadgeha Merdînê dozek bi kurdî tê meşandin.
Bı ev cezayê min, cezaya uyem e ku ez ji bona zimanê kurdî digrim. Lewra dadgeha Enqereyê ji bona ku min di Kongreya Giştî ya HAKPARê de kurdî qise kiribû, ji bona kongreyê vexwendin bi kurdî hatibû kirin, wek berpirsiyarê partiyê salek ceza dabû min.