Dîya Welat di navbera Qndîl û Miştenûr de

  Salih Cefer

Dîsa berbangekê ji berbangên deşta Sirûcê bi qîrînî dest pê kir, qîrînî û qîre qîr, lê ne wek qîrînên ku cîran fêrbibûn bibihîsin, ew ne hawar bû, ne qîrîna jenke ji ber lêxistina mêrê xwe bû, ne qîrîna jineke ji ber anîna zarokekî bû, qîrîn qîrîna şêreke diltiji li hember dijmin û neyaran bû.

Jinekê ji jinên cîrnan ji mêrê xwe yê razîyî re got: tu dibihîsî ? erê ez dibihîsim, keçê bi xwedê ez di nava cîyan de ditirsim , ew çiqas jineke fêdeye, te bihîst ji wan re çi dibêje ! erê, xwedê wê biparêze, xwedê ma tu heyî! Ev çi zulme, ew bi xwere dibêje.
Cîran giş di cîyên xwede dirêj kirî û matmayî û bi tirs guhdar dikin, ew cara yekeme ku qîrîna jinekê di rûyê dijminan de dibihisin, mêrê tirsîyayî ji jina xwe re dibêje: gelo ev bêbav wê çi bi srê wê bikin, heyfa Dîya Welat*.
 Jin lê vedigerîne : de rabe tiştekî bike, keçê ez wêrim li hember wan derkevim, ma tu wan nas nakî.
Qîrînîya Dîya Welat di guhê cîranan de ma lê berê wê dane Heleba şewitî, roj derbas dibin û şêra birîndar ji xewneke ne xweş şîyar dibe û wê betanîya qrirêj ji ser xwe davêje.

Xêre Diya Welat, çi heye ? Kewser* jê dipirse.

Min di xewnê de dî ku dijmin êrîşî Qendîlê dike û cîyê şoreşgeran bumbe dike û gelek heval şehîd dikevin.

Na lê, hinge bala me li ser hevalane te ev xewn dît, Kewser jê re dibêje û berdewam dike: eger bikin jî, tiştek bi hevalan nayê, ma tu hevalan nas nakî ! ma şoreşa me bi bumbe baranekê bi dawî dibe.

Belê heval, bi ya teye, lê nizanim çima ev xewn ne xweş bû.

Bêhna pîs û qirêja betanîya zindanê hişt ku Dîya Welat têkeve xem û xeyalan û êşên îşkenceya xwe ji bîr bike.

Gelo rewş li derve çawaye, heval çi dikin, li ser girtina me çi dibêjin, gelo girtina me deng da, wêneyên me li her derê belav bûn, navên me li ser rûpelên rojnameyan û entirnêtê hatin weşandin.

Gelo heval çi dikin, zarokên min çi dikin, hevalê min Bavê Welat çi dike, dostên min çi dikin, sedî sed wan pir bîra min kirine, ew çi rojên xweşbûn ku me bi hev re derbas kirin.

Bi van xem û xeyalan, te digot qey bûye çerxek ku ew di zindanêdeye.

Erê, tevî  Diya Welat gelek çîrokên girtîgehan ji hevalan bihîstibûn, lê ne wek ku mirov bi xwe bibîne, zindan çiqas pîse, çawa wan hevalan bi salan jiyana xwe têde derbas kirin, gava digotin: me viqas sal têde derbas kirin, me xweşik nizanibû bê wate çîye, ew çiqas leheng û şêrbûn ku bi salan di van zindanên bi qirêj û gemar de man.

Gotina hevalekê hate bîra wê, heval : zindan ji şerê li serê çiyan çetintire, li serê çiyan tu azadî û çeka te di destê tedeye, yan tu şehîd dikevî yan jî dijminê xwe dikujî, lê zindan…bi keser digot….zindan, tu bê çekî, di nav destê dijminên bê şeref û bê namûs deyî, erê tu berxwedanê dikî , lê dilê te rihet nabe, eger mirov li enîya hev nesekine û singe xwe nede hev, lehengî xwiya nake.

Xem û Xeyalan Diya Welat  di navbera çiyayê Qendîl* û kaşê Miştenûr* de birin û anîn, gelo çi bi sere Qndîl de hatîye, Qendî ji mij û dûmana deşta Sirûcê* xwiya nake, kaşê Miştenûr li ber çave Diya Welat çûk bibû, eger Miştenûr bilind biba mine çîyayê Qndîl bidîta, wê bi xwere digot.

Deng derîyê hesinî Diya Welat ji kaşê Miştenûr vegerande zindana bi qirêj û gemar, ax ……zindan, gelo eze kengî derkevim û zanibim bê çi bi sere Qndîl de hatîye.

  • Diya Welat: girtîyeke ji bajarê Kobanêye, piştî xwepêşandana Kobanê û Qamislo hate girtin.
  • Kewser : ew jî ji Kobanêye û di wê demê de hatîya girtin.
  • Miştenûr : kaşeke li alîyê başûrê Kobanê dikeve.
  • Qendil   : çiyake li başûrê Kurdistan dikeve
  • deşta Sirûcê : deşteke dikeve navbera herdû perçeyên bakur û rojavayê  kurdistanê.
25.12.2007     

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Di wêneyekî bi rengê bîranînekê de
Bi tayê simbêlên sivik
û awirin li kêlekê dûûûr dinerin
Serê xwe ji nav gelemşa serdemê derxist
û lêbûrîn nexwest
Mîna ku ez li nefsa xwe dinerim
çawa ji zanîngehê derdikeve
çentak bi xwe re hilgirtye
tijî axa Niqare ye
bi ava gola Kendal stirayî
bi pelên genimê nihêla Sêremka pêçayî
û tîpên minî pêşî lê hatibin nivîsandin.
*******
Li Şamê…

Ebdulhemîd Cemo

Bêhna buhurê hendivê

Heyv bûye çardeh şevî

Li jêrzemîn bû heyecan

Der di bûn kanî û devî

Buharê xwe xemiland

Geş bûn gelî û zevî

Şînkayê merşik raxist

Rûkê erdê divehî

Simbil serê xwe hilda

Gul û bişkuj dibişkivî

Ser…

Beşîr Botanî, Stokholm

Roja 25ê oktoberê bixwe wexera Sebrî Botanî ya 27an 2, ez bi vê hilkeftê dixwazim tenê li ser yekgirtina kurdan rawestm ji ber ku ev xal armanca Botanî bû û nemaze li Şoreşa Eylûlê dema “Mekteb Siyasî” sala 1964an ji şoreşê cuda bû û pê ziyaneke mezin gehişite bizava…

Heyder Omer

Di vê kurtelêkolînê de ez helbesteke Cegerxwîn (1903 – 1984), Şeva hicran([1]), ji warê avakirinê de didim hember helbesteke Sêx Nûreddîn Birîfîkanî (1790 – 1853), “Li kurdistanê kêvî ez”([2]) da bête xuyan, ku Cegerxwîn ta çi ast û radeyê dide pey helbestvanên kilasîkên Kurd.

Şêx Nûredînê Birîfkanî di helbesta…